19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurd dixwazin qetlîama li parîsê bê ronîkirin

Li Parîsê bi hezaran kurd û dostên xwe li dijî komkujiya ku sê welatî û şoreşgerên kurd hatin qetilkirin dimeşin.

Li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li paytexta Fransayê Parîsê di 23’ê kanûnê de êrişek çekdarî pêk hat. Di êrişê de ji pêşengên Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin û 3 welatî jî birîndar bûbûn.

Bi hezaran kurd û dostên xwe bi armanca protestokirina Komkujiya Parîsê ya Duyemîn û bîranîna her sê qurbaniyan meş li dar dixin. Meşê ji ber Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya dest pê kir û bi deh hezaran kes dirûşman berz dikin û dimeşin. Kurd û dostên xwe hêrsa xwe li dijî komkujiyê tînin ziman û dixwazin qetlîam bê ronîkirin.