18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêtehemûliya nîjadperestên tirk a stranên kurdî sînoran derbas kir!

Di vê pêvajoya ku li paytexta Fransa Parîsê li dijî kurdan komkujiyek pêk hat de nîjadperestekî tirk ji ber guhdarîkirina stranên kurdî ciwanekî kurd birîndar kir.

Di 23’ê kanûnê de li paytexta Fransa Parîsê, ji aliyê êrîşkar William M. ve li dijî Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya û dikanên kurdan êrîşeke çekdarî pêk hat. Di êrîşê de aktîvîstên kurd Emîne Kaya, Mîr Perwer û Abdullah Kizil jiyana xwe ji dest dan. Di vê pêvajoya ku lêkolînên li ser vê komkujiyê didomin de li bajarê Lille yê Fransayê ji aliyê nîjadperestekî tirk ve li dijî welatiyekî kurd ê başûrê Kurdistanê êrîşeke nîjadperestî pêk hat.

Li gorî nûçeyeke ku Rojnews’ê derbas kiriye, duh li bajarê Lilleyê dema ku ciwanek kurd ê ji bajarê Hewlêrê yê başûrê Kurdistanê, li dikaneke berber dema ku karkerê kurd Zikrî Elî ê li dikanê dixebitî û stranên kurdî guhdar dikir nîjadperestê tirk ê bi navê Remezan bi meqesa berberiyê êrîşî wî kiriye  û ew birîndar kiriye. Piştî buyerê Zikrî Elî rakirin nexweşxaneyê û hatiye tedawîkirin û her wiha nîjadperestê tirk Ramazan jî ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin.

Rayedarên kurd ên li Fransayê li nexweşxaneyê serdana Zikrî Elî kirin û sedema buyerê lêkolîn kirin. Derket holê ku nîjadperestê tirk Ramazan ji wî ciwanê kurd re gotiye ku nabe guhdarî stranên kurdî bike. Ciwanê kurd jî ji êrîşkar Remezan re ev tişt gotiye: “Ev ziman, çand û hunera min e, ez ê guhdar bikim.” Ji ber wê ew nîjadperestê tirk êrişî ciwanê kurd kiriye û ew birîndar kiriye.

Rayedarên Kurd ên li Fransayê bang li welatiyên kurd ên li vî welatî kirin ku xwe nêzî cihên ku tirk lê ne nekin da ku bûyerên wiha çênebin û xwe biparêzin.