27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bê ‘henek’ ev dinya li me giran e

Enes Yildiz

Hinek alîgiran li ser qûpaya cîhanê xwe mest kirin û hişê xwe wenda kirin. Hinek jî hatina xwe lenet dikin. Yên bang dikin hene, yên ku serkeftina xwe jî dixwazin hene.

Tiştek biha be, ne pere ye, pîyase ne her tişt e. Xwebûna însan raman e. ramane bedewiya însan. Ew rihê ku xwe talan neke, nikare bibêje dinya ‘li me giran e, tengezarîyek heye ku piçek dinya bi nakok e. Tengezarî ye ku her tişt xumam e.

Di dilê mirov de hemî çekên nûjen hatin bikaranîn, di awirên mirov de sedsala qedîm hat paşgûhkirin. ‘zeman li mirov dereng e’ di pêş awirên wî de her tişt biha ye.

Ya ku em niha dikin, zanistî ye, ilma dawiyê ye. Xwe xapandina sedsalekî ye, rihê xwe tev li xirabiyan kiriye. Li nefsa xwe hayil bibe, di rastiya xwe de gazî dike. Êdî gotin, dereng dikevin.

Yan wê dîroka genim bê nivîsandin an jî wê li pêl hestiyên me yên trajîk bikin û derbas bibin.

Pir bimrim.

Pir li hêviya xwe bim ku heta vî îşlîkê xwe biqetînim.

Nizanim ji kê re bibêjim; piştî keldûmana cixareyekî û bo te nemînim, rojnivîska bêrîkirinê bim, di hişê serkeftina xwe de hebim û her di nîvê rêyan de herim.

Pir hez bikim, pir hebim ku hatinan baş diyar bikim. Bo her kesî û her dever bikare, navnîşana xwe bibêje. Ne pirtûkekî pîroz, dilê min qayîl dike ne jî hemî ayetên li ser rûyê esman. Mirov her tewanbar e. Gunehkarê sûretên xwe ye. Ne xirabiyên xwe danî ser rûpelan ne jî baş dikare sûretên qenciya xwe xêz bike.

Ev çend roj in serî li hinek çavderiyan didim. Gelo mirov ji hatina xwe poşman e, heger poşman nebe ne aş dibe ne jî di jiyana xwe de bê xem e.  Hinek xitimkirina dinyayê re eleqeya xwe heye. Caran tengezar e, her kêlî jî nebe, li dijî hemî kiryaran sûcdar e. Sosret e, him muhteşem e him jî tewanbarê xwe ye ku di rêwîtiya xwe de şok bûye.

Tenê di gotinê de ‘dinya bedew nabe, êşên xwe di heft deriyan de der derbas bike jî li ser ayetên hezkirinê nehatiye nivîsandin. Her bila helbestvanek li ser kursiya xwe rûnê û bedewiyan, xeyalan, texmîn bike. Caran hemî beza mirov tenê ‘gotinek e’ ‘xemek e, hêvîyek e, hatinek e, veqetînek e, sûcek e û benda sûprîzekî ye.

Bi rastî hemî rê naçin bihuştê. Her qiyamet şoreşekê venabêje.

Gava ez dibêjim; ‘bê henek’ ev dinya li min pir giran e. Li der û dora xwe jî dinêrim, her kes li çavkaniya ‘xwebûna’ xwe digere. mîmîk û jestên însanan kêlî bi kêlî ji hev derdixînîm. Ev dinya di nav pêlên gazincan de maye. Di rastiyê de derûniya wan çî ye, di nav rojê de çi dixwazin, di jiyana xwe de çima bê deng in, qîrîna wan, heta yên kû bi coşa xwe difirin hene.

Hinek hene dinya li ber destên wan xirab jî bibe, deng ji wan dernakeve. Caran dibêjim gelo? mertebe çî ye, hatina însan a dinyayê divê bi çi û ji bo çi bi dawî bibe? Çi armanc dike. Empatiya min ne kêm e. weke her miroveke ji êgir hez dikim. Hilma biharekî me. Di bin awirên rojekî de dikarim li xwe binêrim.

Belim nikaribim bi gotinan dinyayê feth bikim, carnan nikarim bibim birîna kesên li xwe ne qayîl. Bê ‘henek’ ev dinya giran e. Di her alî de giran e. Rihê insan hatiye qusandin.

Pariyek nan, hejmartina pereyan, dinyayek bi biha, pîyaseyek serubînî li pêşberê me ye. Hemî sûk û bazar qala xizaniyê dikin. Însan tenê ji bo debara xwe bike, ji bo pêşeroja xwe dabîn bike, her gav bez dide. destekî xwe êzing û destekî xwe pirtûk in. Pênûsê di destê xwe de digire. Bi balafirên kamîkazayî meydanê dixwîne. Ev însan di hûndirê xwe de çend qiyametan dihewîne.

Her tişt du rûyê xwe hene. Di rûyê xwe de di suretê xwe de jî bê xwe nabim. Hîna dinyaya me di nav pênasekirinê de xwe mijûl dike.

Ev çend roj in pala xwe didim dilê helbestvanekî ku nikare ‘ji min re bibêje; ‘ev dinya nikare me hilgire’ nikare ‘birîna me, bêrikirinên me, vegerên me, di tûrikê xwe de bi cih bike.

Li ser dilê helbestvanekî jî xuya nakim. Min di emrê xwe de her tişt bi bîr anî. Negihîştim her tiştê. Nikaribûm, hûndir û derve ji hev derxînim. Nikaribûm bibim goştê kezeba tu kesî. Min xwe negihand bîna dara kizwanê.

Ez di bêdengiyê de cihê her kesî dadigrim, diaxivim û li ser xeyalên wan peyvan rêz dikim. Vê heyamê xeletiyên xwe li ser me kiriye bar. Şik û fikarên xwe jî her bi bîr dixe. Yên kû peyvên min wek bargiranîyekî digirin dest an go dixwînin, bi rastî û bê henek ev dinya li me giran e…