5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çand û civak

19’ê tebaxê 3’yemîn salvegera darbeya qeyûm a duyemîn e. Di vê çarçoveyê de ji bo ev mesele baştir bê fêhmkirin HDP’ê li hin bajar û navçeyan panel û çalakî li dar xistin. Bi moderatoriya  hevseroka Stewrê Gulîstan Oncu û bi tevlîbûna Omer Ocalan û Rifat Ronî ez jî bûm mêvanê Cizîra Botan. Helbet li ber heybeta dîrokî ya Cizîra Botan di nav kelacanekê da bûm. Salon dema tije bû bêtir ketim nav hêyecanê. Dema min navên şehîdên berxwedana Cizîra Botan dît, gotinên ku min amade kiribû jî jibîr kir.  Li Kurdistanê têgehên azadiyê navê şehîdên şoreşê ne. Min jî divê bi bîranîna wan dest pê bikira. Lê dîsa jî zor bû loma min xwe negirt û min got “dizanim wek civaknasekî li vir im lê her dayikek aştiyê ji civaknasekî bêtir nas dike”.

Mijara panelê di qirkirina çandî de rola qeyûman bû. Ya rast rol diyar bû. Qeyûm hatibû ji bo qir bike. Lê dahûrandin û fêhmkirina cewherî grîng in. Ji ber wê têgeha  çandê bi her awayî divê bê lekolîn. Hêzên mêtinger çanda kurdan wek çend navê xwarinan û çend fîstan û govend be manîpule dike. Helbet ev jî çand in lê bingeha çandê rêveberiya civakekê ye; aborî û parastin, perwerdehî û tenduristî, huner û wêjeya wê civakê ye. Ger civakek bi van saziyan xwe rêxistin neke ne mimkun e ku xwe ji lepê qirkirinê xelas bike. Her civak xwe bi rêya çanda xwe der dibire. Çand şênberbûna civakan e. Giyana civakêye çand. Di eslê xwe de awayê jiyanê ye. Çûk çawa difirin li ezmanan, masî çawa di nav avê de dijîn, mirov jî di nav çanda xwe de dijî. Ji ber wê jî aqûbeta masiya ku ji avê derketiye çi be, mirovê ku ji çanda xwe dûrdikeve jî wê aqûbetê dijî.

Mirina ku bi rêya hinekan ve tê kirin ew dibe kuştin ango cînayet û ji ber qelkî, ev dibe qetlîam, dibe qirkirin. Bi kurtasî di van sed salên dawîn de kurd jî bi destê mêtingeran ji çanda xwe tên dûrxistin. Ji ber wê jî Ocalan rewşa gelê kurd weke qirkirina çandî pênase kir. Pêvajoya qirkirina çandî berdewam e. Serneketiye lê têk jî neçûye. Loma gelê kurd di qonaxa berxwedanê de ne. Ev berxwedana mezin nahêle kurd bimirin, nahêle qirkirina çandî ser bikeve lê heke bihêle dê kurd bi cewheriya xwe bijîn di nava avakirina pergala çanda kurdî de. Ev jî hîn serneketiye. Ji bo pergala çanda kurdî li gel tekoşînê divê sazîbûn hebe. Bê sazî tu civak nikare li ser piyan bimîne. Sazî îskeleta çandê ye. Kolon e, dîwar e. Saziyên civakî diyar in: perwerdehî, parastin, bawerî, huner, rêveberî û hwd.

Di mijara rêveberiyan de bi rêya bidesxistina şaredariyan gelê bakur derbasî qonaxek dinê bûn. Bidestxistina şaredariyan bersiva du erîşên mêtingeran hebû: Yek ji wan bersiva Mahmût Esat Bozkûrt bû ku ew di sala 1930’an de gotibû, “ yekane mafê kesên ne tirk heye ew jî  koletî ye.” Şaredariyên welatparêz vegotina vîna  polîtîk bû ku ev daraza Mehmet Emîn Bozkurt bi awayekê fermî têk çû. Yanî ji xeynî tekoşîn û serhildanan bi awayekî dinê kurd gotin ez wekî vîna polîtîkheme. Dikarim xwe bi xwe bi rêve bibim. Ya duduyan bersiva Planên Guhertina Rojhilatê (Şark Islahat Plani) bû ku daxwaza qirkirina çanda kurdan dikir. Kurd li gel ewqas kêmasî û rexneyan jî hewldan bi rêya şaredariyan vîna xwe ya polîtîk veguherînin hêza avakirina pergala çanda kurdî. Yên dixwazin dikarin faliyetên şaredariyên welatparêz û kiryarên qeyûman bixwînin. Ji ber wê jî hebûna qeyûman di çarçoveya du bersivan da mirov binirxîne wê bêtir rewş bê fêhmkirin. Hêzên mêtinger bi rêya qeyûman careke din dixwazin bêjin: “Na hûn wekî vînek  polîtîk tune ne û em xwedî li fikra Mehmet Esat Bozkurt der dikevin.”  Têkildarî vê rewşê di qirkirina çandî de israr dikin.

Ji bo kesên ku van dikin jî îhaleyan, nelirêtî û pereyên mezin hemû dibin ganîmet. Ji xwe di rapora HDP’ê de jî nivîsandîye. Modela qayûman tê wateya ku ji holêrakirina mafên bijartinê. Yanî ya rast defacto osmaniya nû hê li Kurdistanê li ser kar in. Yanî bi gotinek din komara Tirkiyeyê êdî weke komar tune ye. Jixwe bi qeyûman re  hilbijartin êdî wekî leyîstok e û di eslê xwe de tune ye. Kes û mûxalîfên ku nirxên komarê ji xwe re dikin xeta sor di mijara ji holêrakirina mafên bijartinê de bê deng in. Ma yek ji stûna komarê ne hilbijartin bû. Ev bi xwe jî ji bo me kurdan hişyariyek e ku ji bo siyaseta giştî ya tirkan ferq nake. Bila kurd dayika xwe nebîne. Yanî bila kurd bi çanda xwe nejî. Lê tiştekê ji bîr dikin: Hem Cizîr hem jî Kurdistan hê li ser gotina pêşengê mezin şehîd Mehmet Tûnç e: “Ji vê saetê şûnde  ji bilî Kurdistanek azad,  ji bilî nasnameyek azad,  ji bilî statûya kurd Cizîra Botan tu tiştî qebûl nake.”