21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aloziya di navbera Sirbistan û Kosovayê de mezin dibe

Di vê çarçoveyê de balyozên Ingilîstan, Almanya, Îtalya, Amerîka û Fransayê bang li Serokomarê Sirbistanê kirin ku di nav 24 saetan de bendên li bakurê Kosova û Metohyayê hatine danîn rake

Her ku diçe nakokiya di navbera Sirbistan û Kosovayê de kûrtir dibe û her kêlî dibe ku ew nakokî veguhere şerekî giran di navbera van herdu welatan de.  Serokomarê Sirbistanê Aleksandar Vucic ferman da fermandarê artêşa xwe ku şeva Yekşemê biçe ser sînorê Kosovayê. Li gorî  daxuyaniya û General Milan Moiseloviç, ev tevger ji ber aloziyên vê dawiyê yên der barê xalên sînorî de di navbera her du welatan de derketiye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Kosova di sala 2008’an de serxwebûna xwe ji Sirbîstanê ragihandibû, lê Belgrad vê yekê qebûl nake û ji 120 hezar sirbiyên ku li Kosovayê dijîn daxwaz dike ku li hember desthilatdarên wî welatî bisekinin.

Di 10’ê kanûnê de, bi sedan sirban rê li bakurê Kosovayê girtin, ji bo protestokirina girtina polîsekî berê, ku trafîka di navbera dergehên sînorî pûç kiribû.

Serfermandarê artêşa sirbî Milan Moiseloviç roja Yekşemê di hevpeyvînekê de ligel kanala xwecihî “Pink TV” de wiha got: “Rewşa li wir dijwar û aloz e.”

Her wiha Moiseloviç wiha berdewamî da axaftina xwe û got:  “Di dema bê de pêwîstî bi hebûna artêşa sirbî heye li ser ‘xeta îdarî’, ” Belgradê vê têgehê ji bo dergehên sînorî ê di navbera herdu welatan de bikar tîne.   Di berdewamiya axaftina xwe de Moiseloviç got ku erkên spartine artêşa sirbî zelal û teqezin û dê bi zelalî werin bicihanîn.

Hêjayî gotinê ye ku 5 welatan gef li serokê Sirbistanê xwariye ku di nava 24 seatan de leşkerên xwe ji xalên nêzî sînor vekişîne. Di vê çarçoveyê de balyozên Ingilîstan, Almanya, Îtalya, Amerîka û Fransayê bang li Serokomarê Sirbistanê Aleksandar Vucic kirin ku di nav 24 saetan de bendên li bakurê Kosova û Metohyayê hatine danîn rake.

4 welatên rojavayî hişyarî didin Serokomarê Sirbîstanê û 24 saet muhlet dane wî ji bo rakirina bendên li bakurê Kosovayê. Her wiha Wezîrê Parastinê yê Sirbistanê gotibû ku dibe rewşa li bakurê Kosovayê biteqe.