7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kî van êrîşan pêk tîne

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Şoraşa Rojavayê Kurdistanê tevî hemû êrîşan 10 sal li pey xwe hişt. Di vê dema derbasbûyî de hêzên dagirker bi taybet jî dewleta tirk ji bo li vî parçeyê welat îradeya gel têk bibe û destkeftiyên şoreşê ji holê rake serî li her cure êrîşan da. Êrîş hîn bi hemû dijwariya xwe didomin. Pêkhateyên herêmê di qada civakî, çandî, leşkeri û rêxistinî de li dijî van êrîşan di nava berxwedaneke mezin de ne.

Dewleta tirk a dagirker ne tenê li dijî gelê kurd, li dijî hemû gelên azadîxwaz di nava êrîşan de ye. Di van êrîşan de pîvanên mirovahiyê û zagonên navneteweyî binpê dike. Bi awayekî vekirî li ber çavên cîhanê li ser sivîlan êrîşên terorîstî pêk tîne. Li herêmê aliyên qaşo xwe wekî hêzên garantor bi nav dikin jî, bi bêdengiya xwe ve dibin şirîkê vî sûcê şer ê qirêj.

Dewleta tirk bi van êrîşan hewl dide dagirkeriya xwe li herêmê berfirehtir bike. Ji bo bikaribe mîna Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî êrîşên dagirkeriyê pêk bîne di qada navnetewî de hemû hêza xwe bi kar tîne.

Di civîna 19’ê tîrmehê ya li Tahranê û di civîna 5’ê Tebaxê ya li Soçiyê mijara sereke destûra êrîşên dagirkeriyê bû. Şefê rejîma faşîst Erdogan bi armanca ji Rûsya û Îranê destûrê bigre gelek li ber xwe da. Her çendî aliyên peywendîdar gotin; Erdogan ji bo êrîş bike destûr bi dest nexistiye jî, dîsa diyare ku di hin mijaran de êrîşên dewleta dagirker ên li ser herêmê hatine erêkirin. Lewma artêşa tirk li dijî xelkê herêmê bi armanca çavtirsandinê êrîşên xwe zêde kiriye.

Di van êrîşan de bi awayekî hovane zarok tên qetil kirin. Cihana ku di her kêliyê de dibêje; em di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê minetdarê şervanên kurd in îro li dijî qetilkirina van şervanên azadiyê xwe ker, kor û lal û kirine.

Ji Şehbayê heta Qamişlo êdî di her bihosta axa herêmê de şopa sûcên dewleta tirk hene. Bêyî ku bêje ev sivîl e, ev zarok e, ev cotyar û şivan e, êrîşî gelê herêmê dike. Bênavber rojane bi çekên giran herêm tê bombebarankirin. Ji aliyê din ve bi alîkariya hevkarên xwe li dijî rêveber û fermandarên hêzên leşkerî bi balafirên bê mirov û bi çek sûîkastan pêk tîne.

Ev rêbaza dewleta tirk a dagirker bikar tîne ne xerîbe. Îsraîl bi heman rêbazî gelek caran li dijî fermandarên Rêxistina Rizgariya Filistînê sûîkastên bi vî rengî pêk anîn. Niha heman taktîk û rêbaz ji aliyê dewleta tirk ve tê bikar anîn. Di vir de dîrok xwe dubare dike. Cîhana li dijî sûcên Îsraîlê bêdeng dima niha li dijî sûcên dewleta tirk jî bêdeng dimîne.

Tevî hemû cure êrîşan jî gelê herêmê bi îradeyeke mezin xwedî li hebûna xwe derdikeve û ji ya xwe nayê xwar. Lê xwedî derketina herêmê û statuya Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne erka pêk hateyên herêmê tenê ye. Erk û berpirsyariya hemû aliyên azadîxwaz û demokrat e. Lewma divê li her derê kesên alîgirên aştî û azadiyê li dijî van sûcên dewleta tirk û hevkariya bi wê re têkirin, dengê xwe bilind bikin. Bi yekgirtina gelan û xwedîderketina destkeftiyên şoreşa Rojava, mirov dikare pêşî li êrîşên dewleta tirk a dagirker bigre.

Divê em ji xwe bipirsin, van êrîşan kî ji bo çi pêk tîne. Ger em bi rastî li bersiva van pirsan bigerin wê demê em ê bibînin ku dewleta tirk ji bo çi êrîşî nirxên gelê kurd dike. Ji bo çi mirinê li ser gelê kurd ferz dike. Ger em bi vê rastiyê li dijî van êrîşan bisekinin wê demê bi hêza gel ya yekgirtî em ê bikaribin van êrîşên dagirkeriyê vala derxin û xwedî li destkeftiyên şoreşa Rojava derkevin. Ev erk û berpirsyariya hemû gelê kurd û hemû aliyên aştîxwaz e.