10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhildana gelê Îranê 100 roj li pey xwe hiştin

Çawa ku rejîma Îranê bi rê û bazên cuda dixwest pêşiya xwepêşandêran bigire, serhildêran jî her roj bi rê û rêbazên cuda çalakiyên xwe berdewam kirin

Serhildana gelên Îranê doh 100 roj li pey xwe hiştin û gelên Îranê tevî tundiya rejîma Îranê, girtin û gefa darvekirinê dîsa jî bi şêwe û rêbazên cuda berdewam dike. Di roja 100’mîn a serhildanê de li gelek bajarên Îranê nerazîbûnên gel berdewam kirin.

Li Tehranê li gorî dîmenên ku li ser medya dijîtal hatin belavkirin li gelek tax û navçeyên Tehranê gel li hev civiyan û bi dirûşmeyên bimire dîktator, bimire Xameneyî her wiha dirûşmeya ‘dolarên me li Libnanê ne, ciwanê me li zindanê ne’ hatin hildan. Li navçeya bonek a Tehranê xwepêşandêr tevî sir û seqema zêde li hev kom bûn agir pêxistin û dirûşmeyên li dijî rejîma Îranê qîriyan. Her wiha li herêma Heft Hewd, Ekbatan, Seadet Abad û gelek navçeyên din ên Tehranê tevî sermaya zêde gel li kolanê bû û dirûşmeyên Bimire Xameneyî bimimre Dîktator hildan.

Li bajarê Kerec û navçeyên wê Kuşehir û mehirşehir jî xwepêşandanên gel hebûn tevî barîna berfê jî gel li kolanan bû û dirûşmeyên ‘ serokê Misilmanan, xizmetkarê Rûsya û Çinê’ û dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî berz kirin.

Li Asfahan û Meşhedê jî di roja 100’mîn a serhildanê de gel daket kolanên van bajaran û dirûşmeyên li dijî rejîma Îranê hildan.

Li bajarê Bukanê jî xwepêşandan û nerazîbûn hebûn. Li vî bajarî ji bo çilrojiya hin şehîdên serhildanê malbatên şehîdan û gel li hev kom bûn û dirûşmeyên li dijî rejîmê hildan. Her wiha dikandaran jî piştgirî dan xwepêşandêran û deriyê dikanên xwe venekirin.

Hêjayî gotinê ye ku rejîma Îranê bi tundiya hêzên ewlekariyê, bi çavsoriya hêzên Basîcê, bi binçavkirin û girtina xwepêşandêran, bi darvekirina çend xwepêşandêran û bi sedên rêbazên din hewl da ku pêşiya vê serhildanê bigire lê serhildana gel 100 roj li pey xwe hiştin û her roj bi şêwe û rêbazên cuda gelên Îranê nerazîbûnên xwe tînin ziman. Çawa ku rejîma Îranê bi rê û bazên cuda dixwest pêşiya xwepêşandêran bigire, serhildêran jî her roj bi rê û rêbazên cuda çalakiyên xwe berdewam kirin.