spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aydar: Serok di rojeva cîhanê de ye

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Endamê Konseya KCK’ê Zubeyîr Aydar diyar kir ku pêngava Azadiya Ocalan ji aliyê dostên Ocalan ve dest pê kiriye gelek girîng e û divê kurd di vê pêngavê de 10 qat bêtir rola xwe bilîzin

Di 10’ê cotmehê de dostên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li 74 navendên Ewropa û Cîhanê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” dan destpêkirin.

Têkildarî pêngavê endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar nirxandinên girîng kirin. Zubeyîr Aydar diyar kir ku hamleya di 10’ê cotmehê de hat destpêkirin di dîroka têkoşîna tevgera azadiyê de tiştekî nû ye û wiha got: “Di dîroka girtiyên azadiyê de jî tiştekî nû ye. Di vê astê de ji bo azadiya Serok Apo de kampanyayek berfireh pêk nehatiye. Vê kampanyayê li seranserî cîhanê dest pê kiriye.

Bi taybetî dostên Serok dest bi vê kampanyayê kirine. Ev hamleya dostên Serok in. Di rojek dîrokî û girîng de dest bi vê kampanyayê kirine. 25 sal di ser komplo re derbas bû. Di salvegera komployê de dest bi vê pêngavê kirin. Li seranserî cîhanê bi vî rengî hamleyek tê destpêkirin.”

Dixwazin Serok bidin ji bîr kirin

Aydar anî ziman ku Ocalan 74 salî ye û wiha axivî: “Dostên kurdan jî bi armanca 74 saliyê li 74 navendên cîhanê ev hamle dan destpêkirin. Lê vê kampanyayê li zêdeyî 80 navendan dest pê kir û belav bû. Ev gelek girîng e. Kesên Serok Apo girtin, xwestin di nava salên dirêj de wî bidin ji bîr kirin. Yek ji armanca tecrîdê jî ew e ku Serok bidin jibîrkirin. Yek ji armanca wan ceza kirine. Aliyekî din jî wî bidin ji bîr kirin. Lê dijberî vê yekê Serok her ku diçe zêdetir dikeve rojeva cîhanê.”

Serok di rojeva cîhanê de ye

Aydar anî ziman ku berê Serok Apo tenê di rojeva kurdan de bû. Lê niha di rojeva hemû cîhanê de ye û wiha lê zêde kir: “Heta niha cih û warên ku kurdan nebihîstibû li gelek cihan dostên Serok Apo derketin pêş û azadiya Serok xwestin. Ev gelek girîng e. Dibe ku di demeke bêşansî de çêbû. Şerê Îsraîl û Filistînê bû rojeva cîhanê. Lê dîsa jî peyama kampanyayê belav bû. Bû rojeva cîhanê. Aliyên siyasî ev peyam girtin. Wê encamê vê hamleyê hebin. Aliyên siyasî dîtin ku raya giştî ya cîhanê çawa li Serok Apo xwedî derdikeve.”

Kurd bûne xwedî hêz

Zubeyîr Aydar bal kişand ser encamên vê hamleye yên li ser Tirkiyeyê jî û wiha pêde çû: “Her ku alîgir, dost, heval û hogirên Serok Apo zêde bibin, dê ew qas Tirkiye jî tecrîd û teşhir bibe. Dê ew qas neheqiya Tirkiyeyê derkeve holê. Di heman demê de bertekên li dijî Tirkiyeyê jî zêde dibin.”

Aydar, bal kişand ser peyama ji bo kurdan jî û wiha berdewam kir: “Berê xelkê digotin ew qas dostên kurdan nînin. Kurd tune ne. Lê duh jî hat dîtin ku kurd ne bêkes in. Dost û hevalên wan pir in. Di avakirin û qezenckirina van dost û hogiran de rola Serok rola sereke ye. Bi paradigma, bi ked û hemû xebata xwe rolek pir mezin lîstiye. Berê kurdan ked nedida. Li piyasê tune bûn. Lewma dostê wan jî tune bûn. Lê niha di serokatiya Serok de kurd bûne hêz. Tên hezkirin. Di warê têkoşîna azadiya jinê û xwerêvebirinê de û di gelek waran de êdî kurd bûne xwedî hêz.”

Têkoşîneke xurtir divê

Zubeyîr Aydar destnîşan kir ku xwedîderketina dostan a ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gelek girîng e û wiha got: “Eger dost ji bo Serok Apo gavekê bavêjin, divê em deh gavan bavêjin. Ew bi ruhekî dostanî û piştgiriyê dikin. Lê em xwediyê malê ne. Em hevalên Serok Apo ne. Divê em îro hevaltiya wî bikin û li wî xwedî derkevin. Ew niha 25 sal in di bin tecrîdek giran de ye. 31 meh e tu kes nikare dengê wî bibihîze. Ji ber vê yekê li me hemûyan ferz e ku em bêtir li wî xwedî derkevin. Divê hemû kurd û Kurdistanî zêdetir beşdar bibin. Di nava plansaziyek xurt de ev pêngav bê firehkirin û mezinkirin. Da ku em karibin tecrîdê bişkînin û Serok Apo azad bikin.”

Şikandina tecrîdê şikandina êrîşan e

Aydar anî ziman ku şikandina tecrîdê di heman demê de şikandina êrîşan e jî û wiha bi dawî kir: “Şikandina tecrîdê hewaya azadî û demokrasiyê ye. Azadiya Serok Apo di heman demê de azadiya hemû gel e. Ji xwe dirûşm jî ‘Ji Serok Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî’ ye. Eger em li Serok Apo xwedî derkevin, em xwedî li azadiya xwe jî derdikevin. Xwedî li şehîdên xwe derdikevin. Hemû bi hevve girêdayî ye. Divê her kurd xwedî lê derkeve.”