26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

2 rojnameger 4 roj in li midûriyeta polîsan tên ragirtin

Nûçegîhana Jinnewsê Bêrîtan Canozer û rojnameger Kadîr Bayram 4 roj in li Midûriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi hinceta parvekirinên li ser medya dijîtal bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsîn dabû destpêkirin û biryara binçavkirina 88 kesan dabû. Di 13’ê tebaxê de di çarçoveya lêpirsînê de polisan bi ser 104 malan de girtibû û nûçegîhana Jinnewsê Berîtan Canozer û rojnameger Kadîr Bayram jî di nav de 58 kes binçav kiribûn. Ji ber biryara veşarî ya li ser dosyeyê parêzer xwe nagihînin naveroka dosyayê. 4 roj in lêpirsîna 58 kesên li Miduriyeta Polîsan a Amedê didomin. Tê payîn ku piştî îfadeyan 58 kesan, wan sewqî Edliyeya Amedê bikin.

Pirsek dubare pirsîn

Polîsan di lêpirsînê de dubare heman pirs ji Nûçegihana Jinnewsê Berîtan Canozer pirsîn. Polîsan pirsa bikarînerê medya dîjîtal a bi navê “Berîtan Sarya” ku di binçavkirina beriya niha de jî jê hatibû pirsîn, dîsa jê hatin pirsîn.