6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cîhan deyndarê kurdan e

Hasan Huseyîn Denîz

Cîhana ji ber terorîstên DAIŞ‘ê ketibû nav tengezariyeke mezin, her roj kuştî dida û bêçaretî dijiya, bi saya têkoşerên kurd hilmeke wêrekiyê kişand û gihîşt aramiyê. Lê mixabin îro xuya dike ku cîhana bi saya ked û xwîna têkoşerên kurd bi ser xwe ve hat, li hember qirkirina kurdan bêhelwest û bêdeng dimîne.

Axa Rojava û Sûriye di bin çavdêrî û ewlekariya Rûsya, Amerîka, hêzên hevpeymana li dij DAIŞ‘ê ku dewletên wek Fransa, Almanya di navê de ne û di bin bandora Îranê de ye. Ger ev hêz tev nepejirînin, dewleta tirk ne bi balafiran, nikare ji wî aliyê sînor kevirekî jî biavêje aliyê Rojava. Ew gotina wan, a dibêjin; ‘Em ji êrîşên dewleta tirk bi fikar in’ dereweke dîplomatîk e. Dîsa gava dibêjin; ‘Hêzên Rojava mutefîkên me ne’ ev jî zimanekî dîplomatîk ê bikaranîna hêza kurdan e.

Lê cîhan ji tenê dewletan pêk nayê; li cîhanê gel hene, sazî û rêxistinên civaka neferme hene, mirov û kesayetên demokratîk, mirovhez û mafparêz hene. Ya xerîb çima ev cîhana neferme dengê xwe bilind nake? Gelo em kurd hîn jî nikarin encama vê bêmafiya li ser kurdan tê meşandin ragihînin rojeva raya giştî? Gelo raya giştî ya cîhanê hatiye benckirin, pûçkirin?

Li Sociyê her tişt plan kirine

Kes nikare îdia bike ku haya dewleta tirk ji amadekariyên Hamasê yên li hember Îsraîlê tune bû. Dîsa kes nikare îdia bike ku êrîşa li ser Rojava û êrîşa li hember Îsraîlê bitesadufî di heman hefteyê de pêk hatine. Dibe ku di civîna meha borî ya li Soçiyê de ku tirk û îranî û rûs hatin ba hev, di pişt deriyan de ev herdu êrîş û gengeşî plan kiribin. Dîsa ne pêkan e ku hayê DYA‘yê jî ji van amadekarî û êrîşan tune be. Dewlet û saziyên wan ên saloxdariyê yên bêdestûr û nahêlin çûkek jî bifire, çawa ji anîna bi sedan rampayên fuzeyan alavên bafirokan û ewqasî amadekariya bi mehan, axavtinên bi telefonan bêagahî ne. Kî dikare ji vê bawer bike? Lê şanoyek li ser dika Rojhilata Navîn tê lidarxistin û her yek rola xwe li gor berjewendiyên xwe tê de dilîze.

Kîvroşkê bazde tajiyo bide pey

Şanoyek ji gelek perdeyan pêk tê. Perdeya yekem; Rojava hatibû asteke xweserî, nîvdewletî û rizgariyê. Amerîka ya ji bo berjewendiya xwe li wir bi cî bûye, diviya yan pêşiya kurdan vekira û hêza wan ber bi xweserî yan nîvdewletiyê de bi pêş de biriba û ji bo vê hinekî pê li dûvê dewleta tirk kiriba, yan jî lîstika “kîvroşkê bazde, tajiyo bide pey“ bilîsta. Xuya ye li şûna deynê xwe yê li hember kurdan bide, riya lawazxistina kurdan eciband ku hêza kurdan zêdetir muhtacî alîkariya wan a madî û manevî bibe û nikaribe li ser lingên xwe raweste. Mixabin ev yek polîtîkaya her dem a hêzên – ji bo berjewendiya xwe be jî- piştgiriya kurdan dikine. Kengî kurd piçekî bi ser hişê xwe werin û bixwazin li ser lingên xwe rawestin sayekî, tajiyekî berdidin pey û hêza wê dadixînin asteke muhtaciyê.

Ma Amerîka, Rûsya nizanin dewleta tirk li Rojava sivîlan dikuje, mafan binpê dike, jinan dikuje, li binesaziyê dixe? Ji min û we çêtir dizane. Ji xwe ew dixwazin dewleta tirk van deran hilweşînin, ku kurd lawaz bikevin û muhtacî wan bibin. Çend rojeke din, wê ji Tirkiyeyê re bibêjin raweste, êdî te rola xwe lîst û derbasî perdeya duyem a şanoya polîtîk bibin.

Di perdeya duyem de êdî Amerîka wê dîsa xwe bike bavê kurdan, li wan xwedî derkeve, wek Gegorge Bush ê Amerîka destûr da Sadam li Halepçeyê kurdan qir bike, piştî ketina wî ya Kuweytê jî bi balafiran ji kurdan re pakêtên xwarinê rijand û herêm da dest wan. Yanî gava bixwazin li hember qirkirina te bêdeng û alîkar dibin, gava bixwazin ji te re dibin bav û bira.

Ji bo wê, divê mirov ji bo zanîna qedera Rojava li hêviya lidarxistina perdeya duyem û sêyem bimîne, lê ev şano wê bi dawî nebe. Ev şanoyeke bêdawî ye û ji gelek perdeyên cihêreng pêk tê. Benê tajî û sayên har di destê nêçîrvanên emperyal de ne û li gor pêdiviya xwe derdikevin nêçîrê, gava dixwazin benê wan dikişînin, gava dixwazin berdidin; kîvroşkê bireve, tajiyo bide pey! Lîstik ev e. Ji bo kîvroşk nebe xwedîhêlîn.

Her kes li ser miriyê xwe digirî

Gotineke pêşiyên kurdan heye, dibêje; ‘Herkes li ser miriyê xwe digirî’. Ev gotineke rast bû, lê kurdên xwefiroş, xayin, bêxîret ev gotina kal û pîran jî bêwate kirin. Hefteyekê sax bombe bi ser kurdan de hatin barandin jin, zarok, kal, ciwan, ajal tev hatin kuştin, gelê Êlih û Amedê daneketin kolanan û neqêriyan, lê kengî Îsraîlê li ser Hamasê bombe barandin, girse bi girse bi banga qatilên xwe daketin kolanan û qaşo li gelê Filistînê xwedî derketin. Tu ji gelekên wan bipirsî, bê Filistin li ku ye, Îsraîl li ku ye, Hamas kî ye, ji sedî 90 wê nizanibin, tenê ji bo xwe bixin çavê hikûmeta tirk, dewleta tirk, AKP û leşker û polîs û MÎT’ê rabûne ser xwe. Kesên bi banga qatil û kujêrê xwe rabin ser lingan û piştgiriya dijmin û xayinên xwe bikin, ew jî dijmin û xayinên nijada xwe ne. Kesên li ser kuştiyên miletê xwe neqêrin, lê li ser kesên din biqêrin, ew qêrdaneke sixte û ne jidil e, qêrdaneke bazirganî ye, xwefiroşî ye.

Belê, bi derketina şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de bi hezaran kurdan xwe firotin HUDAPAR’a di salên 1990’î de zarokên wan li kolanên welêt kuştin. HUDAPAR bi destê AKP’ê here meclîsê, jî bibe parlamenter û wezîr jî. Çawa hûn ji bîr dikin ku ew kujêrên zaroyên we ne, ew xayîn û qatilên nijada te ne, ew xwînxwar, faşîst û sayên li ber deriyê dewleta tirk in. Ma qet pozê te neşewitî, dilê te nehat givaştin gava tu daketî qadan û li aliyê din miletê te bi bombeyên dewleta tirkan dihatin kuştin?

Banga Hakan Fîdan sûc e

Kurd wê kengî hişê xwe bînin serê xwe? Wê kengî êşa miletê xwe wek êşa xwe bibînin? Wê kengî ji ser sifreya dijminê xwe rabin? Wê kengî xayinên bi navê kurdbûnê di nav AKP’ê de cî digirin û hêza dijmin xurt dikin, ji xwe dûr bigirin. Xayinê Hakan Fîdan banga hilweşandina hemû nirxên kurdan ên li Rojava dike, mêrik ji xwe ewqasî bawer e ku aşkera vê bangê dike. Tevî dizane kirina bangeke wisa li gor zagonên navnetewî yên mafên mirovan sûc e, lê hêza NATO, Amerîka, Rûsya, Ewropayê daye pişt xwe. Ew dizane ku kes wê jê hesap nepirse, kes wê nebêje, tu çawa dikarî banga kuştina miletekî bêçek bikî? (Binêre li Peymana Cenevreyê ya 12’ê tebaxa 1949’an dibêje; êrîşên rasterast li ser sivîlan werin kirin, ên xisarê bidin hedefên sivîl, bêhemdî be jî rê li ber windahiyên canê sivîlan vekin tev hatine qedexekirin û sûcên şer in. Dîsa êrîşên li ser avahiyên tenduristiyê, hunerî, zanyarî, xêrdarî, heyva sor, ciyên dîrokî jî di nav sûcên şer de ne.)

Cîhan bêdeng e

Di şerên nav dewletan de, kes li av û elektrîk û nexweşxaneyan nade, lê xayinê Hakan Fîdan dibêje li binesaziya Rojava bidin û cîhan bêdeng dimîne, saziyên mafên mirovan bêdeng dimînin, hiqûqnas, dadgeha mafê mirovan, dadgehên şer, aliyên peymana Cenevreyê, Dadgeha Laheyê li hemberî sûcên şer tev bêdeng dimînin. Çima? Li Tirkiyeyê 5 milyon penaberên ji Sûriyeyê hene. Ger li dijî biryarên “padîşahê” AKP’ê derkevin, ew ê şanoya penaberên dimeşin ser sînor li dar bixe û rayedarên ewropî xwe biavêjin ber dawa wî û wê bibêjin eman qurbano, me kir, tu meke, bila milyonek kurd bi gorî te bin, lê pênc milyon penaber bi ser me de neşîne. Tu kurdan dikujî, bombebaran dikî, fermo kela dilê xwe li wan hênik bike, em ê dengê xwe dernexin.

Divê kurd çi bikin?

Divê kurd axa xwe bernedin û jê dernekevin, ger em ê bimirin, bila miriyê me li ser axa me be. Îsraîlê êrîşî Gazeyê kir di rojekê de 120 hezar mirov derketin ser riyan. Rojava hefteyekê hat bombekirin mirovek tenê jî ji axa xwe derneket. Rûmeta kurdî vê yekê dixwaze. Şer salekê jî bidome, bombe li her malê bikeve jî em ê axa xwe terk nekin. Di bin erdê de tunelan, cokan, parêzgehan çêkin, xwe biparêzin.

Ger dewleta tirk biwêre û êrîşekê di erdê re bîne ser axa Rojava, divê berxwedaneke mezin a parastina axa welêt were çêkirin û ne tenê ji Rojava, ji giştiya Kurdistanê û cîhanê kesên destê wan çek digirin, herin têkoşîna parastina welêt.

Rojava welatê Kurdan e, mafê her kurdî heye axa welatê xwe biparêze. Divê Rêvebiriya Xweser a Rojava ji niha ve derfetên herikîna welêt li hember kurdên li giştiya cîhanê biafirîne. Ger tirk bixwazin di erdê re bikevin Rojava ku axa me bikin warê pîkola terorîst û qatilên DAIŞ’ê û xwînxwarên leşkerên tirk, divê hemû kurd biherikin Rojava û parastina welêt bikin. Diviya ev tevger di dagirkirina Girê Spî û Efrînê de hatiba kirin, lê mixabin nehat kirin.

Em dengê Rojava bigînin cîhanê

Vê carê xetare meztir e. Tevahiya axa welêt û nirxên bi dehhezaran şehîdî di xetereyê de ye. Divê em kurd li nirxên xwe xwedî derkevin, biparêzin. Banga vê, amadekariya vê, pêwîstiyên vê divê ji niha ve werin plankirin û amadekirin. Da ku dewleta xwînxwar negihêje armancên xwe û gelê kurd bigihêje mafê xwe yê bingehîn û jiyaneke azad.

Em kurd miletekî mazlûm in. Balafirên me nîn in ku li hember balafirên şer ên tirkan xwe biparêzin. Divê em vê yekê bi cîhanê bidin bihîstin. Divê dewleta tirk nikaribe, bi çekên ewropî û amerîkiyan kurdên bêçek bikuje. Divê gelên van welatan karibin hesabê vê yekê ji dewletên xwe bipirsin. Ji bo vê, divê em karibin dengê Rojava bigihînin gelên cîhanê. Heta Rojava azad nebe, divê kurdên li cîhanê bi aramî ranewestin û xwe ker û lal nekin, berovajî vê qiyametê rakin. Ger miletê min tê kuştin, divê qêrînên me guhên gelên cîhanê biçirîne ku ji xewa bêhişî û bêhestiyê hişyar bibin û guh bidin ser dengê vî gelê mazlûm.

Divê cîhan xwe neke şirîkê xerabiyê

Divê em bi giştiya ewropiyan bidin zanîn ku sedema kuştina me ya îro biryarên ne di cî de yên bav û kalên wan in. Divê êdî zarokên wan sûcên bav û kalên xwe ji holê rakin û bidin efûkirin. Riya vê jî azadkirina gelê kurd û axa Kurdistanê ye. Çawa bav û kalên wan Kurdistanparçe parçe parçe kirin û dan bin destên ereb, faris û tirkan, divê îro jî ji wan bistînin û bidin destên kurdan, da ku xwe nekin şirîkê sûcê bav û kalên xwe. Ji bo destpêkirina pêvajoyeke wisa jî gava yekem QEDEXEKIRINA QADA HEWAYÎ YA KURDISTANÊ LI BER BALAFIRÊN ŞER e. Divê kurd û dostên kurdan bi şev û roj daxwaza vê biryarê ji dewletên cîhanê bikin. Divê Amerîka, Ewropa bi lez û bez qada hewayî li balafirên şer qedexe bikin, parastina gelê kurd misoger bikin û xwe nekin şirîkê sûcên dewleta tirk. Ev dewlet ne tenê qatil, sûcdar e, kujêrê jin û zarokan e, hevkarê DAIŞ, Hizbûlah, HUDAPAR, Mafya û hemû xerabiyên li ser vê axê ne. Divê cîhan xwe neke şirîkê vê xerabiyê. Cîhan deyndarê kurdan e. Kurdan bi deh hezaran şehîd ji bo aramiya cîhanê pêk bînin dane. Cîhan nikare vê yekê ji bîr bike û divê ji bîr neke. Lê Kurd jî divê bibin yek û li ser xwe û miriyên xwe bigirîn, ne bi giriyê sixte û li aliyê neyarê xwe bin.