4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamentoya Ewropayê ji bo ambargoyên li dijî Îran û Rûsyayê dicive

Tevî metirsiya mezin a li ser gelên Îranê û gefa darvekirina xwepêşandêran wiha xuyaye ku dê civîna Parlamentoya Ewropayê bi giranî li ser alîkariya bi Ukraynayê re be

Îro Wezîrên Karên Derve yên Yekitiya Ewropayê ji bo guftûgoyên der barê ambargo û cezakirina Rûsya û Îranê li hev dicivin. Her wiha di civînê de dê alîkariya çekan a bi 2.11 milyar dolar ji bo Ukraynayê were aşkerakirin.

Di vê civînê de Wezîrên Karên Derve dê pakêta nehemîn a ambargoyên li ser Rûsyayê nîqaş bikin ku di nava xwe de derdora 200 kes û saziyên nû yên Rûsyayê dihewîne.

Her wiha dê ambargoyên nû li dijî Îranê jî werin kirin ji ber alîkariya wan a bi Rûsyayê re û ji ber binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî xwepêşandêrên îranî.

Hêjayî gotinê ku Zelendaya Nû ambargo li dijî 22 îraniyan ferz kiriye ku di nava wan de fermandarê ‘Parêzvanên Şoreşê’, ‘Geştî Irşad) û fermandarê hêzên ewlekariya Hundirîn jî hene.

Wezîra Derve ya Avusturalyayê Penny Wong, roja Şemiyê ragihand ku wekî bersivekê li ser binpêkirinên mafên mirovan hikûmet dê cezayên li ser kes û saziyên Îranê bisepîne.

Li gorî ajansa Reuters, Wong di daxuyaniya xwe de got ku Awustralya dê ceza li ser 13 kes û du saziyan bisepîne, di nav wan de hêzên ‘Geştî Irşad), Besîc û 6 Îraniyên ku beşdarî tundiya li ser xwepêşandêran û kuştina Jîna Emînî bûne.

Hêjayî gotinê ye ku tevî metirsiya mezin a li ser gelên Îranê û gefa darvekirina xwepêşandêran dê ev civîn dîsa ji bilî çend ambargoyên li dijî Îranê, bi giranî li ser alîkariya bi Ukraynayê re be.