3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mihrîcan bû parçeyek ji ronahiyê

Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Ozcan Ateş, diyar kir ku bi mihrîcana li dar xistine li dijî tecrîd, îşkenceya li zindanan û bikaranîna çekên kîmyewî derketine û her wiha ji bona karkerên madenê jî bi lîstikên xwe piştgirî dane.

Di navbera 20-30’ê cotmehê de bi dirûşmeya “Va Cûdî û va ye ev ax” 8’emîn Mihrîcana Şanoya Bajêr a Amedê hat lidarxistin. Di mihrîcanê de gelek komên şanoyê yên ji başûr û rojhilatê Kurdistanê ji Tirkiye û Ewropayê derketin ser dikê û pêşberî şanohezan. Bi giştî 13 lîstikên kurdî û 18 listîk di mihrîcanê de hatin pêşkêşkirin. Mihrîcan a di pêşengiya Şanoya Bajêr a Amedê de hat birêvebirin, li dijî tecrîd û îşkenceya li zindanan, bikaranîna çekên kîmyewî û her wiha li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê peyamên girîng hatin dayîn.

Der barê 8’emîn Mihrîcana Şanoya Bajêr a Amedê de listîkvan Ozcan Ateş ji rojnameya me re axivî.

Listîkvan Ozcan Ateş, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ji bona mihrîcana ku li dar xistine ji aliyê gel ve eleqeyek mezin çêbûye û wiha axivî: “8’emîn Mihrîcana Şanoya Bajêr a Amedê di navbera 20-30’ê cotmehê de dest pê kiribû û bi eleqeyek gelek baş, bi tevlîbûneke xurt û bi coş û kelecaniyek mezin bi dawî bû. Gelek kom bi lîstikên xwe tev li mihrîcana şanoyê bûn. Kesên ku ji bo şanoya kurdî ked dane di vê bernameyê de cihê xwe girtin. Ji başûr heta rojhilatê Kurdistanê û her wiha ji Ewropa û Stenbolê jî gelek kom tev li vê bernameyê bûn. Di encamê de me mihrîcaneke serkeftî û bi coş derbas kir.”

18 lîstok hatine pêşkêş kirin

Ateş, destnîşan kir ku gelek komên ku ji cihên cuda hatine tev li mihrîcanê bûne û ev tişt anî ziman: “Di bernameya mihrîcanê de bi tevahî 13 lîstokên bi kurdî û 18 lîstok li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê hat pêşkêşkirin. Ji başûrê Kurdistanê ji Kerkuk û Dihokê listîkvan tev lê bûn. Kesên wekî Elî Kerîm ê ku ked dane şanoya kurdî û ji Almanya derhêner Ferhad Feqî û mamosteyê şanoya kurdî Qûtbeddîn Sadiqî wekî mêvan beşdarî mihrîcanê bûn. Her wiha wê ji rojhilatê Kurdistanê jî komek beşdarê bernameyê bûbûya lê ji ber rewşa rojhilat a serhildanên ku diqewimin nekarîn beşdar bibin. Ji Urmiyeyê jî dê komek tev li me bûbûya lê ji ber ku di çalakiyên rojhilat de hatibûn binçavkirin wan jî nekarîn beşdar bibin. Lê ev rewş li pêşiya me nebû asteng û me bernameya vê komê di heman saetê de bi dîmen pêşkêş kir. Ji ŞanoWanê komek, ji Stenbolê komek, ji BGST’ê komek, ji Şanoya Jiyana Nû, ji Sahneya Modeyê û komek ji Êlihê bi lîstikên xwe tev li mihrîcana şanoyê bûn. Herî dawî jî ji Ewropayê komeke ku bi kurdî lîstîkên xwe dileyîzin tev li me bûn.”

Dirûşmeya mihrîcanê di cih de bû

Di berdewamiya axaftina xwe de Ateş, bal kişand ser dirûşmeya mihrîcanê û wiha got: “ Bi dirûşmeya “Va ye Cûdî û va ye ev ax” me xwest em balê bikişînin ser rewşa çiyayê Cûdî. Li wê derê dar tên birîn û daristan tên talankirin. Ji ber ku em li ser vê erdnîgariyê dijîn û em bibêjin kurd li vir in û dê her li vir bin me ev dirûşmeya ku di helbesta Arjen Arî de cihê xwe girtiye jê girt. Her wiha ji bo ku em bêjin çanda me, rehên me li vê derê dijîn li gorî min ev dirûşme gelekî bi wate bû. Li vê erdnîgariyê nirxên me yên çandî di qirkirinê re derbas dibin û dîsa bi çekên kîmyewî êrîşî nirxên kurdistanî tên kirin. Ji bo ku em hem bertekên xwe bînin ziman hem jî balê bikişînin ser van meseleyan ev dirûşm di cih de bû.”

Dê bernameyên xwe bidomînin

Ateş, bi lêv kir ku bi mihrîcana ku li dar xistine moral û motîvasyonek baş bi civakê re çêkiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêguman mihrîcan ji bo ku civakek xwe îfade bike girîng e. Ji ber wê jî me israr kir ku em mihrîcaneke bi vî rengî li dar bixin. Ev ji bo me gelekî girîng bû. Taybetî jî ji bo şanoya kurdî ev hê girîngtir e. Bi van mihrîcanan atmosfereke cuda û temaskirina bi civakê re çêdibe. Di van rojên ku li çar parçeyê welat tarîtiyê li me ferz dikin, bi vê mihrîcanê me xwest em bibin parçeyeke ronahiyê. Kesên ku ked dane şanoya kurdî vê mihrîcanê moral û motîvasyoneke baş da wan. Me di van bernameyan de careke din erênî û neyîniyên xwe jî dîtin û ev ji bona me dibin tecrube. Tevî hemû tiştên ku diqewimin di mihrîcanê de rihek din derket holê. Ji başûr heta rojhilat û heta ji Ewropayê kom tev li me bûn û nûnertiyeke wan li vir çêbû. Ev mihrîcan ji bona van koman jî moral û motîvasyonek erênî çêkir. Armanca me ew e ku çi dibe bila bibe em wek koma Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstikên xwe, çanda xwe, şanoya xwe û her wiha mihrîcanên xwe bidomînin.”

Li dijî çekên kîmyewî li ser dikê ne

Di dawiya axaftina xwe de Ateş, diyar kir ku ew bi listokên xwe li dijî qirkirina nirxên kurdistanî bûne deng û wiha axivî: “Em wekî koma li vir derketine rêya heqîqetê. Di her deman de zor û zehmetiyên lêgerîna heqîqetê hene. Em jî dixwazin vê lêgerînê li ser dikê xêz bikin. Ev dema ku niha em di nav de ne jî zehmetiyên derdikevin pêşiya me hene. Bi taybetî jî li dijî çand, ziman û hunera kurdî êrîşên qirkirinê didin meşandin. Her dema ku ev êrîş li ser nirxên me çêbin, em jî bi biryar in ku van êrîşan bi mihrîcanên bi vî rengî vala derbixînin. Ji ber wê jî em li dijî qirkirina çandî li ser dikê ne. Em li dijî tecrîd û îşkenceya ku di zindanan de li girtiyan dikin, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li ser dikê ne. Em ji bona karkerên madenê yên ku jiyana xwe ji dest dane li ser dikê ne. Her wiha em ji bona têkoşîna Jîna Emînî li ser dikê ne. Daxwaza me jî ji temaşevan û gelê me ew e ku her dema ku mihrîcanên bi vî rengî bên lidarxistin, tev lê bibin û lê xwedî derkevin. Divê di her qadê de xwedî derketina çand, ziman û hemû nirxên me hebe.”