4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî qedexekirina Talîbanê ji bo jinan dibistana dijîtal

Saziya Xêrxwaziyê ya Ahmed Şah Mesûd da ji bo jinên Afgansitanê bikaribin xwendina xwe berdewam bikin, dibistaneke dijîtal vekiriye. Kurê Şah Mesûd, lîderê muxalfeta Afganistanê Ahmed Mesûd der barê mijarê de daxuyaniyek da û wiha got: “Li hemberî qedexekirina Talîbanê ya xwendina jinan, me dibistanek li ser internetê daye destpêkirin da jin bikaribin xwendina xwe berdewam bikin.”

Her wiha ji bo ku balê bikişînin ser vê dibistana dijîtal Ahmed Mesûd li ser medyaya dijîtal hashtagek wiha parvekiriye: “Her mal dibistaneke”.

Hêjayî gotinê ye ku Talîbanê piştî qedexekirina xwendina jinan a li zanîngehê biryareke din jî derxist ku tê de dibêje nabe jin di saziyên sivîl ên herêmî û biyanî de jî bixebitin.