27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dilrehetî

Kî rojevê diyar dike, serwer ew e. Ew e ya ku hiş û mêjiyê te di nav çembera xwe de digerîne. Çimkî niha şerê herî dijwar li ser derûniya mirov tê meşandin û kî mifteya derûniyê bi dest bixe, mifteya rojeva rojane jî di destên wê/î de ye.

Wê rojê wekîleka kurd bersîvek da êrîşek devkî ya li parlamentoyê. Bersivek di cîh de bû, lê dîsa jî munaqeşeyek devkî bû, tiştek ku pir bihata mezinkirin tunebû! Lê welê hat mezinkirin ku te digot qey, derd û kul tev çûn, birîna welat derman bû. Min bi şaşwazî dît ku çiqas pir kes kêfxweş bûn bi wê gotina ku digot”terorîst tu yî! Bavê te ye!” Belkî gelek kes jî bi şaşwazbûna min şaşwaz bibin, lê bi rastî jî ev gotin û gotinên ku wek kurmikan li derdora vê gotinê dimilmilin, êdî pir pir zêde kevin û peritî nînin? Ma em hîn li wir, li pey gotina “terorîst”in?

Bêguman li vir dîsa ew xala girîng derdikeve pêşberê mirov! Kî rojevê diyar dike, serwer ew e. Ew e ya ku hiş û mêjiyê te di nav çembera xwe de digerîne. Çimkî niha şerê herî dijwar li ser derûniya mirov tê meşandin û kî mifteya derûniyê bi dest bixe, mifteya rojeva rojane jî di destên wê/î de ye. Çi bixwaze wî dide fikrandin, çi nexwaze wî dide jibîrkirin… Îja  kurdkomkirina li dora peyva “em ne terorîst in” jî û ya li dora “terorîst bavê te ye” jî êdî rewşek gelek şûndamayî û gelek şermende ye. Ma qey em hêj li wir in lo! Dibe ku ew hêj “li wir”bin û jixwe tenê “li wir” liyaqê me bibînin, lê em? Qey me xwe li erdê dîtiye ku hê jî li cîhê ku ew nîşan didin bimînin û bi zimanê ku ew dixwazin bersîv bidin?

Şaş neyê fêmkirin, ez nabêjim ku gere mirov bêbersiv bimîne, na. Lê gere bersîva mirov ne di ast û eyara wan de be. Na, ji wan bilindtir be û wek tîrek şervanên Medan wan bêhazirî biqefêle! Lewre bersivên ku ji rojev an gotinên wan tên, di bin hukmê wan da ne û wan na, me bêhazirî qefaltine. Loma jî ew tiştek davêjin ortê û em bi rojeva xwe bi pey wê dikevin, li dora wê dizivirin û bi tikandin an jî ecibandina wê dilê xwe rehet dikin. Îja heyran bertekên wek “ox xweş!” û hwd…çî ye, xweşbûna dil ewqas rehet e? Bersivdana faşîstek derahanê ya bi ziman û asta ku ew dixwaze, ewqas girîng e ji bo me…Ew û sulala xwe jî baş dizanin ku yên tundrew kî ne, armanca wan tenê tehqîr û manîpulekirina me ye, çimkî bes ew gav dikarin me li pey gotin û heqaretên  xwe bikişkişînin.

Belkî hinek bêjin, çima em nebêjin “ox xweş” û dilrehet nebin, qey heqê me jî nîne û hwd…Heyra wele herî pir heqê me û yên wek me ye. Lê divê oxweşên me ewqas sivik û di bin serweriya wan a psîkolojîk de nebin. Dilrehetî, dilxweşî û oxweşên me, gere giran û guherbar bin. Dema piştî xwe biguherînin, çerxa tekrarê bişkînin. Nîşanê vê dinyaya gewrik bidin ku dema kurd bêjin “oxweş!”bi rastî jî ox û xweş dibe, jiyan diguhere, kulîlk vedibin, miradê barbaran di çavên wan de dimîne û vî welatê heta bêjî delal serê xwe dispêre stêrkan.

Wey…Ma wilo hêsan e ku kurd bêjin “ox xweş!” Û dinya wek xwe, birîn li cîhê xwe bimînin. Em behsa kurdan dikin, kurdan! Ew gelê kevnar û nûjen û xweşbuhar! Loma dema ku wek şexs jî radeya me di ser ya faşistan de nebe, divê em aciz bibin. Lew ne mimkûn e ku ev herdu rastiyên ewqas ji hev dûr wek hev bin. Û ne mimkun e ku ew wek zordest, nexwazin me nekşînin der û rojeva ku ew dixwazin, li cîhê kemîna ku ew datînin Dibe ku kemîn wek peyv û rewşek leşkerî be lê jiyan bi xwe di nav kemînan de maye. Loma rojê çend caran gere mirov ji xwe bipirse ka çi, çima, çilo ji devê mirov derdikeve, çi kengê derûniya mirov bi saetan mijûl dike, çi kêfa mirov tîne û çi wek guleyek li nîva dilê kêfa mirov dikeve. Ji ber ku bi her rêbazê dixwazin dil û hiş jî, bîr û xeyal jî wek gund û bajaran di bi lingên xwe de bihêlin. Ji lew re em ji tevî dek û dolab û manîplasyonan re bibêjin na; û ne bi pey rojevên ku ew eyar dikin bikevin, ne jî bi encamên ferazî yên ku wek kefa li ser avê ne, lê ew dixwazin em pê dilrehet bibin û li ser razên sist bibin. Bi hêviya dilrehetî û dilxweşiyên rastîn.