10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Biden: Em ê Îranê azad bikin

Serokê DYA’ê Joe Biden, der barê serhildanên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê de axivî û got ku wê Îranê azad bikin.

Serokê DYA’yê Joe Biden, beriya hilbijartinên navberê yên Kongereyê di civîneke çapemeniyê de li Kalîforniyayê axifî û der barê rewşa Îranê de wiha got: “Emê Îranê rizgar bikin.” Di civînê de alîgirên Biden telefonên xwe yên destan rakirin û gotin azadiya ji bo Îranê. Biden jî bersiva wan da û wiha got: “ Xeman nexwin, em ê Îranê azad bikin, wê di demeke nêz de gelê Îranê xwe rizgar bike.”

Xwepêşandanên Îranê di hefteya 6’emîn de berdewam dikin. Şeva pêncşemê hêzên ewlekarî yên Îranê li herêma Punkê ya paytext Tehranê gel gulebaran kirin. Xwepêşandanên gel li gelek bajarên din ên Îranê jî hebûn.  Li bajarê Tebrîzê navenda parêzgeha Azerbaycan a Rojhilat jî di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de şer û pevçûnên tund pêk hatin. Xwepêşanderan her wiha otobuseke hêzên ewlehiyê li bajarê Qezwînê li bakurê Îranê şewitandin.

Li bajarê Esfehanê jî xwepêşandan hebûn û gel bi keviran êrîşî wêneyê Xumeynî kir. Li bajarê Kerec jî xwepêşandan hebûn. Beşdaran diyar kir ku helîkopterên ewlehiyê li cihekî nizm firiyane û bombeyên gazê û bombeyên deng avêtine beşdaran.