6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sirê peyvan

Peyv, gotin dîrok in gelek caran. Zeman, sal her tiştî kevn dikin, diguherînin, lê gotin û ilim jî nav pir bi himet in, ewle ne û dilwefa ne, parêzkar in. Gelek tiştan diparêzin lê kod in, bi ‘sir’ in. Ku mirov ‘sir’a wan nizanibe ji wan fêhm neke xwe nadin dest û ev sir mîna sewdayê, mîna evînê ye. Encex evîndar ji zimanê hev, awirên hev û ji dilê hev fêhm bikin. Peyv, gotin hêzdar û sozdar in, tenê ku mirov bizane û hestiyar bin û biwijdan bin û bizanibin li gencîniya xwe xwedî bin û bi vê jî xwediyê xwe bin, li xwe bibin xwedî. Ziman, peyv û gotinên wî; reh, rih û têkiliya di navbera kur û kal, qîz û pîrikê nin, pira di navbera paşeroj û pêşerojê de ne, herikîn û rihê jiyanê ne, jiyana bêserî û bêdawî.

Zarê keviran jî hene, ew dîrok in lê divê mirov ji zimanê wan fêhm bike, zimanê wan jî heye û evînî dikare vê fêhm bike. Zarê peyvan jî wiha. Sira peyv û gotinan a navan jî di evînê de ye, evîn şîfreya wan e, koda wan e, ew jî dîrok in pirî caran. Wek ku “rastî evîn e, evîn jî azadî.”

Ez wan weke pêjnkirinê difikirim, wek pêşfikrînê; divê bi zanistî jî werin peyitandin; ji aliyê watenasî, arkeolojî û her wiha belkî ji me re destpêk e.

Peyv û gotin cêwiyê hev in lê bi ya min cudanûanseke wan heye; peyv sivik û destpêk e, lê gotin giran û kûr e û dumahî û sekna gotinê jî nav e. Ev rewş, dem û pêvajoyeke peresanî (evrîm) dixwaze.

Peyv, gotin û nav jî vediguherin, dirûvê diguhêrînin, mîna candaran. Ev jî tiştekî jiyanî û asan e.

Ya rastî ji dema bav û kalên me dest bi cot kirin ku Zerdeştan war kirin pîrozî, ‘ga’ bû her tişt; bû hebûn, bû ocax, bû jiyan, bû peyv; lewra em ‘Gutî’ ne û ev bû gotin; gotina pêşî. Paşê me da dû Qasidan (Kasît) em bûn Çiyayî, Sûbarî, em bûn ‘Hûrrî’ hem ‘hur’ hem jî ‘hûrî’yên bihuştan û Medên Mîtanî.

Ka em ji Gilgamêş dest pê bikin;

Gilgamêşê bi navûdeng  wek keyayê Urûka Sumerî tê nasîn û navûdengê wî gihaye dema me. Lê balkêşiya navê wî di kurdî-kurmancî de wek ‘sir’eke dîrokî, civakî û zimanî ye. Di bingehê xwe de dahûrîna navê wî peresîna peyv, gotin, ziman û gelî aşkera dike. Erê, zimanê me, gelê me bi hevgirtina zimên û şêniyên herêmê di demkûriya dîrokê de gihaştiye roja me. Em vegerin ser dahûrîna navê Gilgamêş.

‘Mêş’ tê nasîn û ‘Ga’ jî. Gamêş; Ga+mêş. Jixwe gamêş ‘ga’yê bêpûrt e, yan jî kêm pûrt e û ‘mêş’ pir lê datînin, ew ‘gayê bimêş’ e û ew jî ji bo ji mêşan xelas bibe berê xwe dide çiravan û xwe di herriyê dide yan jî xwe dixe nav avê. Ji ber vê bêhtir li herêmên avî dijî. Her çiqas mirov Gilgamêş weke Girgamêş yanî gamêşê gir bifikire jî, wateyeke vê gotinê ya dinê aşkera heye. ‘Gil’ bi kurmancî ‘herrî’ ye û li herêma serhedê hê jî gotineke zindî ye. Em bidomînin, her wiha ‘Gilgamêş’ tê wateya ‘Gamêşê Herriyê’. Vê gotinê, vî navî bi tevayî reseniya xwe, xwe di zimanê me de ji kûrdîrokê gihandiye heta îro. Hê jî biwêjeyeke xurt û zindî ya di zimanê me de wê piştrast dike; “Gamêşê Herriyê”. Kurd ji kesa/ê xurt, fêris, pêlewan û jiheqderketî re dibêjin; “Çi gamêşa/ê herriyê ye.” Demên berê ji çirav û kûrahiya herriya çiravan xelasî, ne karekî hêsan bû; jêhatîtî, xurtî dixwest. Ên ku ev bikêrhatinî pêktanîn wek leheng dihatin dîtin. Ev biwêje him aşkerayî him jî bi wateya nixumandî-mecazî ew rewş bi nav dikir.

Mirov dikare ji gelek aliyan ve vî navî û vê biwêjeyê şîrove bike û dahûrîne.

‘Ceh’ ji berê de zadê ku pêşî ji aliyê mirovahiyê ve li herêma me hatiye kifşkirin e. Berî genim hatiye naskirin û mîtolojiya li ser berfireh e. Di nivîsên Sumeriyan de bi berfirehî qala peydakirina ‘bîrayê-ava ceh’ tê kirin. Heta dibêjin yekî wek Prometûs ceh ji xwedayan diziye û diyarî mirovan kiriye. Îja balkêşî ev e ku Engels di pirtûka xwe ya bi navê ‘Jêderka dewlet, xwedîtiya taybet û malbatê’ de dibêje Mayayiyên xwecîhên Amerîkayê yên kevn ji ‘ceh’ re digotin ‘zeah’. Telafûza vî navî pir dişibe ‘ceh’a bi kurdî û li gelek deverên welêt ‘z’ û ‘c’ vediguherin hev, ilim jî di zaravayê Kirdikî-Kurmanckî de.

‘Pêşî-Pêşû’ ku bi navê‘Germ-mêş; Germêş-Kelmêş-Kermêş’ tê nasîn jî, hêjaye ku ji gelek aliyên li ser bê hûrbûn. Di zîndewerzaniyê (biyolojî) de çêbûn û veguherîna (başkalaşim) pêşûyê ya di heft gihînek(evre)an de di av, çirav, herrî û hewayê de dirûvgirtina wê ya cihê û jîna wê ya li her derê; di avê, li ser avê, li bejayî, li hewa û şînahiyê; pir balkêş e. Bi xwîna mirov xwedîbûna wê jî hê bêhtir balkêş e. ‘Pêşî-Pêşû’ gelo tê wateya şêweya candarî, giyanewerî ya pêşîn, bi vî zimanê qedîm! Ma candarî jî pêşî di ava germ, kelegerm, çirava germ de nehatiye afirîn; li gorî olî, mîtolojî û zanistiyê! Jixwe ‘Germêş-Kelmêş-Kermêş’ aşkera ye ku ‘mêşa ji germê/ li germê’ ye.

Li Kurdistanê ajaleke/î hûrik, minyonmasî ‘Masiyê Tehtan’ heye ku bi her awayî xwe (şêweyî, candarî, hebûnî) ‘masî’ ye, lê li ser kevir, hîm û tehtan dijî. Pir hûrik e, mîna moristanan. Ev jî hêjaye ku li ser lêkolîn bê kirin, wek ku navê wê/î ‘masiyê tehtan’ e. Ku ji xezeba vî şerê giran û çekên kîmyewî filitî be..!

‘Wan’ wek tê zanîn di gramera kurdî-kurmancî de cinavka pirhejmara kesa/ê sêyemîn e. Navê bajarekî me yê qedîm e.

Dîsa tê zanîn ku Riya Hevrêşim (Îpekyolu), li bakurê welêt; zivistanî di xeta Xabûr-Cizîr-Nisêbîn-Mêrdîn-Amed-Riha-Dîlok û li aliyekî jî di xeta Nisêbîn-Qoser- Wêranşar-Riha- Dîlok de diherike û şaxên dinê jî hebûn. Mîna Cizîr-Hezex-Midyat (Medyat)-Stewrê-Ewîna-Bismil(Bîstmal)-Amed. Lewra zivistanî ev rê germ e, xweş e.

Baş e. Lê havînê ev rê pir germ e, meşa di vê rêyê de pir zehmet e, dijwar e; ji germê nexweşî ilim jî ta, taya ji ber pêşiyan mirov qirr dikirin. Helbet di wan demên kevn û kevnare de. Rêyekê hênik divêt e. Ev jî dîsa li bakurê welêt ji Geverê (Yüksekova) dest pê dike; jixwe Gever tê wateya bihur, bihura bilind, zaboq, rêya di nav çiyayên asê de, rê, bihur; Gever-Wan-Tetwan-Sîlwan-Amed-Hîlwan-Kîlwan-Dîlok. Di vir de ez dizanim bala we jî kişandiye: Wan; Navê bajarê qedîm. Gelo navê şaristaniyeke biyaniye ku ji wan re bi zimanê me gotine; “Wan”. An ji me bûne, belkî jî ji Urartûyan re hatibe gotin! Her çibe, lê belê hejayî lêkolînê ye, lewra nav ne bêheq tên danîn. Ger em dizanibin ji kengî ve, ev nav heye belkî mesele xweştir ronî bibe. Ya herî balkêş xet bi ristina vî navî didome.

Tetwan; Navçeya Bedlîsê ya navdar; tat+wan, ji bêjeyên ‘tat’ û ‘wan’ pêk tê. Wek tê zanîn ‘tat’ navê eşîreke li dora Mêrdînê ye û nav têkildarî zimanê erebiye, lê eşîr koçer e. Helbet di demên berê de, niha niştecihî heye. Belkî lêhatin be, lê ev jî hêjayî lêkolînê ye; tew ku li ser vê xeta rê û bi bêjeya ‘wan’ re hatibe ba hev. İlim ‘sir’eke vê heye.

Sîlwan; sîl+wan, navçeya Amedê ya qedîm; ji bêjeyên ‘sîl’ û ‘wan’ pêk tê, her çiqas bi gotinî ‘Silîva’ be jî. ‘Sîl’ veguherîna bêjeya ‘zil’ê ye û her tê zanîn ev der warê ‘zil’an e, zila ku ji banî û kurtanan re hêmana asasî bû. Bingeha eşîra zîlan jî ev e, bi ya min. Li ser vê xetê ku ev bi bêjeya ‘wan’ re tê ba hev balkêşî zêde dibe.

Hîlwan; hîl+wan. Navçeya Rihayê ye. Her kes dizane ‘hîl’ telafûza ‘hil’ê ye. Axa ‘hil’ ya ji cot re guncav e, axa ku ji çandiniyê re amade ye; ya ku hatiye kolan û ji kevir û diriyan hatiye paqijkirin e. Axa hil; ya berî cotkirinê û ya berî ku tu daran tê de bîçînî ye. Bi rastî jî axa Hîlwanê tam wisa ye. Ku ‘hil-hîl’ û wan tên ba hev li ser domandina vê xetê; hişê mirov ber bi şaristaniyekê yan jî gelekî ku bi ‘wan’ re têkildar be dişemite.

Kîlwan; bajarokeke Dîlokê. ‘Kîl’ wek ku tê zanîn axa şil, ya nêzîkî herriyê ye ku kelpîç jê tên çêkirin. Belkî ji zimanê me derbasî tirkî bûbe, yan jî wateyeke wê dinê jî hebe, nizanim. Lê li ser vê xeta rê ku ‘kîl’ û ‘wan’ têne cem hev, girêdayî van navên dinê, tiştekî civakî û dîrokî dixe bîra mirov! Lewra her nav xwedî kesayet û dîrokekê ye.

Ku mirov, van navan tevan bi hev re bifikire, hesasiyeta lêkolînê ewqasî giranbuha dibe. Bi ser de li ser rêya Amed û Mêrdînê li jora Xankajêrî (Aşaği Konak) ku ev der jî li ser şaxek Rêya Hevrêşim ya zivistanî ye, kelehek bi navê Kela Zerzewanê heye. Gelek serokeşîrên serhildêr û ermenî li vira ji aliyê serdestên pergalê ve hatine qetilkirin. Kelehek dîrokî ye û navê wê jî balkêş e. Him weke navê dinê ‘wan’ qertafa vê ye û him jî navê olekî kurdan yê herî kevn, Zerevanî tîne bîra mirov. Li aliyekî din, Şêrwan-Şîrwan (Şêr-Şîr+wan)a navçeya Sêrtê heye ku ew jî dîrokî ye û gelek cîwarên bi vî navî hene, wek Sîçwan (Bajarokeke Stewrê), Dêywan (gundekî navçeya Kerborana Mêrdînê).

Her çiqas ‘wan’ di zimanê kurdî de qertafek navçêker û bêjeçêker be jî (wek; karwan, qizwan, şehrewan.), bi ya min di navbera van navên ku me behsa wan kir de têkiliyek diyalektîkî heye. Dibe ku ev tiştekî civakî û dîrokî be. Belkî belge û zanînên veşartî li ser vê hebin. Lêkolînên bi destên me kurdan yên di warê dîrokî, civakî, arkeolojî, çandî, zimanî û her wiha yên li ser civak û dîroka me, wê hê bêhtir ‘bîra’ me zelal û ronî bike û şaşitiyan jê bineqîne.

Civaka me kandew û dîroka me zaristanî ye. Ji bo vê lêgerîn, lêkolîn û vekolîn êdî karê me yê esasî ye. Bi hêviya xebatên ronîdar.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê