3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mêrsîn xwe ji serkeftineke qerase re amade dike

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

Qinyata gel a berbelav ew e ku vê carê hejmara nûneran zêdetir bike. Tê texmînkirin ku, li Mêrsînê bidestxistina sê nûneran mîsoger e. Heta hinek dibêjin, bi destxistina namzetê çaremîn  ê Partiya Çepên Kesk di erênayê de ye. Ango mêrsîniyan çav berdane bidestxistina nûnerê çaremin jî. 

Di pêvajoya salên nodî de bi hezaran gundên kurdan dihat şewitandin. Kurdên mal û milkê wan hatibûn wêrankirin, qefle bi qefle ber bi metrepolên Tikiyeyê ve koçber dibûn. Xaniyên xirabsemtên metrepolan jî, bi destê kurdên koçber nediketin, daku ji xwe re kirê bikin û lê bisitirin. Yekcaran sê-çar mal bi hev re diketin xaniyekî şevnişîn.

Di qirû û qiyameta wan salan de, ez li Mêrsînê bûm. Çavên min ji koçberiya kurdên Serhedê yên bi kum û koloz, ji yên Colemêrgê yên cot kefî li serî pêçayî, her wiha jinên bi fîstanên lewendî, ji yên qerejdaxîyên bi çefîegal û amediyên bi şelwer û şoqe re bû şahid. Ev kurdên bi hêbet ên her yek ji herêmeke welêt hatibûn li xirabsemtên Mêrsînê bûbûn cîranên hev. Bi hev re li heman qehwexaneyê rûdiniştin, qutiyên xwe yên titûnê pêşkêşî hev û du dikirin. Tilîyên ji dixana cixarê zerbûyî, bi hostayî cixare dipêçan. Paşê çelpînî bi çeqmaqên mixtaran diket û kulorên dixana zîvînê bi ser serê xwe dixistin. Tizbiyên xwe yên kalêbar/kehrîbar dikşandin û ji hev du re qala wêrankirina gund, mal û milkên xwe dikirin.

Pêla rêwîtiya wan, veguhezîbû tusûnamiya koçberiyê. Piştî wextekê, êdî çandeke nû hatibû avakirin. Hejmara kurdên koçber, da li ser hejmara tirkan.

Û kurdan partiyên xwe yên siyasî ava kirin. Dewletê, partiyên kurdan girtin. Kurdan, partiyeke din ava kir. Û kurdan li metrepolên Tirkiyeyê, şaredarî bi dest xistin. Ji wan şaredariyan ya herî naskirî, navçeya Akdenîza Mêrsînê bû. Heta di hilbijartina 1999’an de, partiya kurdan a hingê partiya HADEP’ê, şaredariya bajarê mezin a Mêrsînê jî bi dest xistibû. Lê dewletê bi neheqîyeke mezin, şaredarî neda kurdan. (Paşê wê ev yek di belgeyên Ergenekonê de bihata eşkerekirin) Vê serkeftina kurdan, ziravê dewletê qetand. Lê nola dibêjin: fêda tirsê ji mirinê re tine ye. Di hilbijartina gelemperî de, kurdan li Mêrsînê, pêşî bi rêbaza namzetê serbixwe, nûnerek bi dest xistibû. Paşê jî bi hilweşandina dîwarê bendavê, kurdan nûnerên xwe hilbijart û şandin meclîsê. Di hilbijartina berê de, kurdan du nûner ji Mêrsînê derxistibûn û şandibûn meclîsê.

Amadekariya hilbijartina li Mêrsînê

Bajarê Mêrsînê, bi sêzde navçe û 805 gundên xwe, her wiha bi 1 milyon 281 hezar û 570 hilbijêr ew ê biçin li ser sindoqan û dengê xwe di 4 hezar û 146 sindoqan de bi kar bînin. Li gorî vê rêjeyê, wê 13 nûner ji Mêrsînê biçin meclîsê.

Kurdên li Mêrsînê, xwe ji hilbijartineke qirase re amade dikin. Partiya Çepên Kesk, li Mêrsînê lez da xebata xwe ya hilbijartinê.

Qinyata gel a berbelav ew e ku vê carê hejmara nûneran zêdetir bike. Tê texmînkirin ku, li Mêrsînê bidestxistina sê nûneran mîsoger e. Heta hinek dibêjin, bi destxistina namzetê çaremin di erênayê de ye. Ango mêrsîniyan çav berdane bidestxistina nûnerê çaremin jî.

Namzetên Mêrsînê yên Partiya Çepên Kesk ev in: 1 Alî Bozan, 2 Perîhan Koca, 3 Mustafa Turk, 4 Hamdîye Kirikçi, 5 Şerîf Durmaz, 6 Haci Bayram Kizartici, 7 Derman Taranci, 8 Esra Ergûzeloglû Kîlîm, 9 Mûhammet Talat Şeker, 10 Ayşe Gul Temur, 11 Mehmet Şîrîn Kaya, 12 Nûrettîn Sonmez, 13 Mustafa Malgir.

Hevpeyvîneke bi nenasî

Bi nenasî ez diçim avahiya Partiya Çepên Kesk û bi rêvebirê bajêr ê Mêrsînê re hevdîtinekê pêk tînim. Ne ew dipirsin ka ez li ser navê kîjan çapemeniyê hatime, ne jî ez ji wan re dibêjim. Nola yekî xêrî xerîb pirsan ji wan dipirsim. Ji rêvebira bajêr Şukran Ilgaz Ogûzxan, bi dilvekirî pirsan dibersivîne. Bi taybetî li ser xebatên jinan ên serkeftî, bi awayekî serbilind û jiberxwepiştrast dipeyivî. Gava jinên kurd ên çalak, qala xebatên xwe yên welatparêziyê dikin, awirên wan ên nola nerîna teyrê baz, pir zelal û tûj  dibin. Her wiha serê wan timî nola serê marê teyar wanî timî bilind in. Ez bawer nakim li ser rûyê vê dinyalikê tu jin bi qasî jinên kurd wanî ji ber xwe  piştrast bin. Şukranxana rêvebir, dibêje “nav û dengê vê xebata me ya jinên kurd, li cîhanê deng vedaye û em ji jinên cîhanê re bûne kana feyzgirtinê”

Paşê Şukranxan, bi dilbijî gelek tiştên din dibêje. Ez jî bi hijmetkarî li wê guhdar dikim û notên xwe distînim. Li cîhekî Şukran xanim li xwe hay dibe, dibêje zinq û disekine. Yekser ji min dipirse “ma tu ji kîjan çapemeniyê yî gelo ku van pirsan dipirsî?”

Ez dibêjim ji rojnama Xwebûnê me.

Bi metelmayî dibêje “Wîîî! Ê ma heval, çima te pêşî xwe neda naskirin?”

Demeke pir dirêj e ku ti kesî ew qas xweşik û ji dil ji min re negotiye “heval” Nola meriv tiştekî xwe yê pir giranbiha winda kiribe û paşê wî tiştê xwe li erdê bibîne, dilê min dicoşe. Ez li “hevala” Şukran vedigerînim:

“Şukranxan, heke min xwe bi te daba naskirin, teyê hesab bikira ku tişta tu yê bibêjî, jixwe ez jî pê dizanim. Loma jî te yê her tişta di dil û mejuyê xwe de ji min re vala nekira. Binêre va ye te lodek tişt ji min re got.”

Dîsa tiqîna ken bi Şukran xanimê dikeve, dibêje “erê wele tu rast dibêje. Min ê ew qas tişt ji te re negota.”

Paşê bangî namzetên Partiya Çepên Kesk dike. Namzet Alî Bozan ê di rêza yekemîn de tê. Şukran xanim me bi hev dide naskirin. Alî Bizan, ciwanekî çalak û parêzerekî zîrek e. Ez jî hevalekî li gel min bû, bi Alî Bozan didim naskirin. Dibêjim “namzetê birêz. Ev hevalê hanê tirkekî ji Alanyayê ye. Bixwe yoruk e û di rêveberiya CHP’ê de ye.

Namzet Alî Bozan bi dilxweşî wî pêşwazî dike û dibêje: “Gava Selhedîn Demirtaş namzetê serokkomariyê bû, em ji bo xebata hilbijartinê çûbûn nava yorukên herêma Torosan. Yorukên ji gundê Kizilkayayê, dirûşma ‘dax taş Demîrtaş’ diqîriyan”

Li ser vê bîranîna namzet Alî Bozan, dostê min ê ji Alanya jî dibêje “belê, li gundê Beyrelî yê nêzîkî gundê me, 17 deng ji Selhedîn Demirtaş re deketibûn. Halbûkî li vî gundî, yek kurdekî bi tenê jî lê nedijiya”

Ev dostê li gel min, ji namzet û nexasim jî ji jinên kurd ên çalak re hijmetkar dimîne.

Em ji avahiya Partiya Çepên Kesk derdikevin. Ez bi kude diçim, dostê min ê alanyayî jî bi min re tê. Ew pê nizane lê li her kuçe û kolanên vî bajarî bîranîneke min heye. Ez riya xwe, bi avahiya “Bahrî Ok İş Hanî” dixînim. Bîst û pênc sal berê min di vê avahiyê de, li qata duyem dest bi karê rojnamegeriyê kiribû. Li kolana jêr avahiyeke bi navê ‘taş bîna” heye. Gelek çalakî û daxwuyaniyên çapemeniyê, li ber vê avahiya dîrokî ya navdar dihatin lidarxistin. Tu car ji bîr nakim. Rojekê dîsa kurdan çalakiyek li ber vê avahiyê li dar xistibû. Ji nava girseya çalakvanan, zilamekî helorpelorî, burukulx û guhbipirç, dirûşmeke pir ecêb bi tirkî qîriya û wiha got “kurtlerîn her bî-rî-sî, doquz ço-cu-xî war!” Piştî berzkirina vê dirûşma vî kurdê ecêb, tiqîna ken bi çalakxanan tevan ketibû.

Qesta wî çalakvanî xwediyê wê dirûşmê ew bû, yanî tirk nikarîn serî bi pirbûna me kurdan re dexînin û weselam.

Niha ez bala xwe didim pêşveçûnên vê demajoya vî sî salên dawî. Ez ji xwe re dibêjim. Wî ciwanmêrî çiqas dirûşmeke afirîner û ew çend jî qerase qîriyabû. Dîrok, wî ciwanmêrî mafdar derdixîne. Mêrik rast gotibû. Heke wiha biçe, kurdên welatparêz yên nola pirparê zêde dibin, ew ê di nêzîk de zêdeyî nîvê parlementerên Mêrsînê bi dest xwe bixin.

Bila xwedê jiyaneke bijûn bide jinên kurd ên zayok ên zêvistanî, daku çongan ji bo zêdebûna welatparêzan biden erdê. Ji niha ve zêdeya her welatparêzî bimbarek be.

Bila jin be! Bila jîn be! Bila azadî be!