4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pîşeya sobeyan bêqîmet bûye

Sobe wekî berî nayên çêkirin û nayên firotin. Hosteyê sobeyan Hanîfî Demîr diyar kir ku êdî sobe wekî berê nayên firotin û wiha got: “50 sal in vî karî dikim. Wekî berê sobe nayên firotin û ev çand wina dibe.

Sobeyên sac ên komir, êzing û sergînan ku berê li gund û bajaran zêde dihatin bikaranîn, êdî wekî berê nayên bikaranîn. Bi taybetî li bajar û navçeyan hem ji ber bikaranîna xaza xwezayî hem jî ji ber bikaranîna klîmayan weke berê sobeyên sac nayên bikaranîn. Esnafên ku li Amedê ji berê ve sobeyên sac çêdikin, êdî weke berê nafiroşin. Ji ber vê jî sobefiroş êdî nikarin debara xwe bikin. Sobefiroş Hanîfî Demîr ku li bazara sobeyan a navçeya Rêzan a Amedê 50 sal in sobeyan çêdike, der barê rewşa xwe de ji rojnameya me re axivî.

Hanîfî Demîr, diyar kir ku êdî weke berê sobe nayên firotin û çand sal in her diçe firotina wan kêm dibe û wiiha got: “Min di 8 saliya xwe de dest bi çêkirina sobeyan kir. 50 sal in ez vî karî dikim. 5 sal in teqewît bûme. Lê ji ber debara min nabe, dîsa dixebitim. Ez li ber destê hosteyên ermenî fêrî pîşeyê bûm. Ewil li sûka şewitî gelek ermenî yên sobe çêdikirin hebûn. Dema ez zarok bûm, diya min ez dibirim cem wan. Di 4-5 salan de fêrî kar bûm û bûm hoste. Dema ez bûm 20 salî min û birayê xwe bi hevre kargeriya sobeyan vekir. Me kar mezin kir. Wê demê qezenca me zêde bû. Lê niha êdî sobe nayên firotin. Ev çanda sobeyan hedî hêdî winda dibe.”

Weke berê nafiroşin

Demîr, ji bo çêkirina sobeyan ev agahî dan: “Berê zehmetiya vî karî gelek bû. Me hemû bi destan çêdikir. Me parçe dibirî, qeynax û lehim dikir. Niha çêkirin hêsan bûye. Bûye karê fabrîqeyan. Di salên dawî de ji ber pergal û tora xaza xwezayî pêş ketiye, wekî berê sobe nayên firotin. Niha em sobeyên kevn tamîr dikin. Em sîtil û qazanên avê tamîr lihêm dikin. Êdî debar bi vî karî nabe.”

Pîşe bêqîmet bûye

Di dawiyê de Demîr, bi lêv kir ku lêçûna lihêm û tamîrê zêde bûye û ev tişt anîn ziman: “Her ku diçe buhayê amûran jî zêde dibe. Buhayê sobeyan jî li gorî biçûk û mezinbûna wan diguhere. Yên herî biçûk bi 500 lîreyî ne. Yên herî mezin jî 3 hezar lîreyî ne. Ev pîşe her ku diçe tune û winda dibe. Êdî zarokên me jî vî karî nakin. Zarokên me vî pîşeyê zanin jî lê dîsa nakin. Hem zehmetiya wê heye hem jî tu qîmeta wê nemaye.”