spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li  Amedê qad ji bo pîrozbahiya Newrozê amade ye

Amadekariyên li Qada Newrozê ku wê sibê ji sed hezaran kes re mazûvaniyê bike, ji bo pîrozbahiya bi heybet amade ye

Li Amedê amadekariyên pîrozbahiya Newrozê ber bi dawî ve diçin. Amadekariyên li Qada Newrozê jî ku wê sibê ji sed hezaran kes re mazûvaniyê bike, ji bo pîrozbahiya bi heybet amade ye. Dika pîrozbahiyê bi pankartên Newrozê û dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” hatiye xemilandin. Ji ber ku Newroza îsal diyarî bi deh hezaran qurbaniyên erdhejê tê kirin, dik bi pankartên reş hatiye xemilandin. Her wiha nivîsa “Bila serê gelê me sax be” jî balê dikişîne ser xwe.

Newroz, dê sibê saet di 10.00’an de dest pê bike û di saet 18.00’an de bi dawî bibe. Qada Newrozê bi pankartên “Jin jiyan azadî” û bi alên Partiya Çep a Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û flamayên reng û reng hatine xemilandin.