spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

200 roj di ser serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ re derbas bû

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 200 roj di ser çalakiyên protestoyê re derbas bûn. Li gorî parêzvanên mafên mirovan di van xwepêşandanan de herî kêm 537 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin

Çalakiyên protestoyî di 16’ê îlonê de dema ku Jîna Emînî li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqî ve hat kuştin, dest pê kirin. Xwepêşandan bi lez û bez li seranserê welêt belav bûn û gelekî mezin bû.

Di vê serhildana gel a bi navê şoreşa “Jin jiyan azadî” de, piraniya kuştinan di mehên destpêkê de pêk hatin.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (ÎHR) di nava 200 rojan de herî kêm 537 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin.

4 xwepêşander jî hatin darvekirin. Di heman heyamê de 180 jê bi sûcê tiryakê 309 kes hatin darvekirin.

ÎHR’ê bertek nîşan da ku “Komara Îranê cezayê îdamê wekî alaveke tirsandinê bi kar tîne” da zanîn ku civaka navneteweyî bertekê nîşanî van darvekirinan nade.

Di meha Îlonê de 223 kes hatibûn qetilkirin. Di Cotmehê de 100, di Mijdarê de 173 kes hatin qetilkirin. Di meha Kanûnê de hat diyarkirin ku 25 kes hatine qetilkirin.

Ji aliyekî din ve di navbera 17-30’ê Îlonê de 5 kes, di Cotmehê de 30, di Mijdarê de 57 û di Kanûnê de 72 kes hatin darvekirin.