21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Doza Kobanê: Civîna çapemeniyê ya li avahiya KCD’ê wek sûc hatiye nîşandan

Siyasetmedar Gultan Kişanak diyar kir ku civîna çapemeniyê ya li KCD’ê hatiye lidarxisitn wek sûc hatiye nîşandan û got: “Gelo em civînê li eywana konferansê ya Qesrê li dar bixin?

Siyasetmedar Gultan Kişanak diyar kir ku civîna çapemeniyê ya li KCD’ê hatiye lidarxisitn wek sûc hatiye nîşandan û got: “Gelo em civînê li eywana konferansê ya Qesrê li dar bixin? Çima ewqas ji platformên sivîl ditirsin.”

Danişîna 20’emîn a Doza Kobanê di roja 5’emîn de li eywana danişînê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. 17 jê girtî 108 siyasetmedar ji dozê tên darizandin. Bi piraniya van siyasetmedaran endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê yên berê ne. Her wiha Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nava 17 siyasetmdarên girtî tên darizandin de cih digirin.

Danişîn ji aliyê 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve tê birêvebirin. Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê tev li danişînê bûn û siyasetmedarên girtî yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Rêveberên HDP’ê û parêzer dozê dişopînin. Danişînêbi parastina Hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak berdewam kir.

‘Xwestin kambûsek nû bi pêş bixin’

Kişanak têkildarî dosyeya Kobanê û dosyeya doza wê ya li Meletiyê kirine yek û ku xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) axivî û got: “Ji bo ez bêm girtin senaryoyek KCD’ê hatiye nivîsandin. Di sala 2015’an de hemû lêpirsînên derbarê min de di îdianameyekê de hatine amadekirin lê li wir xebatek KCD’ê tune bû. Heke elqeyek min bi KCD’ê re hebûya wê vana di îdianameya 2015’an de cih bigira. Ji ber ku di sala 2016’an de biryara girtina me hat dayîn, li ser sergoyê FETO lêgerînek nû kirin, xwest îdiayek nû û kûmpasek nû li pêş bixin.”

‘KCD ne rêxistineke dijsiyasî ye’

Kişanak parastina xwe wiha domand: “Heke li KCD’ê wezîfeyek min fermî hebûya, heke ez hevseroka wê bûma min ê viya bi serbilindî biparasta. KCD rêxistinek dijyasayî nîne. Platformek sivîl a demokratîk e. Xebatên wê li ser daxwaz û pêdiviyên kurdan ên siyasî û civakî bûn. Sîwanek sivîl a xebatên rêxistinkirina civakî bûn. Saziyek ku nayê înkarkirinê ye. Xebatên pir hêja û sûd jê bê girtin bi rê ve dibe. Xebatên çanda lihevkatinê dike. Konferans û civînên hêja li dar xistiye. Lewma divê xebatên wê bên pîrozkirin.

Civîna li avahiya KCD’ê kirine sûc!

Îdiayên derbarê min de ku hatine kirin bi temamî daxuyaniyên li avahiya KCD’ê ne. Heke tenê sûc daxuyaniya li avahiya KCD’ê be têkildarî vê pêşnûmeyek yasayê derxin. Gelo lê em civîna çapemeniyê li eywana konferansê ya Qesrê li dar bixin? Gelo çima ewqas ji platformên svîl ditirsin? Me di sala 2012’an de civînek çapemeniyê li dar xistiye. Demîrtaş axivî ye û ez li ba wî bûme lê neaxivîme. Sûcê ez li wir bûme û sûcê ku Demîrtaş daxuyanî daye çi ye? Ev çawa bobelata hiqûqê ye? Tê xwestin me bi xebatên me demokratîk sûcdar bikin. Me tu sûcek ne kiriye. Hemû sûcdarî di çarçoveya kûmpasê de hatine hûnandin.”

Kişanak bi bîr xist ku salvegera Komkujiya Roboskî nêz dibe û got: “Ez carek din vê qetlîamê nalet dikim. Ez gazî dikim rayedar bi heqîqeta Roboskî re hevrû bibin.”

Piştî parastina Kişanak navber hat dayîn û pişt re dîsa danişînê destr pê kir.