13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çima Amerîka û Rûsya bêdeng in

Di hemû êrîşên li dijî rojavayê Kurdistanê de armac û daxwaza dewleta tirk kêm zêde li ser zimanê gelek rayedarên tirk hatiye dubarekirin. Her çendî ku rayedarên dewleta tirk hinekî armancên xwe bi derewan dixemilandin jî lê bi hemd û bê hemdî xwe gelek caran aşkera jî armancên xwe anîne ziman.

Armanca sereke ji hemû êrîşên dewleta tirk pêşîgirtina li statuya kurdan a li rojavayê Kurdistanê ye. Herî dawî wezîra dewleta tirk bi zelalî û bê fen û fût ev yek anî ziman. Wezîra malbat û xizmetên civakî Deriya Yanik di axaftineke xwe ya beriya çend rojan de bi zelalî û aşkera armanca dewleta xwe ya êrîşên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê wiha anî ziman: “Dewleta me 5 milyon sûrî ne tenê ji ber sedemên mirovî anîn Tirkiyeyê, em ê tucaran nehêlin ku statuyeke kurdan li wir bê avakirin û piştî em wê herêmê ‘paqij’ bikin em ê van penaberan vegerînin li wir bicih bikin.”

Armanc ewqasî zelal û aşkera ye, hem pêşîgirtina li statuya kurdan hem jî guhertineke demografîk li herêmê çêbikin. Berê jî dewleta tirk çend êrîş kirin û hin bajar xistin bin kontrola xwe. Niha jî dixwaze plana xwe bibe serî û destkeftiyên kurdan tevî têk bibe û deverên nû bixe bin serweriya xwe.

Helwesta hêzên navdewletî yên li wir jî anku Amerîka, Îran û Rûsya li dijî destwerdaneke leşkerî ya nû ya dewleta tirk in. Lê di heman demê de çavên xwe ji êrîşên li ser Rojava digirin û ne dûre ku hin ji wan hêzan bi xwe jî kordînatên êrîşan didin balafirên bêmirov ên artêşa tirk. Ji ber piştî hevdîtinên dewleta tirk ên li Îran û Rûsyayê ev êrîş gelekî zêdetir bûn.

Niha jî her kes dibêje madem Amerîka û Rûsya li dijî êrîşeke nû ne, çima çavên xwe ji êrîşên balafirên bêmirov re digirin. Di van rojên dawî de hem li herêmên ku bargehên Rûsyayê lê hene û hem li deverên ku yên Amerîkayê lê hene ev êrîşên dewleta tirk di bin pozê wan zirhêzan de pêk tên, li ber çavên wan zarok tên kuştin lê ew dengê xwe nakin, xwe ker, lal û kor dikin.

Rûsya û Îran li dijî destwerdaneke bejahî ne ji ber ku naxwazin deverên di bin kontrola dewleta tirk de zêdetir bibin û di bazarên li Sûriyeyê de destê wê xurtir bibe. Lê di heman demê de ev herdu dewlet ne li dijî êrîşên bi balafirên bê mirov in ji bo zextê li kurdan bikin û wan mecbûrî teslîmbûna ji rejîma Esed re bikin. Dixwazin ku kurd dest ji hemû destkeftiyên xwe berdin û herêma xwe teslîmî rejîma Esed bikin.

Bêguman ew êrîşên wiha bi kêrî rejîma Esed jî tên û ji bo heman armancê ew jî dengê xwe nake, nabêje axa min û serweriya welatê min tê binpêkirin.

Welhasilî, wisa xuya dike ku her çendî destûra êrîşeke bejahî ji dewleta tirk re nehatibe dayîn lê bi kêmanî ji zêdebûna êrîşên di van rojên dawî de wiha xuya dike ku li ser vê rêbaza nû ya kuştina kurdan li hev kirine.

Helwesta van hersê welatan anku Tikiye, Îran û Rûsyayê aşkera û zelal e; armanc pêşîgirtina li statuya kurdan û têkbirina destkeftiyên kurdan e. Lê helwesta Amerîkayê ya ku Hêzên Sûriya Demokratîk wekî hevkarê xwe yê sereke di şerê li dijî DAIŞ’ê de dibîne, çima li dijî van êrîşên rojane li ser gund û bajarên herêmê bêdeng e. Gelek sedemên wê jî hene lê sedem çi dibe bila bibe wiha xuya dike ku kuştina kurdan a bi vê rêbazê bi dilê wê ye jî. Heke ne wiha bûya Amerîkayê dikaribû ezmanê herêmê ji firînê re qedexe kiribûya, jixwe bi serê xwe têrê dikir ku hêzên HSD’ê bikaribe xwe û herêma xwe ji hemû êrîşan biparêze.