21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzer Aryen Tûrhan hat berdan

Parêzer Aryen Tûrhan a ku di lijneya giştî ya Baroya Îzmîrê de axivî bû û duh hatibû bınçavkirin, hat berdan.

Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Aryen Tûran ku di lijneya giştî ya Baroya Îzmîrê ya di 22’yê cotmehê de hat lidarxistin de li ser navê OHD’ê axivî bû û bal kişandibû ser lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî û berdana girtiyên nexweş. Aryen a ji ber dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berz kir hedef hatibû nîşandan duh hat binçavkirin. Tûran, piştî îfadeya li miduriyeta polîsan îro serê sibê sewqî Edliyeya Îzmîrê hat kirin. Tûran a li dozgeriyê îfadeya wê hat wergirtin, bi daxwaza berdana şertê kontrola edlî sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê hat kirin.

Tûran, bi şertê kontrola edlî û qedexeya derveyî welat hat berdan. Hempîşeyên Tûran ên li ber edliyeyê hatin cem hev, daxuyanî dan.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê