9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mil bidin milê gelê kurd

Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ku dewleta tirk li başûrê Kurdistanê bi kar tîne, dê di 6’ê mijdarê de li Taksîma Stenbolê û li Silopiya meşa mirovahiyê bê lidarxistin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER)  Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), Platforma Koçberiyê, Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê dê di 6’ê mijdarê de bi dirûşmeya “Li dijî çêkên kîmyewî meşa mirovahiyê” li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ku ji aliyê dewleta tirk ve li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên başûrê Kurdistanê tên bikaranîn, li Silopiya meşeke girseyî li dar bixin.

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê û rêxistinên saziyên sivîl ên li Amedê ji bo beşdarbûna meşa 6’ê mijdarê banga tevlîbûnê kirin.

Ji Dayikên Aştiyê Emîne Alkiş bikaranîna çekên kîmyewî weke “hovîtî” pênase kir û wiha got: “Heke em li ber televîzyonê rûnin û ji ber tiştên diqewimin tenê bigirîn, ev yek dê bi kêrî tiştekî neyê. Divê her kes rabe ser piyan û li ber xwe bide. Îro roj roja berxwedanê ye. Îro roj roja şeref û namûsê ye. Li dijî zarok û xwezaya me çekên kîmyewî tên bikaranîn. Baş e lê kanê dewlet? Rêxistinên mafên mirovan li ku ne? Tiliya tevan jî tê de heye. Hemû jî dijminên kurdan in. Em kesên piştevaniya şer dikin û alîkariyê didin şermezar dikin. Em vê qebûl nakin. Xwezaya me talan kirine. Xazên kîmyewî tev li av û axa me bûye. Ji berhemên em ji axê digirin heta ava ku em vedixwin, tevek jî kîmyewî ne. Divê êdî kurd dengê xwe derxînin û ji vî şerî re bibêjin bes e. Em dixwazin zarokên me jî mîna gelên din azad bijîn. Divê NATO û dewletên din êdî pêşî li ber vî şerî bigrin. Êdî bes e.”

‘Divê em li hemberî wan rabin’

Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag bibîr xist ku bi peymanên navneteweyî bikaranîna çekên qedexe û yên kîmyewî hatine qedexekirin û wiha got: “Lê em niha bala xwe didinê, dewleta tirk li başûrê Kurdistanê çekên qedexe bi kar tîne. Lewma divê li hemberî wan çekan heyeteke bêalî bê çêkirin û li wê heremê lêkolîn bên kirin. Ji ber vê yekê em wekî MEBYA-DER tev li vê meşa birûmet ku dê li Silopiyayê bê lidarxistin dibin û ji bo beşdarbûnê bang li saziyên demokrat, mirovê xwedî wijdan dikin. Armanca meşa me rabûna li ber bikaranîna çekên qedexe ye. Ne tenê li TIrkiyeyê, li ku derê dibe bila bibe divê ku ev çek neyên bikaranîn. Di demên dawiyê de li hemberî endamên PKK’ê ev çekên qedexe tên bikaranîn. Êdî wiha nabe, divê em li hemberî wan rabin.”

Banga ji bo meşa li Silopiya

Hevserokê Komelaya 78’an a Amedê Huseyîn Bariş jî destnîşan kir ku her kesê nirxên mirovahiyê diparêzin divê tev li meşê bibin û ev tişt got: “Li hemberî çekên qedexe dê di 6’ê mijdarê de li Silopiyayê meşa rûmetê bê lidarxistin. Em bang li hemû însanên aştîxwaz û yên ku mirovahiyê diparezin dikin ku tev li vê meşê bibin. Ji bo ku peşî li wan çekan bên girtin, divê her kes xwedî li vê meşê derkeve. Ev çek li ku hatibin bikaranîn, li wir ne mirov ne jî zindiyên li xwezayê sax nemane. Lewma divê em helwesta xwe baş nîşan bidîn û li hemberî vê di nava hewldanan de bin. Ev 40 sal e şer berdewam dike, lê tu encam bi dest neketiye. Divê pêşiya vî sûcî bê girtin.”

Divê kes qebûl neke

Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek jî têkildarî meşa ku wê li Stenbolê li dar bixin axivî û bang li hemû gelên kedkar kir ku tev li meşê bibin. Cengîz Çîçek, bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ku ji hêla Tirkiyeyê ve tê bikaranîn û wiha got: “Ev bêdengiya wan, têkiliya xwe bi polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêka kurd re heye. Ev bêdengî û lihevkirina qismî, nîşaneya nêzikatiya wan li dijî pirgirêka kurd e. Dema mijara behsa xeberê bû kurd û Kurdistanê, ev bêdengiya wan serdest dibe. Desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze li Zap, Metîna û Avaşînê qirkirina kurdan temam bikin. Ji bo vê jî her derfetan bi kar tînin. Êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û başûrê Kurdistanê bi heman armancê tên kirin. Piştî ku dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî hatin parvekirin, desthilatdarî êdî ji rexneyeke herî biçûk jî ditirse. Peyama ‘tenê ji tiştên ez parve dikim bawer bikin’ dide. Tu kesekê xwedî wijdan û yê ji xwe re dibêje însan, dîmenên hatine parvekirin qebûl nake.”

Meşa rûmetê

Çîçek, diyar kir ku berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê saziyên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî hatine avakirin û gotinên wiha bi dawî kir: “Divê bikevin nava liv û tevgerê ku ev berpirsyartiya wan e. Di serî de gelên Tirkiye û Kurdistanê û divê hemû gelên Rojhilata Navîn li dijî bikaranîna çekên kîmyewî birêxistin bike. Lewma jî meşa me ya ku dê di 6’ê mijdarê de li Taksîmê bê lidarxistin, meşa rûmetê ye. Ev meş, meşa xwedîderketina li nirx, rûmet û pêşeroja xwe ye. Çi dibe bila bibe em ê ji rastî û rêgezên xwe tawîz nedin. Mîna mirina 41 madenvanên li Amasrayê, dixwazin bikaranîna çekên kîmyewî jî bidin jibîrkirin. Banga me ji bo hemû gelên kedkar, jin, parastvanên mafên mirovan û hemû kesên ji desthilatdariyê aciz ew e ku tev li meşê bibin. Li dijî faşîzmê, dem dema xwedîderketina li keleha berxwedanê ya demokratîk a gelê kurd e. Heke ev keleh bikeve, dê kelehên din jî yek bi yek bikevin. Lewma banga me li her kesî ew e ku mil bidin milê gelê kurd.”