spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bûldan: Kî nikaribe pirsgirêka kurd çareser bike dê biçe

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li navçeya Ceyhanê bang li gel kir wiha got: “Kesên nikaribin pirsgirêka kurd çareser bikin, dê biçin. AKP’ê jî çareser nekir dê ew jî biçe.”

Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Taxa Kuçukkirim a navçeya Ceyhanê ya Edeneyê civîna gel li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Hevberdevka Partiya Azadiyan a Civakî (TOP) Perîhan Koca, Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Edeneyê, rêveberên Partiya Çepên Kesk ên navend û navçeyan û gelek welatî tev li civîna gel bûn.

Bûldan û şandeya pê re li gîşeyên otobanê yên Ceyhanê bi çepik û tilîliyan hatin pêşwazî kirin û bi konvoya wesayîtan piştî tûra bajêr li Taxa Kuçukkirim a navçeyê bi gel re civiyan. Di civîna gel de danasîna namzetan hate kirin.

‘Em ê wan di sindoqan de têk bibin’

Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuceyê gel silav kir, da zanîn ku hilbijartinên 14’ê gulanê hilbijartinên dîrokî ne û diyar kir ku wê desthilata AKP’ê û MHP’ê têk bibin. Yuceyê got ku divê li dijî desthilata AKP’ê hemû bindest bên ba hev û têbikoşin û anî ziman ku dê AKP û MHP têk biçin ew ê ser bikevin.

‘Serokkomarê niha wê biçe’

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldanê bi lêv kir ku hewayê hilbijartinên 14’ê gulanê hatiye Çûkûrovayê, anî ziman ku di 14’ê gulanê de dê Edene peywîra xwe bi cih bîne û dê desthilata AKP’ê û MHP’ê bişîne. Bûldan, bi lêv kir ku AKP û MHP her cure bêedaletiyê dikin û wiha got: “Gelê kurd dixwaze li vî welatî zimanê xwe çanda xwe bi awayekî azad bijî lê desthilat li dijî gelê kurd polîtîkaya  bişaftinê bi rê ve dibe. Serokê niha wê biçe. Tifaqa AKP’ê û MHP’ê dê biçe. Ji ber ku 21 sal in ji zilm, xirabî, neheqî û bêhiqûqiyê zêdetir tiştek neanîn. Gelo çi kirin? Kurd înkar kirin. Vîna gelê kurd xesp kirin. Qeyûm tayînî şûna şaredaran kirin. Çi kirin? Zimanê gelê kurd qedexe kirin. Weke ‘zimanê nayê zanîn’ derbasî qeydan kirin. Lê gelê kurd dixwaze bi zimanê xwe nasnameya xwe çanda xwe li vî welatî hebe û gelekî ku li vî welatî pir e.”

Wê biçin’

Bûldanê bang li Serokê Giştî yê AKP’ê kir wiha domand: “Em dixwazin ji vir bang li kesên welat bi rê ve dibin û serokê niha bikin. Hûn kurdan înkar bikin jî kurd hene û wê her hebin. Pirsgirêka kurdan tune dihesibînin. Lê em dizanin ku li vî welatî pirsgirêka herî mezin pirsgirêka kurdan e. Pirsgirêka kurd, qedexekirina zimanê gelê kurd e. Pirsgirêka kurd, ketina girtîgehê ya bêsûc a hezaran kesan e. Pirsgirêka kurd qetilkirina 34 mirovên me yên li Roboskê ye. Pirsgirêka kurd rewa dîtina her cure zilm, zordarî û tundiya li kurdan e. Lê em vê bibêjin, kesên pirsgirêka kurd çareser nekin wê biçin. AKP’ê jî çareser nekir û ew jî dê biçe.”

Bûldanê bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14’ê gulanê û destnîşan kir ku piştî 14’ê gulanê wê Partiya Çepên Kesk azadî, aştî, edalet û wekheviyê bîne. Bûldanê anî ziman ku heta 14’ê gulanê wê Partiya Çepên Kesk ji her kesê re vebêjin û bikin ku herkes dengê xwe bidê û ev tişt gotin: “Em bi biryar in, em ê serbikevin. Em bi biryar in, em ê faşîzma AKP’ê û MHP’ê bişînin. Di xebatên we de serkeftinê dixwazim.”