27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Depê warê Mazlûm Dogan agirê Newrozê hat pêxistin

Li navçeya Depê ya warê Mazlûm Dogan e ku yek ji remzên Newrozê ye agirê Newrozê hat pêxistin. Parlamenter Necdet Îpekyuz axivî û got: “Kawayan li dijî Dehaqan, Mazlûman li dijî zilmkaran serî rakir û bi ser ketin. Îro jî roj roja me ye. Em ê bi ser bikevin.”

Li warê Mazlûm Dogan ê yek ji pêşengên PKK’ê ku di Newrozê de li Zindana Amedê bi sê darikên kirbîtê agirê Newrozê geş kir.. Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çepên Kesk ve li navenda navçeya Depê ya Xarpêtê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” Newroz hat pîrozkirin. Girseyeke qelebalix li qada Newrozê kom bû. Rêveberên Komeleya Elêwiyan ên Depê, rêveberên Partiya Çep a Kesk, HDP, DBP, Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz beşdarî pîrozbahiyê bûn.

‘Em ê bI ruhê Newrozê bi gelê xwe re bin’

Endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Asya Kolçak axivî. Kolçakê bal kişand ser erdhejê û bandora wê û got: “Ev erdhejê birîneke mezin li me vekir. Mixabin bi hezaran canên me mirin û bi hezaran kes birîndar bûn. Em vê Newrozê jî diyarî giyanê wan dikin. Em ê her tim bi ruhê Newrozê piştevaniya gelê xwe bikin.”

‘Mazlûm li dijî zilmkaran serî hilda’

Parlamenter Necet Îpekyuz bi pîrozkirina Newrozê dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Weke tê zanîn erdhejeke mezin rû da. Bîlançoya wê mezin bû. Sedemê vê jî îktidara AKP’ê û rêveberiya wê bû. Me bi hev re alîkariya hev kir. Ew tune bûn, em hebûn. Neweroz şahî ye lê belê îsal ji bo qurbaniyên erdhejê şîn heye. Newroz tenê ne şahî ye, serhildan e jî. Îsal jî em Newroza mizgîniyê ya serkeftinê li dar dixin. Çawa ku Kawa li dijî Dehaqan, Mazlûm li dijî zilmkaran agirê serhildanê pêxist û em îro jî li dijî Dehaqên serdemê serhildana xwe digihînin serkeftinê. Em ê li dijî vê îktidara îhmalkar bi ser kevin. Em ê wan bişînin. Wê yekitiya me û piştevaniya me berfireh bibe.

Tecrîd bûye teşeyê rêveberinê

Newroz têkoşîn û serhildaneke mezin e. Newroza Amedê ku lê nameya birêz Abdûlah Ocalan hat xwendin tê bîra we. Çawa ku ew pêvajoya çareseriyê bi dawî bû û tecrîd bû şêweyê rêveberinê şûnve krîz zêde bûn. Her ku diçe Tirkiye ber bi hilweşandinê ve diçe. Li pêşiya me jî hilbijartin heye. Em ê di vê hilbijartinê de wan bişînin. Digotin HDP qediyaye, HDP gel e, ne kesek e. Gelê me partiya xwe û xwe jî baş nas dike. Em ê li dijî wan bi hev re li ber xwe bidin.”