10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Gogsiyê welatiyan gotin deriyê Îmraliyê vekin

Li Navçeya Gogsî ya Erziromê agirê Newrozê li qada ber avahiya HDP'ê hat vêxistin. Bi hezaran kes tevlî bûn û gotin deriyê Îmraliyê vekin

Li Navçeya Gogsî ya Erziromê agirê Newrozê li qada ber avahiya HDP’ê hat vêxistin. Derbasbûna gel a qada ku bi alên HDP û Partiya Çep a Kesk hatibû xemilandin dest pê kir. Li ketina qada Newrozê noqteyeke lêgerînê hatiye danîn. Piştî rêzgirtina ji bo kesên di erhejê de jiyana xwe ji dest dan bernameyê dest pê kir.

Gel bi eleqeyeke mezin tevlî pîrozbahiyê bûn û kesên ku tevlî Newrozê bûn dirûşma “Hukumet îstifa” berz kirin.

Hevserokê DBP’ê Ramazan Karakaş bal kişand ser wekheviyê û got Newroz qêrîna aştiyê ye.

Endama Meclîsa HDP’ê Gulderen Varli, bal kişand ser bêtedbiriya îktidarê ya di erdhejê de. Wê demê dirûşma “Hukumet îstifa” hat berzkirin.

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan dema axivî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz bû. Omer got kurd ne ‘terorist’ e û got îradeya kurdan qebûl nakin. Omer got bila deriyên Îmraliyê vebin.

Dayikên Aştiyê yên tevlî Newrozê bûn bi nîşaneya serfiraziyê agirê Newrozê vêxistin.

Piştî axaftinan dengbêj û Kadir Çat derketin ser dikê.