19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyê nexweş hat qetilkirin

Girtiyê nexweş Bazo Yilmaz (67) ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Rihayê dihat ragirtin hat qetilkirin. Girtîgehê duh bi şev li malbata Yilmaz geriya û agahiya mirina wî dan. Hat zanîn ku cenazeyê Yilmaz rakirine Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Rihayê.
Yilmaz ji bo pirsgirêkên tenduristiya xwe di 8’ê sibata 2021’ê de ew rakiribûn Saziya Tiba Edlî (ATK) û rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” hatibû dayîn. Ji bo vê raporê îtîraza li Dadgeha Destûra Bingehîn hatibû kirin lê ev îtîraz hatibû redkirin. Yilmaz ê bi nexweşiya Kronîk Obstruktîf a Kezebê (KOAH) ketibû û girêdayiyê cîhaza oksîjenê dijiya.
Şaredarê Bajaroka Goganê yê berê û endamê Meclisa Şaredariya Xelfetiyê Yilmaz, bi îdiaya endamê Kongreya Civaka Demokratîk bûye di 12’ê Mijdara 2016’an de hatibû girtin. Di sala 2018’an de jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê Yilmaz de 9 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê