4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Siyaset, tarîkat û tecawiz

Di nav 20 salên desthilata AKP’ê de li Tirkiyeyê tarîkat û cemeatên heyî xwe bi hêztir kirin. Navê tarîkatan çi dibe bila bibe di nav hemû tarîkatan de dijminahiya jin û zarokan tê kirin. Hevkariya tarîkatan a bi desthilata AKP-MHP’ê re jî vê dijminahiyê geş dike.

Peyva tarîkat bi erebî ye û tê wateya rêya ku xwe digihîne Xweda. Dîroka tarîkatan ji sedsala 6’emîn destpê dike û di sedsala 12’emîn de xwe bi hêztir dike. Her çiqas di hin serdeman de tarîkat ji bo hin mijarên civakî bûbin bersiv jî di roja me de ev tarîkat di bingeha gelek pirsgirêkan de cih digirin.

Li Tirkiyeyê têkiliya tarikat û siyasetê ya ku hebû bi desthilata AKP’ê kûrtir bû. Pêşiya gelek hilbijartinan di serî de Erdogan gelek siyasetmedarên di nav hikûmeta AKP’ê de serdana tarîkatên Menzîl, Îskenderpaşa, Îsmaîlaga û Suleymanciyan kirin û piştgiriya wan girtin. bi vî awayê têkiliya di navbera xwe de xurt kirin

Di nav dewletê de bi cih dibin

Desthilata AKP’ê dema di sala 2002’yan de hat desthilatê ji bo mezinbûna Cemeata Gulen rêyan vekir. Piştî hewldana derbeya  15’ê Tîrmehê Erdogan hemû kar û barê ku bi pêşengiya Fetullah Gulen dihatin kirin qedexe kir û bang li tarîkatên din kir û got, ‘An hûn bi min re ne an bi wan re ne’.

Piştî vê banga Erdogan Tarîkata Menzîl aligiriya xwe ya ji bo AKP’ê diyar kir. Ji wê demê  ve ye ku ev tarîkat bi piştgiriya hikûmeta AKP’ê her ku diçe hem xwe mezin dike hem jî kadroyên xwe di nav dewletê de bi cih dike.

Dijberê jinan in

Navê tarîkatan çi dibe bila bibe di nav hemû tarîkatan de dijberiya jin û zarokan tê kirin. Hevkariya tarîkatan a bi desthilatê re jî vê dijminahiyê geş dike. Mînak yek ji endamê tarîkata Menzîlê Alî Edîzer li ser hesabê xwe yê medya dijîtal gotibû, ‘Di dewsa ku hûn hevjîna xwe ber didin herin cara duyemîn bizewicin. Xweda rûhsat daye we. Jixwe em li dijî qanûna medenî têdikoşin’. Piştî van gotinên wî her çiqas bertekên civakê çêbûbin jî hikûmeta AKP’ê xwe li dijî van gotinan bêdeng kir.

Ne tenê di mijara Alî Edîzer de di mijara Weqfa Ensar ku kurê Recep Tayîp Erdogan Bilal Erdogan jî yek ji rêveberê wê bû jî hikûmet li dijî tecawiza li ser zarokan neket nav tevgerê û bi gotina ‘ji careke tiştek nabe’ ya Wezîra Polîtîkayên Civak û Malbatê pêşî li tacîz û tecawiza zarokan vekir.

Zaroka 6 salî û zewac

Di rojên dawî de bi hin nûçeyan derket holê ku Yûsûf Ziya Gumuşel ê damezrînerê Waqfa Hîranûr a ku girêdayî Cemeata Îsmaîlaga ye keça xwe ya 6 salî bi mirîdê xwe yê 29 salî re zewicandiye (Cemeata Îsmaîlaga di sala 1954’an de hat avakirin û girêdayê Tarîkata Nakşîbendî ye). Tecawiza ku di 6 saliya H.K.G de hatiye destpêkirin di nav hefteyê de bi gilîkirina wê derket holê.

Li ser mijarê ji gelek aliyan bertek hatin nîşandan û ji hikûmeta AKP-MHP’ê hat xwestin ku li dijî tarîkatan bikevin nav tevgerê. Lê tevî ewqas mînakên taciz û tecawizên ku di nav tarîkat û weqfan de hatin kirin jî hikûmetê got ku kêmasiya kesan bi tarîkatan ve nikare bê girêdan.

Durûtiya siyasetmedaran

Yek ji siyasetmedarê ku bertek nîşanê tecawiza sîstematîk ya li ser H.K.G da Ahmet Davûtoglû bû. Davûtoglû li ser hesabê xwe yê medya dijîtal de got, ‘Bi hestên zayendî nêzikbûna zaroka 6 salî sûcê mirovahiyê ye. Kesên ku tev li vê sûcê bûne divê demildest bên cezakirin’.

Nûrettîn Yildiz ê serokê Weqfa Sosyal Dokû di sala 2016’an de di axaftineke xwe de dibêje ku zarokên 6 salî dikarin bizewicin û zarokên keç ên ku bûne 3 salî divê li gel apê xwe bi derpî negerin.

Davûtoglû yê ku niha di parvekirina xwe de bi vî awayê bertek nîşanê mijarê dide, di sala 2016’an de dema di nav AKP’ê de cih digirt û serokwezîr bû, tev li perwerdeya ku Nûrettîn Yildiz li Kizilcahamamê ji ciwanên AKP’î re dida, bûbû. Tenê rewşa Davûtoglû durûtiya siyasetmedaran a li dijî tarîkatan radixe ber çavan.

Hewldana belavbûnê

Tarîkat dîn û siyaset jî niha tarîkatan weke çek bi kar tîne û her du alî jî ji bo dîzaynkirina bîrdoziya xwe jin û zarokan dikin hedef. Bi avakirina kesayeta jinan a îslamî hewl tê dayîn ku rê û rêbazên dînê îslamê li hemû civakê bê belavkirin û bikaribin bê bikaranîn.

Têkiliya siyaseta Erdogan a bi tarîkatan re û sekna desthilata AKP-MHP’ê bi tu awayî pêşî li belavbûna tarîkatan nagire. Ji ber vê yekê ye ku li Tirkiyeyê bi tarîkat bi rêya sedan nexweşxane, weqf û  ji 4 hezarî zêdetir dibistanên taybet ên bi bîrdoziya tarîqetan pewerdehiyê didin zarokan xwe li nav civakê belav dikin. Ev rewş jî ji bo pêşeroja civakê talûkeyeke mezin bi xwe re tîne.