27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da hunermendê kurd

Hunermendê kurd Samîn Yassîn ku ew jî tev li çalakiyên ji bo Jîna Emînî bûbû di  2’yê cotmehê de hatibû binçavkirin û dadgeha rejîma Îranê cezayê darvekirinê lê birî.

Di 16’ê îlonê de bi qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Emînî ku ji hêla “polîsên exlaqê” ve, li rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakî dest pê kirin û ev çalakî hêj bênavber didomin. Hunermendê kurd Samîn Yassîn (Seydî) ku di dema çalakiyan de bi stranên xwe piştgirî dida çalakvanan, di 2’yê cotmehê de hat binçavkirin. Dadgeha rejîma Îranê jî cezayê darvekirinê da hunermend Yassîn.

Biryar hat protestokirin

Hunermend Yassîn ku li bajarê Kirmanşah ê rojhilatê Kurdistanê hat binçavkirin, di dema binçavkirinê de rastî îşkenceyên giran hat û piştî demekî dirêj ê binçavkirinê, duh derxistin dadgehê. Yassîn, her 11 tawanbariyên lê hatin kirin red kir. Tevahiya darizandinê li ser televîzyona dewletê ya Îranê bi zindî hat weşandin ku rejîm her tim weke amûreke “belavkirina tirsê” bi kar tîne. Darizandina Yassîn tenê 10 deqeyan dom kir û şandeya dadgehê cezayê darvekirinê da Yassîn.  Piştî ragihandina biryarê, li gelek bajarên rojhilatê Kurdistanê ciwan daketin kolanan û biryar protesto kirin. Di heman demê de ji gelek welatên cîhanê gelek hunermendan cezayê darvekirinê şermezar kirin û ji bo ku rejîm ji vê biryara xwe vegere, dest bi kampanyayê kirin.