10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xelkê Colemêrgê navnîşana çareseriyê nîşan da

Bi hezaran kesên tev li pîrozbahiya Newroza Colemêrgê bûn dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Di axaftinên pîrozbahiyê de hat gotin ku navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye.

Newroza Colemêrgê bi tevlibûna bi hezaran kesan hate pîrozkirin. Newroz, li quntarê Çiyayê Simbî li Otogara bajar hate pîrozkirin. Qada Newrozê bi alayên HDP û Partiya Çep a Kesk hatibû xemilandin. Li gel navenda bajar, her wiha bi sedan kes ji gund û navçeyan berê xwe dan qada pîrozbahiyê. Gelemperiya welatiyan cil û bergên kurdî li xwe kiribûn. Hinek esnafan jî ji bo pîrozbahiyê derabeyên dikanên xwe venekirin. Peywirdarên Newrozê ji bo qurbaniyên erdheja Mereşê, cilên reş li xwe kiribûn.

Çerxa şoreşê

Beşdaran li qada Newrozê bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin û stranên “Çiyayê Bagokê” û “Gevere Gevere” gotin û li ber govend gerandin. Bernameya pîrozbahiyê piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Piştî rêzgirtin girseyê bi yek dengî sirûda “Çerxa Şoreşê” got.

‘Tayyîp îstîfa bike’

Piştre jî axaftin hatin kirin. Di vê navberê de girseyê dirûşmên “Tayyîp îstîfa bike”, “Hikûmet îstîfa bike”, “AKP diz e” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: “Di erdhejê de li her çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê gel xwe birêxistin kir. Li hemû deveran jî kesên dilxwaz bi hawara mexdûrên erdhejê çûn.”

Berteka li dijî tecrîdê

Bi domdarî Dede anî ziman ku îktîdar di neçareseriyê de israr dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êdî tehemûla wan a ji bo siyaseta demokratîk jî nîne. Heke li cihekî faşîzm hebe, kesên li dijî wê li ber xwe didin jî hene. Gelê Colemêrgê li ber xwe dide. Bi sorkirina şer xelkê jehrî dikin, tecrîda giran dikin. Ev 24 sal in li ser birêz Ocalan tecrîd heye. Ev tecrîd, di esasê xwe de li ser gelên Rojhilata Navîn tê ferzkirin. Divê birêz Ocalan tavilê bikare dengê xwe bide bihîstin.”

Beştaş: em ê pêşerojê ava bikin

Piştre jî Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş axivî û bal kişand ser girîngiya Newrozê. Beştaş, wiha got: “Me erdhejeke mezin jiya. Li gorî daneyên fermî, 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Lê belê em dizanin ku weke her carê derewan dikin. Heta derheqê miriyên me de jî derewan dikin. Em ê di 14’ê gulanê de bi hev re wan têk bibin.”

Di berdewamê de Beştaş bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Îro ew roj e ku em li van qadan bibêjin ‘tecrîdê rakin û deriyên Îmraliyê vekin.’ Em ê hesabê ji wan bipirsin û wan têk bibin.” Axaftina Beştaş gelek caran bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hate birîn.

Beştaş, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tekane partiya ku bikara pêşeroja Tirkiyeyê ava bike, partiya me ye. Baweriya me bi gelê me tê û we em bi tenê nehiştin. We li dijî tu cureyên zilm û faşîzmê serî netewand. Dê gelê kurd ji vir û şûnde jî serî netewîne.”

 ‘Em heqê xwe helal nakin’

Dema Beştaş qala gotina Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku digot “Heqê xwe li me helal bikin” dikir, girseyê bi yek dengî got “Em helal nakin.” Beştaş, bi lêv kir ku îktîdar hewl dide bi rêya tecrîdê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bide jibîrkirin û wiha pê de çû: “Gelê kurd tu carî birêz Ocalan ji bîr nake. Girava Îmraliyê, deriyê aştiyê ye. Nifteya vekirina deriyê Îmraliyê jî di destê we de ye.”

 Nameya hevşaredar hatîmoglû hate xwendin

Piştî axaftina Beştaş, nameya Hevşaredara Colemêrgê ya berê Dîlek Hatîpoglû ku niha girtî ye hate xwendin. Piştî nameyê jî welatiya agirê Newrozê vêxistin û dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Bernameya pîrozbahiyê bi stranên Koma Sorjiyan bi dawî bû.