26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin li dijî tiryak û fihûşê meşiyan

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî taciz û tecawizê ya ji aliyê polîs û eskeran tên kirin daxuyanî da çapemeniyê. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, endam û rêveberên HDP’ê, nûnerên ÎHD, OHD jî tev li daxuyaniyê bûn. Girseya ku kom bûn dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berz kir û ber bi avahiya partiyê ve meşiyan. Jinan piştî meşê, li ber avahiya partiyê daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê jinan Ayşe Acar Başaran diyar kir ku tecawiz li Colemêrgê mîna her deverê erdnîgariya kurd veguheriye amûra şer û wiha got: “Polîs û esker ji bo têkiliya zayendî zorê li ciwanan dikin. Ev demek dirêje li Kurdistanê, polîtîkayeke qirêj li dijî jinên kurd tê meşandin. Tecawizê weke rêbaza şer didomînin. Li navçeya Geverê du jin di kafeyekê de serxweş kirin. Vîdeoyên wan kişandin. Dûre bi zorê ew xistin nav karên qirêj. Van polîtîkayên şer li Dersim, Êlih, Cizîr û qadên jinan xwe lê bi rêxistin kirine pêk tîne. ”
 Jinan çalakî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.