5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkoşîna dayikên kurd

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Hefteya borî li Stenbol û Îzmîrê bi pêşengiya malbatên girtiyan li dijî pergala tecrîdê meş hat lidarxistin. Polîsên dagirkeriya tirk bi dijwarî êrişî dayikan û nûnerên gelê Kurd kirin. Ev êriş ne wisa yên ji rêzê ne. Bi van êrişan dixwazin ji kurdan re bibêjin; “em we bi ti awayî nas nakin.”

Şefê rejîma faşîst Erdogan gelek caran hewl da ku bi gotinên xwe êrişên hovane yên li dijî gelê kurd rewa nîşan bibe. Ji xwe di sala 2006’an de ku hingê serokwezîr bû,  wiha ferman dida esker û polîsên xwe: “Jin jî bin, zarok jî bin ji bo me ferq nake, hêzên me çi pêwîst be wê bikin.” Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ku li ser dijminatiya gelê kurd bi vê têgehê êrişan dibe ser gelê kurd.

Desthildatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji bo qirkirina kurdan temam bike her cure rêbazên şerê qirêj xist dewreyê. Li dijî kurdan li bajarên bakurê Kurdistanê êrişeke topyekûn hate destpêkirin.

Bi awayekî eşkere li naverasta kolanan jin û ciwanên kurd ji aliyê polîsên dewleta tirk hatin qetilkirin. Tevî vê hovîtiyê jî dijminên sondxwarî yê kurdan bang li esker û polîsên xwe dikir ki guh nedin mevzûatê û digot; “em li vê derê li pişta we ne.” Di vê çarçoveyê de desthilatdariya ku li ser dijminantiya kurdan hatiye avakirin ji bo temenê xwe yê li ser postê desthilatdariyê dirêj bike serî li her cure qirêjiya da.

Dîmenên îşkenceya polîsên tirk ên li naverasta Stenbol û Îzmîrê jî bi vî şerê qirêj ve girêdayî ye. Li ber çapemeniyê faşîstên ku cesaretê ji desthilatdariya AKP-MHP’ê û polîtîkaya wê ya şer cesaretê digirin bi çavsoriyeke mezin êrişî kurdan dikin. Polîsên dewleta tirk ku ji nirxên civakê nesîbê xwe negirtine bi van êrîşan hewl didin egoya xwe ya nijadperestiyê tatmîn bikin.

Di çalakiya malabatên girtiyan a li Stenbolê de êşkencaya li dayika kurd Zeynepa 70 salî hate kirin û êrişên li ser siyasetmedarên kurd pêş ketin bi vê zîhniyetê ve girêdayî ne.

Divê beriya her tiştî em pênaseya kesên ku wisa bi hovane êrişî kurdan dikin îşkenceyê li wan dikin baş bikin. Em nikarin van êrişan şexsî ango wek êrişên kesekî bigirin dest. Ev êriş, ji êrişên polîsan zêdetir êrişên zîhniyeta pergala dij kurd in.

Em ji bîr nekin ku di çarçoveya vê siyaseta desthilatdariya faşîst de bi tank û topan bajarên bakurê Kurdistanê hatin wêrankirin. Tevî van êrîşan jî Erdogan ê 20 sal in bi hikumetên xwe li ser hukm e, nikare siyaseta xwe ya qirkirina kurdan bibe serî. Li dijî siyaseta qirker kurdan li qadan her tim bersiva faşîzmê da. Di çalakiyên li Stenbol û Îzmîrê de jî malbatên girtiyan, sazî û dezgehên civaka sivîl û partiyên demokratîk faşîzma vê dewletê li rûyê wê xist. Ji ber vê rastiyê şefê faşîst dîsa ferman da polîsên xwe. Bi tekane hêza xwe ango bi şîdetê xwest îradeya gel bişkînin. Tevî heqaret û îşkence û binçavkirina jî hem li Stenbolê û hem jî li Îzmîrê kurdan, hêzên demokrasiyê ji tecrîd û faşîzmê re gotin na.

Sekna dayikan ya li dijî pergala şer û tecrîdê ya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi nirx e. Dayikên ku di bin şertên zahmet de li himberî vê zîhniyeta faşîst li ber xwe didin, peyama têkoşîna serdema nû didin me. Xwedîderketina li hebûn û nirxên xwe bi têkoşîna wisa piralî gengaz e. Têkoşîna bi vî rengî ne ji bo têkbirina desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê tenê ji bo têkbirina pergala dewleta tirk a dij kurd jî xwedî girîngiyeke mezin e.