30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Temel bang li wezîrê dadê kir: Divê pêşî li hevdîtina li Îmraliyê bê vekirin

Banga me zelal e, divê parêzer demildest biçin Îmraliyê. Divê pêşî li hevdîtina bi aktorê çareseriyê re bê vekirin.

Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê veguheriye dijminatiya kurdan û bang li Wezîrê Dadê kir ku pêşî li hevdîtina parêzeran veke.

Çalakiya nobedê ya parlamenterên HDP’ê ku bi daxwaza hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re li ber Wezareta Dadê dane destpêkirin, di roja 4’emîn de berdewam kir. Parlamenterên HDP’ê Tayîp Temel, Abdullah Koç, Kemal Pekoz, Muazzez Orhan, Celadet Gaydali û Gulistan Kiliç Koçyîgît ber bi Wezareta Dadê ve meş li dar xistin. Polîsan li ber Deriyê Dîkmenê yê Meclisê pêşî li parlamenteran girt û meşa wan asteng kirin.

Polîsan ji parlamenteran re diyar kir ku wan “ferman” girtiye û dê destûr nedin parlamenter biçin ber Wezareta Dadê. Polîsan rojnamevanên ku meşê dişopandin jî asteng kirin.

Temel: Em ê bi bîryardarî nobeda xwe bidomînin

Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel li ber deriyê Meclisê daxuyanî da û diyar kir ku ew bi armanca hiqûq li Girava Îmraliyê bê sepandin û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikaribe bi parêzerên xwe re hevdîtin bike hefteyeke li ber Wezareta Dadê çalakiya nobedê li dar dixin. Temel wiha got: “Îro em bi sepanek nû re rûbirû man. Li Deriyê Dîkmenê yê Meclisê bêyî biryareke nivîskî, bêhiqûqî em hatin astengkirin. Nehiştin em biçin ber Wezareta Dadê. Em li vir ji bo protestokirina bêhiqûqî, kêfî û pêkanînên dijhiqûqî li ber xwe didin. Li ser tecrîd û rewşa krîtîk a li Îmraliyê em ê îro li Meclisê daxuyaniya xwe ya berfireh bidin. Hûn dibînin dîmena klasîk a van demên dawî ya Tirkiyeyê. Em ê di vê nobedê de bi israr û biryar bin. Divê her kes vê bizanibe.”

Li gorî edalet û hiqûqê tevbigerin

Temel destnîşan kir ku nêzî hefteyekê ye ji bo bêhiqûqiya li Tirkiyeyê vebêjin û Wezareta Dadê li gorî edalet û hiqûqê tevbigere çalakî li dar dixin û got: “Me îro dîsa fêm kir ku tecrîda li Îmraliyê veguheriye şiklê rêveberiya Tirkiyeyê. Ev demek dirêje em li vî welatî destnîşan dikin ku pirsgirêk bi rêyên çareserî, diyalog û demokratîk bên çareserkirin. Lê belê ev nêzî du salan e aktorê herî girîng ê çareseriyê tê tecrîdkirin. Du sal in hemû gelên Tirkiyeyê dixwazin parêzer û malbat bi birêz Ocalan û girtiyên din re hevdîtin bikin û xelk dixwaze hîn bibe li Îmraliyê çi diqewime. 21 meh in tu agahî ji Girava Îmraliyê nayê girtin. Ev bêhiqûqî dike ku polîtîkayên şer li Tirkiyeyê berbelav bibe. Şer û tecrîda îktidara AKP-MHP’ê li ser tevahiya civakê belav bûye. Divê demildest tecrîd bê rakirin û were mîsogerkirin ku aktorên projeyên çareseriyê biaxivin.”

‘Tecrîd veguheriye dijminatiya kurdan’

Temel anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê veguheriye dijminatiya kurdan û got: “Ev polîtîka her roj diqewime. Komkujiya li Parîsê, êrişên li dijî rojavayê Kurdistanê, betalkirina parlamenteriya Semra Guzel û hemû êrişên li dijî kurdan encamên polîtîkaya dijminatiya kurdan e. Em ê îro dîsa ji bo banga ku Wezareta Dadê li gorî yasayên xwe tevbigere bikira. Lê em bi tecrîdek nû astengiyek nû re rûbirû man. Bêhiqûq û biryara kêfî ku bi salane em behsa wê dikin vaye li pêş çavê me diqewime, ev cidiyeta dewletê xera kiriye. Em îro dîsa banga xwe li vir pir zelal dibêjin, HDP wê tevî hemû astengiyan bangên xwe bike û têbikoşe.”

‘Li Imraliyê tecrîda kêfî didome’

Temel axaftina xwe wiha domand: “Bila qanûnên Tirkiyeyê û hiqûqa vê dewletê li ser birêz Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bên sepandin, bila muzakere pêk bên, bila parêzer biçin hevdîtinê. Serdana CPT’iyê ya li Îmraliyê hin bêtir guman û fikarên me zêdetir kir. Hem malbat, gelê kurd û hem jî rêxistinên sivîl û rêxistinên mafên mirovan û HDP gelek bi fikar in. Li Îmraliyê tecrîda kêfî didome.

Divê Bekir Bozdag daxuyanî bide

Em neçar man ku daxuyaniya xwe li vir bidin. Em ê vê nobeda xwe bidomînin. Heta ku yasayên vî welatî weirn sepandin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Banga me zelal e, divê parêzer demildest biçin Îmraliyê. Divê pêşî li hevdîtina bi aktorê çareseriyê re bê vekirin. Divê fikarên gelê kurd û dostên wan ji holê bên rakirin. Berpirsiyarê vê yekê Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag û saziyên vê îktidarê ne. Em carek din bang li Bekîr Bozdag dikin, divê tu têkildarî qedexekirina hevdîtina parêzeran a li Îmraliyê daxuyanî bidî, tişta pêwîst çi be bikî û pêşî li hevdîtina parêzeran vekî.”