4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Dêrazorê 2 serçeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Di operasyoneke bi tevlêbûna Hêzên Koalisyona Navnetewî û Hêzên Tekoşîna li Dijî Terorê ya QSD’ê li Dêrazorê 2 serçeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Doh li bakur û rojhilatê Sûriyeyê li gundewarê Dêrazorê di operasyoneke Hêzên Hevpeyman û Hêzên QSD’ê de 2 serçeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Li gorî saziya Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di operasyoneke bi tevlêbûna Hêzên Koalisyona Navnetewî û Hêzên Tekoşîna li Dijî Terorê ya QSD’ê li Dêrazorê 2 serçeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Hate ragihandin ku yek ji wan çeteyan sûrî ya û yek jî iraqî ye û berpirsên gelek êrîş û kuştinên li Bisêra û Dêrazorê ne.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Koalisyonê ji 19’ê meha borî de ango ji dema êrîşên dewleta tirk de ev operasyona yekemîne ku bi hêzên QSD’ê re dikin. Li gorî heman çavkaniyê ew herdu çete li gundê El Riz li mala ku lê diman hatine dorpêçkirin û ji ber ku teslîm nebûne herdu di malê de hatine kuştin.