13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Guliyên Darizandî

-Werin, werin yek ser yekê re ye. Sipehî û xweşik in. Pir erzan in û bi pereyên hûn dixwazin, dikarin bikirin. Hîn nû ne û nehatine bikaranîn. Werin werin jinên kurd… Werin jinên kurd… Werin jinên şengalî yên xwedî guliyên dirêj û esmer in.

-Ev ya gulîreş bi çiqasî ye?.

-Ev ya gulîreş tevî her du zarokên pê re bi 100 dolarî ye. Ka kêfa xwe binêre Mewlayê min hîn keçên nezewicî jî hene!.

-Mmmm…! Baş e.. baş e. Ez ê zarokan jî bi wan re bibim, bila xizmeta me bikin.

-Bila li te pîroz be Mewlayê min û şeva xwe pê mendehoş û sermest bike.

Bi  destên sibeheke rûreş û bêpar re qêrîn bi asîmanê Şengalê ket an nizanim ku çawa xezeba xwedê ji guliyên keçên firîşteyên Şengalê re hat!  Ji wê sibeha bêrûmet ve Melekê Tawûs baskên xwe li ser vî bajarî rakiribûn û bûbû şahidekî bêdeng û xwe di taldeya ezmên de veşartibû. Ev roj  ne wekî tu rojan bû. Ji nişkêve neyaran bi dengê “Elah û Ekber” hêvî di hinavên her gundiyekî de qut kir. Wan neyarên bêrûmet, bi lingên xwe li deriyan dixistin û çi zilam li pêşiya wan dihatin, dikuştin û jin, keç û zarokên Şengalê ji xwe re dibirin. Wê rojê dîrokê helbesta keçên êzîdî bi gunehî di guhên cîhanê de olan dida û digot;

Hurmizgan riman atiran kujan

Wêşan şardewe gerey gewrekan

Zorkar ereb kerdine papû

Ginaw paleyî heta şarezûr

Şin û kenîka we dîl beşîna

Mêrd azar tilî we rûy hiwêna

Wê sibeha bêxîret bi sedan keçên Şengalê bi yek solixê xwe bi dar ve kirin da ku nekevin nav destên dijmin. Pirek ji keçikên wek min jî li çolistanên rût û repal ku bi qasî çîlkek av be jî lê tune ye,  ketin nav destên wan û niha jî wek pezên qurbanan hefsarê min di dest wan de û ez li vê sûka neyran hatim firotin û peleke spî bi sînga min xistin û li ser nivîsandin (100 dolar). Hîna ez biçûk bûm, hêviyên min di xeyalên kêfxweşî û xwendinê de diboriyan. Lîstokên zarokatiya min tenê bûkeke lastîkî û kulmek ax bû. Dema ku neyaran bi guliyên min ên ku bi axê hûnandî ve girt, di wê keft û lefta qelebalixê de, min ji bilî herdu xwişkên xwe yên biçûk kes nedît. Min bi destên wan girt û berneda. Wan bi guliyên min digirtin û ez li pey xwe kaş dikirim û xwişkên min jî bi min re xuş dibûn. Ji bo ku wan nestînin, min got:

-Ev zarokên min in, ji bo xwedê bihêle ew jî bi min re bin!..

Piştî ku emîrê DAIŞ’ê ez û her du zarokên bi min re, em ji sûka Reqayê kirîn, ew bajarê ku  jixwe re kirin paytexta Dewleta Îslamî. Ji wê kêlîkê ku em gihîştin wir û şûn ve kirasekî reş û tarî li bejna min a narîn gerandin. Serçeteyek ji çeteyên DAIŞ’ê ku ew bi xwe yekî biyanî bû, ez û zarokan li erebeya xwe siwar kirin û ber bi mala xwe ve çû. Piştî ku em gihîştin wir ku ez nizam ku der e, zîndan bû, dojeh bû, ez nizam ya ku tê bîra min em gêrî odeyeke mezin û sar kirin. Li odeya li rex vê odeyê qêrîna bi sedan  keçên kurd dihat.

Şev bû. Şeveke bêîman bû. Ez û zarokên ji halketî ku yek li ser lingê min a rastê paldayî bû û ya din li ser a çepê paldayî bû. Ji nişêkê ve du zilaman ku berdestiya emîr dikirin, hatin û bi destên min girtin û ez wek mirîşkan bi erdê ve li pey xwe kaş kirim. Destên min û her du zarokan “Dilyar û Zînê” ji hev qut bûn. Qêrîniya Zînê û Dilêr li pey min gihîşte erşa xwedê, lê mereq nekin xwedê wê kêliyê mirîbû ji ber ku qet tu deng jê nehat û dilê xwe bi her du zarokan neşewitî.  Wan her du zilamên rîhdirêj ez birim odeyeke wisa ku dojeh jê şîrîntir bû. Di wê odeyê de emîr rûniştîbû wek ku li ser erşa xwedan be. Wê kêliyê ez gêrî wê dojehê bûm, min dizanîbû wê çi bê ser min, lewma min yekser xwe di quncikê odeyê de kumişand hevdu û bangî Melekê Tawus kir da ku min ji vê qirêjiya ku dê li min bibe, xelas bike, lê wî jî xwe kir ku mirî ye û serî li min û qîrîniya min hilneda!

Serçeteyê rîhgenî li odeyê serî li qîrîniyên min hilda û bi çirnaxên hovetiya xwe, xwe li min danî. Cilên li min parçe parçe çirandin axîna laşê min ji hev xist û tiştek di min de nehişt û paşê cilê xwe li xwe kirin û ez wek kûçikê kûzekûz pêkeve li erdê hiştim û di derî re derket. Piştî çend deqeyan her du zilam ketin hundir, ez pir ditirsiyam ku ew jî bi ser min de temam bikin, lê wan bi destên min girt û ez vegerandim odeya ku ez jê anîm. Ax bavo….!!

-Dilyar û Zînê!. Ka  Dilyar û Zînê? Ey xwedêyo…. bi ku ve birin kezebên min, ax bavoo, haawar bavoo…!!

Min dest, ling û seriyê xwe çiqas di derî de lêxist, lê qet kesî li min venegerand. Êdî xwîn di serî û dest û lingê min re der diket û tevahî Reqayê di bin qîrîniya min de man lê kesî li min venegerand. Ax Zînê ax Dilyarê eceb çi tînin serê we û hûn li kur in kur! Hûn ber bi kîjan qedera nediyar ve çûn?…

Êdî ji qehra dilê xwe û laşê xwe ez heta demekê ji ser hişê xwe çûm. Ya rast ez nizanim çiqas dem derbas bû, lê ya min dizanî agir bi dil û hinavê min ketibû, evîna dilê min mirîbû û mûmên hêviyê di çavên min de vemirîn. Piştî çend kêliyan, mîdeya min pir li hev ket û tiştek di min de nema. Axx wa sed nalet li her tiştê pîroz be û sed nelet li pûştî û heramiya di hundir min de be, a rast min nedixwast êdî bijîm! Min bi hibra xwîna xwe ya sor di koşeya xanî de li ser dîwarê dojehê çîroka xwe nivîsand ‘’Madem xwedê bêdeng e, çîroka min berdewam e, min ji ber tirsa xwe gelek tişt bi xwe re birin gorê. Paşê min bi guliyên xwe, xwe bi dar ve kir û bûm deqeq li eniya mirovahiyê.”