18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di Êrîşa Reqayê de 6 endamên hêzên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dan

Hevserokê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Heco ji malpera fermî ya Rêveberiya Xweser re têkildarî êrîşa şaneya DAIŞ’ê ya li Reqayê agahî dan.

Elî Heco ev agahî parve kirin: “Di encama têkbirina êrîşa şaneya DAIŞ`ê de ya vê sibehê li rojavayê Reqayê, 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û 3 şervanên hêzên leşkerî şehîd bûn. Hêzên Ewlekariyê ji bo girtina endamên şaneyê operasyona paqijiyê li herêmê didomînin.”

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî êrîşê heta niha tu daxuyanî nedane.