spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hedef guhertina rejîma Îranê ye

Rojnameger Abdurrahman Gok ku serhildana li rojhilatê Kurdistanê Îranê di cih de şopand, diyar kir ku hedefa serhildanê ne guhertina saziyek du saziyên rejîmê ye armanc guhertin û têkbirina rejîmê bixwe ye

Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê, piştî “Şoreşa” îslamî ya di sala 1979’an de pêk hat cara yekemîn e li dijî Komara Îslamî ya Îranê xwepêşandanên ewqas domdarî û di asteke bilind de tên lidarxistin. Di 16’ê îlonê de jina ciwan a kurd Jîna Emînî li paytexta Îranê ji aliyê hêzên Geşt-î Îrşad ve hat kuştin. Kuştina Emînî li bajarê Seqizê yê Rojhilat bi dûrişmeya “Jin Jiyan Azadî1” bû çavkaniya serhildana li dijî rejîma Îranê. Lê tevî ku ev serhildan berdewam dikin jî gelek kêm agahî ji herêmê tên bidestxistin.

Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Abdurahman Gok bi armanca ku hinek vê rewşê ji holê rake, serhildanê di cih de bişopîne û çîrokên kesên ku di serhildanê de hatine kuştin ji raya giştî re ragihîne di meha mijdarê de çû Rojhilat û Îranê. Gok van çavdêriyên xwe yên li herêmê bi 8 rêzenivîsan (http://mezopotamyaajansi35.com/kr/search/content/view/190506?page=1&key=5b996a5a00a3941fb7c99eca090409f0) di MA’yê de weşand û bi xwînerên xwe re parve kir.

Piştî xwendina van rêzenîvîsên wî ji bo ku pirsên di serê xwe de jê bikim û meraqa xwe ya der barê herêmê de bidime derbaskirin li Amedê bi Abdurahman Gok re hatim gelhev. Pirsên min jê kirin û bersivên Gok bi vî rengî ne:

– Destpêkê dixwazim li ser sedema çûna te ya Rojhilat û Îranê rawestim. Piştî serhildanan dest pê kir mehek şûn de tu çûyî herêmê. Heta niha jî kes pir cesaret nake ku biçe herêmê û serhildanan di cih de bişopîne. Ji ber kîjan sedeman û çawa we biryar da ku hûn biçin Rojhilat?

Sedema destpêkê ji ber ku agahiyên ji wir dihatin ragihandin tunebûn an jî kêm bûn. Tenê em bi çend kêlî û agahiyên ku li ser medya sanal dihatin parvekirin ji rewşê agahdar dibûn. Ev jî kêmasiyeke mezin derdixist holê. Piştî ku min dît çalakî mehek berdewam kirin fêm kir ku wê her bidomin. Ji ber vê jî min xwest biçin çavdêriya van xwepêşandanan bikim.

Di çarçoveya daxwazên wan kesên di çalakiyan de pêşengî ji îtîrazatan re dikin an ew malbatên zarokên xwe di van çalakiyan de winda kirin û hatin girtin de min xwest rast e rast nêrînên wan bigirim û fêm bikim ku ev xwepêşandan ji ber çi li Îranê dest pê kirine. Erê rast e jina kurd a bi navê Jîna Emînî li Tehranê bi destê Geşt-î Îrşad hatiye kuştin. Lê dîmenên dema veşartina Jîna Emînî di nav demeke kurt li tevahiya Îranê û Rojhilatê Kurdistanê belav bûn. Min xwest biçim sedeman di cih de çavdêrî bikim û daxwazên li wir bi raya giştî re parve bikim.

Rewşa rojnamegeran li Îranê bixeter e. Ji roja ku xwepêşandanan dest pê kiriye ve bi dehan rojnameger hatine girtin. Kes cesaret nake rast e rast li wir rojnamegerî bike. Lewre bi sîxurtiyê tên tawanbarkirin û girtin. Dema tên girtin jî cezayê wan ne weke cezayên kesên din e. Ji ber ku wan ne weke rojnameger weke sîxurên rêxistinên îstixbarî yên navneteweyî dihesibînin. Ji ber vê sedemê kes zû bi zû cesaret nake ku rast e rast agahiyên ji wir ragihîne.

Li ser van esasan û belim esasa sereke jî kuştinên ku herî zêde li rojhilatê Kurdistanê û Sistan û Belûcistanê çêbûn. Rejîm li van her du deran bi tund bi ser gel de çû. Li van her du cihan çekên şer ên kaleşnîkof hatin bikaranîn û mirov hatin kuştin. Çîrokên van kesên hatin kuştin jî nîvco dimînin. Gelek caran em tenê weke nav û paşnav an jî weke reqem dizanin. Min xwest xwe bigihînim malbatê van kesan û bi wan re hevdîtin bikim û çîrokên wan bi raya giştî re parve bikim.

– Weke ku hûn di rêzenivîsên xwe de jî diyar dikin ev çûndin ne çûndina we ya yekemîn e. Dikarî qala ferqa di navbera serdanên xwe yên beriya niha û serdana xwe ya herî dawî de bikî. Çi guhertin li ber çavê te ketin?

Berê jî çûndina Îranê di hiş û mêjiyê gelek kesan de metirsiyek çêdikir. Ji ber ku Îran di hêla hikûmetê ve civakek girtî ye û ji hêla dewletê ve hatiye tepisandin gelek kes nedixwestin biçin Îranê ziyaret bikin. Ez jî di ziyaretên xwe yên berê de ditirsiyam. Weke turîstekê jî biçî Îranê îhtimala ku tu bêyî girtin û zor û zehmetiyan re rû bi rû bimînî heye. Ji ber ku axa Îranê axake bi xêr û bêr e min xwest biçimê. Ez hata Xoresan û Yezdê çûbûm.

Lê ev car dema ku ez çûm rewşeke xerabtir hebû. Lewre li welêt du meh û nîv e xwepêşandan û serhildan hene.  Li ser her kolenekî min …mesela berê min ji gelek hevalên xwe re jî digot di çûnên min ên berê de hema bibêje li kolanan xweşik kesekî bi çek nedidît. Dîsa di navbera bajaran de xweşik nuqteyên kontrolê tunebûn. Wisa bifikirin ez du caran çûme û her cara ku çûme jî di navbera 10-15 rojan de mame û yek polisek jî min nesikandiye û nasnameya min nepirsiye.

Lê ev car xetertir bû, ez zêdetir baldar bûm. Min li her cihê polis, besîc, pasdar, cehş û hemû hêzên dewletê yên leşkerî dîtin. Dîsa wesayît û motorên wan bi awayekî amade û çekên lûledirêj di destê wan de li ser kolanan bûn. Min ev yek dît. Min di vê dîtinê de jî ferq dikir ku ev welat ne di rewşa serdanên min ên berê de ye. Ha vê carê jî nasnameya min pirsîn? Na nepirsîn. Lê hin sedemê vê hebûn; ez di wan nuqteyên hatibûn danîn re derbas nebûm. Kesên ku ji min re bûn alîkar û çavkaniyên min ji ber ku ew zêdetir bi vê xeteriyê dizanibûn rê û rêbazên cuda li ber min dixistin û divê ez hay ji çi hebim û di rewşên xeternak de ez hişyar dikirim.

Dema ji sînor derbas bûm û heta vegeriyam jî min ew pêkutiyên li kolanan ferq kir. Li her derî qet tiştek nebînî jî li ser dîwaran dûrişmên wan mirovên ku li kolanan îtîrazên xwe tînin ziman dibînî. “Jin Jiyan Azadî” , “Bimire Xameney” , “Bimire Sîtemger” , “Em ne Şah dixwazin ne jî Rêber”. Bi her awayî rengî serhildanan xwe li kolanan dida der.

– Ziman (farisî û soranî) jî heye newsa?

Belê heye lê kêm. Yanî ku bibejî zêde weke bilbil biaxivim na (dikene), lê fêm dikim û dikarim nivîsên wan bixwînim. Disa dikarim tiştek binivisînim û nîşanî kesan bidim. Ev weke avantajeke ji bo min. Di hêla soranî ve jî pirsgirêka min a tênegihîştinê tuneye. Ji ber vê yeke jî min gelek hez dikir ku biçim Îranê.

– Tu qala kuştin û hedefgirtina zarokan dikî lê bi taybetî li ser kuştina du zarokên bi navê Komar û Zekariya radiwestî. Her du zarok jî zarokên gelek jîr in û di asteke bilind de hezkeriyên wan hene. Hêzên rejîmê zarokên bi vî rengî bi zanebûn hedef digirin an bi tesadûfî ev zarok dibin hedefa êrîşan?

Kesên ku heta niha hatine kuştin; kesên ku min bi malbatên wan re hevdîtin jî kirin û yên ku em bibêjin hevalên wan li kêleka wan hatine kuştin jî tevan ev gotin digot, “Rast e rast tên hedefgirtin’. Yanî kesekî ku em bibêjin di gulereşandinê de hatibe kuştin behs nedikirin. Besîc, pasdar û cehş her çi be yê kujer xwe li meydanekê bi cih kiriye û rast e rast hedef girtiye û kuştiye.  Mesela Komar ji metroyekê…bavî wî digot, ‘belim di navbera wî û kujerê wî de metroyek tunebe’. Bi wî awayî çek berdayê û ew kuştiye. Zekeriya bi heman awayî. Rast e rast Zekeriya di nav komekê de hedef hatiye girtin û kuştin.

Mesela Kubra Şexa Seqa dayikeke li Mehabadê hatibû kuştin. Ji ber ku keviran derdixe û dide destê kurê xwe di nav xwepêşandanê de rast e rast hedef tê girtin û li kêleka kurê xwe tê kuştin. Bifikire hezar kes dimeşe di nav wî hezar kesî de tu dinêrî dewlet 6 kesan dikuje. Hildibijêre. Mesela Simko Mewlûdî rast e rast hedef tê girtin, tê hilbijartin û tê kuştin. Yan jî ew 11 kesên ku li Bukanê hatin kuştin. Çi jin çi zarok çi ciwan dibe di nav xwepêşandanan de kesên ku pêşengiya xwepêşandanan dikin têne nasîn û ji ber vê yekê hedef têne girtin û kuştin.

– Di rêzenivîsên xwe de tu bi giştî qala rewşa li herêmê dikî lê kêm li ser rewşa partiyên siyasî ya li Rojhilatê Kurdistanê radiwestî. Derfetên te çêbûn ku tu vê mijarê jî lêkolîn bikî ango bişopînî? Tevlîbûna partiyên siyasî yên Rojhilat di serhildanan de di kîjan astê de ye?

Partiyên siyasî tunene li Îranê. Yanî partiyên siyasî ku hûn bibêjin muxalefet û siyasetê bike tunene. Ji ber vê jixwe rewşa siyasî ya li Îranê ku muxalefeteke ji van xwepêşandan re pêşengî bike tuneye. Alîgirên partiyên siyasî ku rast e rast ji wan re xebatê bikin û zêde ber bi çav bin tunene. Ez behsa partiyên siyasî ku bi awayekî legal xebatê dimeşînin dikim. Heke na partiyên din hene. Partiyên çekdar, partiyên ku em bibêjin bi awayekî îlegal di nav gel de bi salan e xebatê dimeşînin hene, ez behsa wan nakim. Lê ew partî jî ji ber ku exlebê wan li dîasporayê ne yan jî em bibêjin li derveyî sînorê Îranê ne rast e rast têkiliyeke wan a xurt ku bi gel re hebe tuneye.

Ji ber vê yekê kesên ku min bi wan re hevpeyvîn kir tev…rast e gelekê ji wan belim di hêla fikir de partiyekê nêzî xwe dibînin. Ev partî dibe ku partiyeke çekdarî be jî dibe ku fikreke siyasî be jî ferq nake. Partiyên ku nêzî xwe dibînin hene lê ne ji ber ku ew partiyên nêzî xwe dibînin di nav xwepêşandanan de ne. Yanî rast e rast kesên ku van çalakiyan organize dikin û bi rê ve dibin heta niha ew gelên li kolanan e. Ew xwendekarên lîse û zanîngehan û malbatên wan in. Ew kesên ku 43 sal e ji vê rejîmê gelek êş û azar dîtine û dixwazin rejîm biguhere, ev tev êdî hêdî hêdî derdikevên kolanan. Êdî li kêlaka van kesibkar yanî esnaf û ajokarên TIR’an û qamyonan jî tev li vî karî bûn.

Sendîka jî hêdî rengê xwe diyar dikin. Heya îro sendîkayên karkeran ên li Îranê zêde rengê xwe diyar nekiribûn. Lê em dibînin ku ew jî hêdî hêdî li kargehên xwe dest bi çalakiyan dikin. Çîna bûrjûva dimîne, ew çîna bûrjûva jî ji ber ku heya niha kesê ku muxalefetê ji vê desthilatê re bike derneketiye pêş xwe li paş digire û pêşeroja xwe nabîne. Heke ew jî sibêroj pêşerojekê bibîne ku wê ev pergal bê guhertin diyar e ku ew ê jî rengê xwe biguherîne û bikeve nava van xwepêşandanan. Dema ku tiştek wiha çêbû êdî veger ji sedî %100 çênabe.

Dewlet gelek caran çalakiyên ku li rojhilatê Kurdistanê pêk tên bi partiyên çekdar ên bi eslê xwe ji Îranê ne lê ne di nav xala Îranê de ne li derveyî xaka Îranê li başûrê Kurdistanê tawanbar dike. Em bibêjin gerilla ne, pêşmerge ne. Lê heta niha kesekî ku hatiye kuştin û dewlet bibeje ev kes endamê vê partiyê ye tuneye. Herkesê ku tê girtin ji ber ku di nav van xwepêşandanan de ye û li dijî rejîmê derketiye…mîna li Tirkiyeyê çawa ku kesekî ji rêzê jî bigire dibêje “endamê rêxistinê” ye kesekî ku endamê rêxistinê be jî jê re dibêje endamê rêxistinê ye, pergala Îranê jî bi heman awayî ye. Ew van tawanbariya dikin lê kesên ku heta niha hatine kuştin mesela li ser kesî çek nehatiye dîtin an jî di televîzyonên dewletê de jî dîmenekî ku derketibe û di destê xwepêşanderan de çekek hebe û bi wî awayî bersiv dabine besîcan tuneye. Lê ev heye; eger rejîm asta hêz û êrîşên xwe bilindtir û zêdetir bike tu bikî nekî li dijî vê reaksiyonek çêdibe. Ew jî gel di nav xwe de rêxistinan ava dike.

Ew komeke bi navê Îştar hebû

Ew komeke bi vî awayî ava bû. Jixwe dema ez li wê der bûm jî digotin, ‘heke bi vî awayî li dijî me êrîş çêbibin em ê jî di asta xweparastinê de tevdîrên xwe bigirin’. Lê ev rewş tuneye. Ev kom li ser hesabê xwe yên Facebook’ê hin çalakiyên xwe jî ragihandin. Lê ev nayê wê wateyekê di her çalakiyê de derdikevin bi çek erîş dikin. Dibêjin, ‘kesên rast e rast gelê me hedef digire em ê jî di asta xweparastinê de parastina gelê xwe bikin’. Îhtîmal heye komên wisa çêbibin û heke tundî zêde bibe wê çêbibin jî.

– Di serdana xwe de tu hem li Rojhilat geriyayî hem jî li îranê. Li her du deveran jî gel li dijî rejîmê biberteke. Lê di agahiyên ku tên parvekirin de tê gotin ku mudaxaleya rejîmê ya li her du deveran ji hev cuda ye. We jî vê yekê dît, vê ferqê bi çi rengî ye?

Ne tenê li Tehranê mesela li Kerecê jî wisa ye. Di Kerecê re otobaneke gelek mezin derbas dibe. Gelên li wê derê digotin çalakgeran  vê otobanê girtiye û dewlet ji neçarî bi helîkopteran leşker daxistiye wê derê da ku bikaribin rê vekin. Di vê mudaxaleya ewqas mezin de tu kes nehatiye kuştin. Rast e rast çekên kuştinê nehatine bikaranîn. Lê li dijî Rojhilat û Belûcistanê polîtîkayeke taybet heye. Dewlet wan weke dijmin dibîne.

Di rêzenîvisên min de jî hebû; kesekî li ser gora bavê xwe dengê xwe berz dikir û digot, ‘dewlet li Tehranê faşîst e li Kurdistanê dagirker e’. Ev hest û hestewarî di dilê hemû welatiyên Rojhilatê Kurdistanê de heye. Dewlet li Sinê, Mehabad, Kirmanşah, Bukan, Seqiz, Ciwanro, Merîwanê bi guleyên plastîk mudaxaleyî gel nake. Destpêkê bi çekên berik mudaxale dikir. Heta gelek kesên ku dimirin jî bi van çekan dihatin kuştin. Lê piştre dewletê asta xwe bilindtir kir û çekên şer bi kar anî û mirov bi van çekan hatin kuştin. Lê Tehranê û cihên din çekên plastîk tên bikaranîn. Mudaxaleyeke bi pîvan li van deran heye. Ev nayê wê wateyê ku kes li Tehranê jî nayê kuştin. Heta 28’ê mijdarê li gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê 43 kes li Tehranê jî hatibûn kuştin.

– Rêje diyar e ku ev kes kurd in an ji neteweyên dinin?

Na rêje ne diyar e. Jîna Emînî jî kurd bû li Tehranê hat kuştin. Nesrîn Qadirî jî kurd bû, xwendekareke doktorayê bû, xwepêşanderek bû, pêşengek bû, jineke şoreşger bû li Tehranê hat kuştin. Ji Merîwanê bû. Weke wan gelek welatiyên fars jî hatin kuştin. Belim ereb, belûc û azer jî hebin. Bi vî awayî rêjeyên wan nayên diyarkirin. Lê bi giştî li Rojhilatê Kurdistanê ji sedî zêdetir mirov hatin kuştin. Tenê di navbera 13 û 21’ê mijdarê de li seranserê Îranê 72 kes hatin kuştin. Ji vana 56 kes ji Rojhilat bûn. Ji ber vê êrîşa dewletê ya li dijî Rojhilat ji herêmên din tundtir bû.

Piştî ku hatim li çavkaniyek xwe yê Mehabadê geriyam got ku dewletê pasdar û eskerên ku berê ji Ûrmiye û Tebrîzê aniye vekişandiye li şûna wan rast e rast e polisên taybet ên ji Tehranê anîne bi cih kiriye. Polîtîkayeke bi vî awayî li dijî kurdan heye. Lê ji ber ku êdî dewlet kontrolê hêdî hêdî winda dike heman polîtîkayê li eyaletên din li dijî gelên din jî dimeşîne. Heta niha nêzî 500 kesî hatine kuştin. Nîvê van kuştinan, Îran bi giştî 31 eyalet e, li 26 eyalatan kuştin çêbûye, li Sistan û Belûcistan û Kurdistanê pêk hatine.

– Di beşa Tehranê de tu li ser bertekên alîgirên rejîmê û nêzikbûna çapameniya Îranê ya ji bo serhildanan radiwestî û dibêjî ku serhildanan weke “leyîstokên hêzên derve” pênase dikin. Rêjeya ji vê hincetê bawer dike di çi astê de ye?

Nikarim weke rêje bibêjim lê bes xwepêşandan û îtîrazên mirovan nîşan dide ku di rastiyê de rêjeya kesên ku îtîrazî vê yekê dike yanî ji van propagandayên dewletê bawer nake zef zef zêde bûye. Niha berê dema ku xwepêşandan li Îranê çêdibûn rast e rast tewanbariya ‘hêzên derve û provakasyona hêzên derve ye’ dihate kirin. Gel jî ji vê yekê bawer dikir. Lê niha ast ji vê astê bihuriye. Kes li van propagandayan bawer nake. Bêguman alîgirin dewletê jî hene. Heta carek du caran meş jî li dar xistin. Lê ev ne tevahî û piraniya civakê ye. Piraniya civakê ew kesên ku dizanin di dawiya wê de kuştin heye jî kolanan naterikînin.

Li Seqizê, mesela kesekî ku min pê re hevpeyvîn kir, pêşengekî xwepêşandanan bû û xwenda û zana bû. Wî tiştekî xweş got. Digot, ‘Ji sedî 60’ê ku di van xwepêşanan de dadikevine kolanan ciwan in. Temenê wan di navbera 15-25’an de ne. Ji sedî 20 jî kesên ku rast e rast ji dewletê kişandine, eşê di laş û malbatên xwe de hîs kirine û hatine girtin, kuştin, sirgûnkirinin. Ji sedî 20’ê din ku tev li xwepêşandanan dibe jî kesên ku dixwazin ev rejîm biguhere li gorî piraniyê tevdigereye’. Bi vî awayî rêjeke dabû.  Pirî kesan jî vî tiştî digot. Li deverên ku min çavdêrî kir jî ev rêje dihat piştrastkirin.

Kesên ku ji van çalakiyan re pêşengî dikin ciwan in. Girtina dikanan xwendekaran da destpêkirin. Her rojên şemiyan dibistan boykot dikirin. Ev li bazarê jî belav bû dikandaran jî dikanên xwe girtin. Li Kurdistanê vê derxistin du rojan. Mesela li tevahiya eyaletên Îranê hefteyê rojek bû. Lê li Kurdistanê rojên şemî û çarşeman girtina dikanan hebû.

– Çima ev her du roj?

Ez wiha texmîn dikim; li Îranê dawiya heftê pênçşem û în e. Semt û led rojên xebatê ne, vekirî ne.   Daîreyên dewletê jî dikan jî tev vekirî ne. Pençşem û în betlane ne. Bi vî awayî bi tevlîkirina rojên çarşem û şemiyan rojên betlanê derdixin 4 rojan. 4 roj li ser hev dikan têne girtin. Ev ne tiştekî hindik e. Ev yek xizmeta dewletê jî dixitimîne. Di rojên girtî de tu yek dikaneke vekirî jî nabînî. Min bixwe jî şahidiya vê yekê kir. Saziyên dewletê jî di nav de. Mesela post bank hene, cihê ku mirov lê xetên telefonan dikire jî tên girtin.

– Wisa diyar e ku di serhildanan de wê paşve gavavêtin çênebe. Li gorî çavdêriyên we wê ev serhildan çi guhertin bi xwe re bînîn û bandoreke çawa li herêmê bi taybetî jî li Îranê bikin?

Tu dizanî ev serhildan ne ji bo guhertineke saziyek an du saziyan e. Ev serhildan hatin asteke wisa ku tenê veguhertina vê rejîmê wê dilê wan kesên li kolanan e rehet bike. Lewre dibêjin heta ku ev rejîm neguhere wê ji kolanan venekişin. Yanî dixwazin şoreşekê pêk bînin. Heta min di rêzenivîsê de jî behs kiribû. Bala min kişandibû li her bajarî bi navê înkilap û azadî du meydan hene. Yanî gelek meydan hene lê bi navê înkilab û azadî li her bajarî meydan hene. Min ev pirs kiribû. Welatiyeke bukanî tiştekî xweş gotibû. Gotibû, ‘Tiştekî xweş bala te kişandiye li vir gotinên me hene; em dibêjin ev 43 sal e li gel ku ji meydana înkilabê heta meydana azadî ne rêyeke dûvedirêj e jî tim ew rê xitimandî ye. Kesên ku xwestine vekin jî bedelên giran dane. Lê ev car em di wê bîr û baweriyê de ne û bi xwe amir in ku em ê rêya di navbera înkilab û azadiyê de xitimandiye vekin’. Ev tê wê wateyê; em ê vê rejîmê biguherînin. Yanî tenê ev dikare dilê wan rehet bike û vê xitimandinê ji holê rake.

Jiyana mirovan di 43 salan de di bin çavdêriya siyasî û bîrdoziyeke tund de hatiye girtin. Ji bo her mirov ev hatiye heta qirêkê. Biçûk mezin ferq nake, ji 3 saliyan bigire heta 70 saliyan her kes dixwaze ev rejîm biçe û biguhere û ji wê çavdêriya siyasî û birdozî ku jiyanê li wan teng kiriye xelas bibe.

– Peyamên ku herî dawî ji aliyê rejîmê ve tên dayîn dikarin serhildanan bidine rawestandin?

Dibêjin, ‘Geşt-î Îrşad hate fesihkirin û ev destkeftiyeke mezin e ji bo jinan. Yanî gihîşte encamê’. Ev ji bo xwepêşandanan xetereyeke pir mezin e. Ji bo daxwazên xwepêşandaran jî xetereyeke mezin e. Lewre ev nûçe dema ku belav bû ne rast bû bingeha wê tunebû. Li gel vê yekê jî kesên ku min bi wan re hevdîtin kir û gelek kesên ku ji ber rastiyê dizanibûn li ser medya sanal ev parvekirin kirin. Gotin tiştek wisa tuneye, ev derew e. Lê bi vê yekê dixwazin hişmendiyeke wisa ava bikin ku êdî çalakger bibêjin em gihîştine encamekê û êdî vekişin û li malên xwe rûnin. Lê tiştek wisa tuneye.

Yanî Îran di DNA û kodên wê de ew biryarên ku bi Geşt-î Îrşad şênber bûne hene. Çî ye? Nuxumandina jinan e. Çavdêriya li ser ehlaqê her mirovî û teşedana civakê ye. Rejîmeke ku xwe li ser van kodan ava kiribe dikare dest bide van kodên xwe? Nikare dest bide van kodan. Lewma ji holê rakirina Geşt-î Îrşad ne destkeftineke. Destkeftin ew e ku ev rejîm biguhere. Ev daxwaz bi daxuyaniyekê bi cih nayê. Bifikirin piştî van daxuyaniyan ku hatin gotin hatiye rakirin hin parlameter derketin gotin, ‘Erê divê mirov biguherîne, ev bi vî awayî nabe’. Pêşniyarên wan jî hene; dibêjin em ê jinan hişyar bikin, heke li gorî vê hişyariyê tevnegerin em ê hesabê wan ê di bankayan de bloqe bikin. Ev ji berê xetertir e.

Hin kes jî dibêjin, ‘Rast e bila Geşt-î Îrşad hebe lê bila ew rol û mîsyonên wê hinekê kêmtir bibe. Îrşad teblîx e, bang dike. Bila ew rol û rista ku binçav dike û tundiyê pêk tîne nebe’. Jixwe dema ku hatibû avakirin jî bi vê armancê hatibû avakirin. Lê di nava demê de bû çi? Bû hêzeke ku dikare jiyana mirovan bi dawî bike. Mirov nikare pêşiya van tiştan bigire. Ji ber vê veguhertina Geşt-î Îrşad û saziyeke din wê dilê xwepêşandaran rehet neke. Yanî 500 mirov ne ji bo servekirinê ji bo ku rûmeta wan tê binpêkirin jiyana xwe ji dest dane. Heta ku vê rûmetê bi dest nexînin dilê wan tuneye ku kolanan terk bikin. Yanî tişta ku min li kolanan dît, ji malbatên kesên ku hatine kuştin bihîst, kesên ku birîndar bûbûn ji min re vegotin ev bû.

– Abdurahman Gok kî ye?

Di sala 1980’yî de li Êlihê ji dayik bûye û di navbera salên 2002-2007 de li Zanîngeha Egeyê Fakulteya Ragihandinê Beşa Rojnamegeriyê xwendiye. Di 2004’an de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi nûçegihaniyê kiriye. Di navbera 2014 û 2015’an de di rojnameya Azadiya Welat de xebitiye. Piştî Azadiya Welat di Jiyan TV de bûye Gerînendeyê Weşana Giştî. Di dîhaberê de weke edîtor xebitiye. Niha li Ajansa Mezopotamyayê weke edîtorê beşa medyaya dîjîtal xebatên xwe berdewam dike. Li çar parçeyên Kurdistanê nûçe çêkirine û li herêmên şer nûçegihaniya şer kiriye. Heta Ajansa Mezopotamyayê hemû saziyên ragihandinê yên Gok lê xebitiye bi KHK’an hatine girtin.