2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DTO: Biryara dadgehê darbeya li dijî demokrasiyê ye

Seroka DTO’yê Elîf Tûran diyar kir ku rêveberên Konseya Navendî bi biryara dadgehê ji peyvirê hatin girtin û ev darbeya li dijî demokrasiyê ye.

Platforma Tenduristiyê û Platforma Ked û Demokrasiyê yên Amedê li ber deriyê avahiya Odeya Bijîşkê Amedê (DTO) têkildarî biryara ji peywirgirtinê ya bijîşkan daxuyanî dan çapemeniyê. Nûner û rêveberên HEDEP, OHD, Baroya Amedê, TUAY-DER, nûnerên Platforma Şaxan a KESK’ê û gelek sazî û dezgehên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Beşdaran pankartên “Bijîşktî nayê darizandin û TTB nayê bêdengkirin”, “Dest neavêje vîna min” hilgirtin û diruşmên “Dê êrîş me bêdeng nekin”,  “Dê faşizm biçe  bijîşktî bimîne”, “TTB nikare bê bêdengkirin” berz kirin. Seroka DTO’yê Elîf Tûran daxuyanî xwend. Tûran da zanîn ku li Tirkiye demeke dirêje ku prensîbên gerdûnî yên ‘Destûra Bingehîn’ qanûn û pêkanînên xwe paşguh kiriye û wiha got: “Bi nêzîkatiyeke dûrî zanist û edaletê û bi biryarên “Hiqûqî” yên baweriya gel bi edaletê dihat ji holê radike tê birêvebirin.  Di 30’ê Mijdara 2023’an de di serdema hikûmeta AKP’ê de destpêkê Endamên Konseya Navendî ya TTB’ê bi biryara dadgehê ji wezîfeyê hat girtin. Ev biryar darbeyek li demokrasiyê ye. Rêvebirên rêxistinên pîşeyî yên hatine hilbijartin ji peywirê tên dûrxistin.”

Polîtîkayên tundiya li ser tendirustiyê

Tûran, anî ziman ku ew li dijî her zor zehmetiya li ber xwe didin û wiha bi dawî kir: “TTB rêxistina pispor a bijîşkan e. Armanca wê parastina tenduristiya mirovan e. Di heman demê de bi salan e ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên aştî û demokratîk tevdigere. Ew li dijî çekên nukleerî û kîmyewî, mayînan, çeka ferdî radiwestin. Di vê serdemê de daraz bi destê yek kesî tê birêve birin. Hiqûq jî bi amûran tê birêvebirin. Ev demeke dirêj e em ji aliyê desthilatê û hevkarên wan ve têne hedefgirtin. Em li dijî bêhiqûqiyê ji bo edaletê, li dijî şer ji bo aştiyê têdikoşin. Mafê herkes û civakê yê tenduristiyê heye. Em ê bi TTB’ê re nirxên ked, demokrasi û mafên mirovan biparêzin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê