4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Mêrdînê cendirmeyan ji ber hişbirê polîsekî kuştin

Derket holê ku li ser rêya Mêrdîn-Amedê cendirmeyan polîsê bi navê Î.A. ku di wesayîta xwe de hişbirê biriye kuştine û bûyer ji raya giştî hatiye veşartin.

Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê, ji ber ku di wesayîta xwe de hişbirê biriye cendirmeyan polîsekî kuştin. Li gorî nûçeya ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) daye, di 19’ê kanûnê de polîsê bi navê Î.A. dema ku bi wesayîta xwe hişbirê biriye, cendirmeyan ew dane rawestandin û kuştine. Bûyer li ser rêya Mêrdîn-Amedê li noqteyeke kontrolê ya cendirmeyan pêk hatiye.

Îxbara polîsê ku li Midûriyeta Polîsan a Midyadê xebitiye destpêkê ji cendirmeyan re çûye û cendirmeyan wesayîta wî li noqteyê daye sekinandin. Gava cendirmeyan wesayît daye sekinandin Î.A. dest avêtiye çeka li ser xwe. Bi vê re cendirmeyan jî wesayîta Î.A. guleberan kiriye. Polîs. Î.A. bi giranî birîndar bûye û ew rakirina Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mêrdînê. Î.A. li nexweşxaneyê miriye.

Ser bûyerê hat nixumandin

Di wesayîta Î.A. de 70 pakêt tiryak hatiye dîtin. Walîtiya Mêrdînê û Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê hê jî der barê bûyerê de tu daxuyanî nedane û nehat hînkirin ku bê ka der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin yan na. Şahidên bûyerê ragihandin ku piştî wesayît hatiye sekinandin rageşî rû daye û cendirmeyan gelek caran çek li wesayîtê reşandine.

Cendirmeyên ku ji MA’yê re axivîne jî gotine ku piştî îxbar ji wan re hatiye wan wesayît daye sekinandin, lê belê Î.A. ne ji bo ku êrişî wan bike ji bo ku xwe bikuje destê xwe avêtiye çeka xwe û gotin ku gava wan hewl daye pêşî li ber Î.A. bigirin, çek lê hatiye teqandin.