27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

YNK: Dema waliyekî kurd ji bo Kerkûkê hatiye

Berpirsê Ragihandina YNK’ê diyar kir ku şerm e PDK rê li danîna waliyekî kurd ji bo Kerkûkê digire û got; “Em amadekariya diyarkirina waliyekî kurd ji bo Kerkûkê dikin.”

Berpirsê Ragihandina YNK’ê Stran Ebdula daxuyaniyeke çapemeniyê de bersiva pirsa nûçegihanê Rojnewsê ya li ser diyarkirina waliyekî ji bo Kerkûkê da. Stran Ebdula got; “Em xwe ji bo hilbijartinên encûmenên parêzgehan amade dikin, em ê waliyekî kurd û kurdistanî ji bo Kerkûkê diyar bikin û wê girêdayî YNK’ê be.”

Stran Ebdula di dewamê de ragihand ku PDK li ser danîna waliyekî kurd ji bo Kerkûkê astengî derxist û got; “Şermeke mezin e PDK rê li danîna waliyekî kurd ji bo Kerkûkê digire, çi dema hiljbijartin çêbibe, YNK amade ye.”

Stran li ser gotegotên serdana cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî ya ji bo Tirkiyeyê jî ti agahiyek parve nekir û got; “Agahiya min pê nîn e, tîma kak Qubat tiştek belav nekirye ku serdana Enqereyê kiribe. Kak Qubat tenê serdana Bexdayê kiriye.”