spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya Xweser şehadeta 4 zarokan ragihand

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk ên li ser navenda fêrkirinê ya zarokên keçîn a li gundê Şimoke yê Hesekê ku Neteweyên Yekbûyî sponseriya wê dike, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

“Piştî hevdîtina dawî ya ku Erdogan bi aliyên navneteweyî û herêmî re li dar xist, êrîşên dagirkeriya tirk ên li dijî herêmên me zêde bûn. Di encama van êrîşan de gelek sivîl, zarok û fermandarên li kêleka Koalîsyona Navneteweyî li dijî rêxistina DAIŞ şer kirin şehîd bûn. Îro jî di çarçoveya şerê xwe yê qirkirinê de li dijî gel û herêmên me êrîşên nû pêk tîne mînaka wê jî doh bi şev dewleta tirk a faşîst bi balafirên bêmirov rêya Til Temir-Hesekê nexasim navenda Fêrkirinê ya taybet bi jinan a li gundê Şimoke ku tenê 2 km dûrî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ye ku Neteweyên Yekbûyî sponseriya wê dike, kir armanc, di encamê de 4 zarok şehîd bûn û 11 zarokên din birîndar bûn. Ev êrîşa hovane hemû pîvan û qanûnan bin pê dike û sûcên şer e, di heman demê de şerê qirkirinê yê li dijî gelê me pêk tê ye û rûyê din ê DAIŞ e.”

Ji wê diyar dibe ku Erdogan behsa operasyona leşkerî kir, dihat wateya ku ew ê terorîzma xwe li ser her kesî ferz bike bêyî ku bersiv hebe.

Ev êrîş xeteriyê li ser zarokan û li ser navendên fêrkirin û sivîlan çêdike û nîşaneya encamên giran dike, dê bi wê re zêdetir li Sûriyê tevlihevî derkeve û rewşeke nû derxe ku bandorê li Sûriyê û gelê wê bike.

Hincetên dewleta tirk ên derew ji bo rewakirina êrîş û dagirkirina herêmên me ye. Ji lewre xetereyên vê êrîşê rojane zêde dibin. Ev jî teqez dike ku Sûriye di bin xetere û gefa dewleta tirk de ye.

Çavkanî: ANHA

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê