5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hunera azadiyê xwe dispêre berxwedana kolektif

Endama komîteya amadekar a konferansa Modernîteya Demokratîk Bêrîvan Cûdî diyar kir ku di konferansê de bi taybetî ji bo qeyranên ku modernîteya kapîtalîst ku di nav civakê de di mile aborî, ekolojîk, siyasî, îdeolojîk û fîzîki avakiriye vala derbixin, cawa karin li ser rê û rêbazên çareseriyê analîzek enternasyonalîzm ya nû pêş bixînin niqaş kirin û got: “Ji 40 saziyên cuda bi giştî 180 kes ji 5 parzemînan beşdar bûn. Niqayên girîng pêş ketin.

Konferansa “Hunera Azadiyê-Rêxistinbûn û Stratejiyên Berxwedana Kolektîf” a Akademiya Modernîteya Demokratîk di 17-19’ê mijdarê de li bajarê Basel ê Swîsreyê pêk hat. Konferans li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Baselê pêk hat. Ji Ewropa, Efrîka, Latîn Emerîka û Asyayê 180 nûnerên rêxistinan tev li konferansê bûn. Di konferansê de krîza modernîteya kapîtalîst, rêyên çareseriya krîzê û perspektîfên çareseriyê hatin nîqaşkirin. Di konferansê de paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîqaş kirin.

Tekildarî naverok û encama niqaşên li konferansê endama komiteya amadekar a Akademiya Modernîteya Demokratîk Bêrîvan Cudî pirsên rojnameya xwebûnê bersivandin. Cûdî ewil anî ziman ku sernivîsa konferansê armanca sereke dide xuya kirin û wiha got: “Konferans bi sernavê ‘Hunera Azadiyê-Rêxistinbûn û Stratejiyên Berxwedana Kolektîf’ pêk hat. Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya bi navê Sosyolojiya Azadiyê de ku di girtîgehê de nivîsandiye, care yekem têgeha Hûnera Azadiyê bikar aniye. Hûnera Azadiyê tê wateya polîtikaya ku xwe naspêre dewlet, hêza iktidare û şîdetê.”

Cûdî da zanîn ku Hunera Azadiye xwe dispêre stratejiyek rêxistinî û berxwedaneke kollektîf û wiha axivî: “Ji bo ku em bi karibin xwe bigihînin vê hûnerê û Azadiya sexte ya modernîteya kapîtalîst û netew dewlet ku dixwaze bi îdeolojiya xwe ya lîberalîzm, ku di nava xwe de zayendperestî, olperestî, zanistperestî û nijadperestî dihewîne û bi vê riyê gelan homojen dike vala derbixin me xwast nîqaşek hevbeş di nav van 3 rojan de pes bixin. Bi armanca pêşxistina diyaloga di navbera têkoşînên tevgerên civakî de ji xalekî sereke ya konferanê bû.”

Ji 5 parzemînan beşdar bûn

Cûdî li ser rol û rista konferansê jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Bi taybetî ji bo ku em qeyranên ku modernîteya kapîtalîst ku di nav civakê de di mile aborî, ekolojîk, siyasî, îdeolojîk û fîzîki avakiriye vala derbixin, em cawa karin li ser rê û rêbazên çareseriyê analîzek enternasyonalîzm ya nû pêş bixînin jî xalekî giring bû. Ji 40 saziyên cuda bi giştî 180 kes tevlî konferansê bûn.  Ji 5 parzemînan beşdar bûn: Afrîka, Latîn Amerîka, Rojhilata Navîn, Asya û Ewropa Bi taybet rêxistinên girseyî beşdar bûn. Ev rêxistin ev in: “Askapena (welatê Baskê), Walaboomuu (Oromia-Afrîka), Endavant (Katalonya), Potere al Popolo! (Îtalya), Nacional del Comuneras (Venezûela), Partiya Komunîst a Sûdanê (Sûdan), Abahlali baseMjondolo (Afrîka Başûr), Însiyatîfa Berxwedan û Dîrokê (Elmanya), Platforma Grevên Civakî ya Transnasyonal, Vîkalp Sangam (Hîndîstan), Bantrîa Global, Congreso de los Pueblos (Colûmbîa), Eniya Demokratîk a Neteweyî ya Fîlîpînan (Fîlîpîn).”

Cudî li ser mijarên ku di konferansê de derketin pêş jî rawestiya û ev agahî dan: “Mijarên wekî; Perspektîfên (Netewî) Xwerêvebirin û Xweseriyê di Sedsala 21.  Di navbera hêza civakî û demokrasiya lîberal de – Di têkoşîna rizgariyê de fetl û hewcedarî Dîrok û Berxwedan: Kulîlkên veşartî yên Modernîteya Demokratîk. Azadiya Jinê û Sosyalîzma Demokratîk bi perspektîfa Jineolojiyê. Têkoşîna çîna transnasyonal di sedsala 21 Konfederalîzma Ciwanan a Demokratîk : Di Têkoşîna li dijî Modernîteya Kapîtalîst de Ciwan.  Demokrasiya Herêmî û Ekolojiyê. Li Bakur Avakirina Xweseriya Demokratîk – Tecrube û Refleks. Fikra sosyalîzmê – Ber bi nûbûnê ve. 21. Sedsal: Serdema Şoreşa Jinê. Rêxistinî û enternasyonalîzm hatin niqaşkirin.”

Wekî pêngava avakirina Konfederalîzma Gelan a Cîhanê ya demokratîk nirxandin

Cûdî li ser biryarên ku di konferansa Modernîteya Demokratik de hatin girtin jî rawestiya û ev agahî dan: “Ev konferans weke pêngaveke avakirina Konfederalîzma Gelan a Cîhanê ya Demokratîk hat nirxandin. Biryara sereke ew e ku têkiliyên heyî kûrtir bikin û di pêşerojê de semîner û konferansên cuda li parzemînan werin lidarxistin. Biryar hat dayîn ku hemû axaftin û pêşkêşiyên konferansê weke pirtûkekê bên weşandin û bi zimanên; Îngilîzî, Spanî, Îtalî, Kurdî û Tirkî bên weşandin. Hemû gel dikarin ji tecrûbeyên cuda fêr bibin.

Cûdî, da zanîn ku dikonferansê de qeyrana Modernîteya Kapitalist, rêbazên rizgariya ji qeyranê û perspektifên çareseriyê hat niqaşkirin û wiha berdewam kir: “Xalên sereke yên ku ji nîqaşan derketine holê ev in: Azadiya jinê weke rêgezeke bingehîn ji terefê her axaftvanekî hate pejirandin. Êdî hêza fikrî û bîrdozî roleke navendî di têkoşîna civaka azadkirî de dilîze. Êdî erka pêşengan ew e ku bi rêya saziyên fikrî u çandî da ku bi rêya avakirina saziyên guncaw û bi rêya siyasetê hêza xwe ya civakê bi pêş bixin. Hêza sosyalîzmê ancax bi hişmendiyeke demokratîk a berfireh, kûr a civakê, bi rêxistinbûn û şêweyê jiyanê dikare bê eşkerekirin. Ya ku divê were xurtkirin ne dewlet e, civak e ku divê hêzê bi dest bixe. Ev konsensûsa bingehîn e. Li derveyî dewletê li ser çareseriyan bifikirin û çareserî pêşxistin.

Herwiha a giring rêzgirtin û têgihên din û stratejîyên din bû, ku di navenda van karên siyasî de feraseteke nû ya siyasetê ye ku li dijî feraseta desthilatdarî û netewe dewletê ya modernîteya kapîtalîst e, li Kurdistanê ev avakirina xweseriya demokratîk û neteweya demokratîk e. Li deverên din ên cîhanê nêzîkatiyên din ên wekî têgeha “avakirina neteweyî” li Welatê Baskê, “populerbûna poder” li hin deverên Amerîkaya Latîn, an jî nêzîkatiyên din ên demokrasiya radîkal li seranserê cîhanê hene. Divê em erkên xwe yên siyasî ji kesên ku pirjimariya siyasetê xera dikin re nehêlin siyasetê ji bo desthilatdariya xwe bi kar bînin û siyasetê bikin pîşe û debara xwe jê bikin.”

Azadiya jinê wekî azadiya civakê hat dîtin

Cûdî bal kişand ser niqaşa sernavên “Di sedsala 21’emîn de Nasnameya Jinê” û “Destkeftiyên Tevgera Azadiya Kurdistanê û perspektif” û wiha pêde çû: “Pêşengên Modernîteya demokratîk jin û ciwan in. Di vê mijarê de di nîqaşên xweser û giştî de gotina ku azadiya jinê azadiya civakan e hate xêzkirin.Her wiha di teoriya modernîteya demokratîk de enternasyonalîzm wateyek nû digire. Têgihîştina enternasyonalîzmê jî li ser bingeha rexne û xwe-rexnekirina tecrubeyên sedsala 20’an hate pêşxistin, ji ber ku enternasyonalîsta dewletparêz di sedsala borî de hegemonyayeke nû derxistiye holê. Di her rewşê de hêza antî-sîstema ku bi ser ket û bû netew-dewlet an jî dewlet û dezgehên desthilatdariyê girtin, di qada enternasyonalîzmê de jî rola pêşeng girt. Hêviyek hebû ku şoreşê li ser asta cîhanê bimeşîne, bi gotineke din, enternasyonalîzmê belav bike. Lê belê enternasyonalîzm bû qurbana mekanîzmayên îdarî yên dewleta netewe û bi demê re fonksiyona xwe winda kir û ket nava hegemonyaya sermaye û yekdestdarên desthilatdariyê. Şoreşa Çîn û Rûsyayê li ser vê xetê pêşket. Di dawiyê de polîtîkayên wan êdî ne li ser rêgezên enternasyonalîzma şoreşgerî, li gorî berjewendiyên dewleta netewe, stûna modernîteya kapîtalîst bûn.

Di pergala konfederalîzma demokratîk de wê tenê têkilî û tifaqên li ser bingeha azadiya civakî, wekhevî û demokrasiyê derkevin holê. Têgihiştina enternasyonalîzmê di teoriya modernîteya demokratîk de sînorê herêmî û demkî yê sosyalîzmê, ango balkişandina mijara şoreşgerî li ser herêmek an jî komeke civakî derbas dike.

 Cûdî nerîna beşdaran a li hemberî paradigmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Moderniteya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratik jî parve kir û wiha got:Nûnerên tevgera Askapena (welatê Baskê) piştî konferansê ev tişt gotin: “Ev cara yekem e em dibînin ku tevgera Kurd û hêzên cuda yên enternasyonalîst bi awayekî vekirî behsa mafê çarenûsiyê dikin.”

Yên ji Hindistanê jî ev tişt gotin: “Dema ez ciwan bûm, min li ser şoreşa Kubayê dixwend û Che-Guevara behsa kesayeta nû ya sosyalîst dikir. Di van hersi rojên di nav konferansê de min cara ewil ev yek dît ku tevgera azadiye vê kesayeta sosyalist ya nû avakiri ye.

Her kesî got ku şert û mercên me ji Kurdistanê cuda ne, lê em dikarin ji paradîgmaye gelek tiştan fêr bibin.

Ji bilî vê ev konferans encam û berdewamiya niqaşên hêzên cîhanî û yên femînîst ên dîrokî ye. Her wiha ev konferans berdewamiya konferansa ku li Berlînê bi şiyara ‘Jin pêşeroja xwe dihûninê’ û konferansa yekemîn a ji aliyê tevna ciwan dîrok dinivîsînin ku li Parîsê pêk anîn e. Wateya van konferansa ji bo me pir girînge. Ji ber ku pêşengên paradîgmaya modenîteya demokratîk jin û ciwan in. Ji bona vê  ev konferans weke berdewamiya konferansên jin û ciwanan tê dîtin.

Di konferansê de her rêxistin piştgirî da pêngava nû ya “Azadî ji Öcalan re azadî, çareseriya siyasî ji Kurdistanê re”