2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Beriya êrîşê gef li Encû xwariye

Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encû, diyar kir ku polisê êrîşî wî kiriye beriya niha gelek caran gef lê xwariye û cesareta xwe ji Serokkomar Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû digire

Di 18’ê kanûnê de xizmên girtiyan ji bo çalakiya xwe ya saleke girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin û nayên berdan li dar dixistibûn bi dawî bikin, xwestin li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê çalakiyê pêk bînin. Polisan bi tundî çalakiya xizmên girtiyan asteng kir û êrîşî Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encû kir. Polisekî çêr bi Encû kir, dema ku Encû li dijî çêrên wî derket û ew hişyar kir şemaq li Encû xist.

Ev tundiya polisan a li dijî xizmên girityan û Encû di nav hefteyê de bû sedema bertekên mezin. Rojek piştî vê çalakiyê Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi armanca şermezarkirina vê tundiya polisan û piştgiriya xizmên girtiyan û Encû xwestin li Kadikoyê çalakiyeke şermezarkirinê li dar bixin. Polisan her du hevserokên HDP’ê dorpêç kir û bi saetan destûr nedan ku ji avahiya partiya xwe ya Kadikoyê derkevin.

Çalakiya xizmên girtiyan

Nûnerên partiyên muxalefetê jî di nav de gelek kesan li ser hesabên xwe yên medya sanal daxuyanî da û bertek nîşanî êrîşa li dijî Encû û dorpêça polisan a ser hevserokên HDP’ê da. Lê ji hêla desthilatê ve der barê êrîşa li dijî Encû û dorpêça polisan a ser hevserokên HDP’ê de tu daxuyanî nehat dayîn. Ferhat Encû der barê êrîş û tundiya polisan a li dijî xwe de ji rojnameya me re axivî û nirxandin kirin.

Di destpêka axaftina xwe de, Encû diyar kir ku demeke dirêj e endam û rêveberên partiya wan bi êrîşên bi vî rengî re rû bi rû dimînin û wiha got: “Weke rêbazeke bi gişti polîs li dijî me li qadan tên bikaranin, ev polîtîkayeke giştî ye. Weke tê zanîn ev nêzî salekê ye her hefte li ber edliyeyan dayikên girtiyan ji bo ku  girtiyên nexweş û girtiyên înfazê wan hatine şewitandin bên berdan û tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin, daxuyanî didin. Dayikan wê çalakiya xwe ya fînalê li dar bixista û bi dawî bikira. Weke HDP ê me jî xwest deng bidin dengê dayikan û xwedî li daxwazên wan derkevin. Em hê kom dibûn êrîşî me kirin.”

Kesên divê biparêzin êrîş dikin

Encû, destnîşan kir ku polîsê ku êrîşî wî kiriye ne polisekî ji rêzê ye û ev tişt gotin: “Ev kes di her daxuyaniyên me de peywirdar e. Beriya niha rasterast çend caran gef li min xwaribû. Vê carê jî çêr bi min kir û min jê re got çêran neke. Ji wî tirê rojnameger tune ne, kes dîmen nakişînin û êrîşî min kir.  Vê cesaretê jî ji serokkomar û wezîrê karê hindur ku her roj li pêşberî kamerayan êrîşî gelê kurd dikin û biçûk dixînin, digire. Ji ber vê sedemê ev kesên ku karê wan parastin e êrîşî vîna gelê kurd dikin.”

Di berdewama axaftina xwe de Encû, bi lêv kir ku desthilata AKP-MHP’ê ji ber ku ji hêla siyasî ve li dijî gelê kurd têk çûye dixwaze bi polisan me bi bitirsîne û bi me paşde gav bide avêtin û wiha pêde çû: “Dixwazin tirsê têxin nava gel û careke din desthilata xwe bidomînin lê di rastiyê de ev êrîş lewaztî û tirsa nava dilê wan dide nîşandan. Di hevdîtinên budçeyê yên limeclîsê de ev rewşa wan pir aşkera li holê bû. Êdî nikarin xwe bînin ziman. Ji ber vê rewşa xwe bi destê polîsan êrîşên bi vî rengî dikin. Bi vî awayî dixwazin dengê gel ê li dijî wan dernekeve.”

Ji Soylû cudatir nabîne

Encû, ji bo gotinên Şaredarê Bolûyê Tanjû Ozcan ên li dijî wî û peyamên piştgiriyê yên ji bo wî jî ev tişt anîn ziman: “Daxuyaniyên Şaredarê Bolûyê yê CHP’î ev êrîş rewa kirin. Em vî kesî ji Suleyman Soylû cudatir nabînin û ji xwe bi riya parêzerê xwe jî min der heqê vî kesî de doz daye vekirin. Lê divê CHP jî daxuyaniyekê bide kû gotinên şaredarê xwe çawa digire dest. Peyamên piştgiriyê yên hatin dayîn jî gelek hêja ne, cara yekî ye ew qas bertek tên nîşandan û ev erênî ne. Divê ku mûxalefet ji bo çareseriyê jî gav bavêje da ku careke din êrîşên bi vî awayî pêk neyên û li welêt aştî û demokrasî pêk were. Ji bo vê yekê divê daxwazên gelê kurd li ber çav bên girtin.”