3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tora jinên parêzer dê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan bixebitin

Seroka Komela JÎN a Jinan a Lubnanê Buşra Alî, têkildarî armanca konferansa jinan a li Libnanê û encamên wê ji Xwebûnê re axivî

Seroka Komeleya JÎN a Jinan a Lubnanê Buşra Alî li ser niqaşên di konferansa jinan a Lubnanê de pêş ketin axivî û diyar kir ku tora ji parêzerên jin hatiye avakirin, dê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan têbikoşe.

Seroka Komela JÎN a Jinan a Lubnanê Buşra Alî, têkildarî armanca konferansa jinan a li Libnanê û encamên wê ji Xwebûnê re axivî. Buşra Alî anî ziman ku demeke dirêj e ew qas jin nehatibûn cem hev û wiha got: “Demek dirêj e ew qas niqaşên girîng nehatibû kirin. Li ser geşedanên ku li Rojhilata Navîn pêwistî hat dîtin ku jin bên gel hev. Pêwistî hat dîtin ku li ser pirsgirêkên xwe niqaşên fireh bikin. Pêwistî hat dîtin ku em bi hevre li rêyên çareseriyê bigerin. Wekî Komeleya JÎN a Jinan û Komeleya Newroz a Çandî û Civakî me bi hevre ev konferans amade kir.”

Armanc bersîvdayîna qirkirina li dijî jinan bû

Buşra Alî li ser sedema lidarxistina konferansê ya di meha tebaxê de pêk hat jî rawestiya û wiha axivî: “Çima di kelagerma tebaxê de ev konferans hat çêkirin? Ev dîrok pir bi zanebûn hat hilbijartin. Ev wekî bersîvdayîna qirkirina jinan a li Şengalê bû. Bersivdayîna qirkirina jinên li Afganîstanê bû. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê jinên êzîdî hatin qirkirin. Di 15’ê tebaxa 2021’an de jin li Afganîstanê hatin qetilkirin. Piştî Amarîka vekişiya û Tabîlan dest danî ser hikûmetê, jin hatin qirkirin.”

Alî bibîr xist ku hem li Şengalê û hem jî li Afganîstanê qirkirina fîzîkî, çandî, civakî û pir alî pêk hat û wiha lê zêde kir: “Ev qirkirin bi awayekî sistematîk hêj didome. Ev konferans wekî bersîvdayînê bû. Koma Jinên Kurdistanê (KJK) wekî bersîvdayînê ev hamle da destpêkirin. Ragihand ku ew dixwazin ji bo jinên êzidî û Afganîstanê kompanyayek berfireh pêk bînin.  Me jî li ser vê bingehê biryara konferansê da û me xwest em bibin parçeyekî vê hamleyê. Me xwest ev konferans bibe bersîv. Ji bo jinên êzidî û afganî slavdayînek hat kirin. Me aşkere kir ku em hemû delegeyên vê konferansê li kêleka jinên êzidî û jinên afganîstanê ne. Ji bo wan çi bê xwestin em amade ne ku piştgiriyê bidin wan. Ji bo wan çi bê xwestin em amade ne bikin.”

Tora ji parêzerên jin dê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan têbikoşe

Buşra Alî destnîşan kir ku ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî gelek biryar hatin girtin û wiha pêde çû: “Biryar hat girtin ku ji bo azadiya Ocalan torek ji parêzerên jin bên avakirin. Ev tor li Rojhilata Navîn û Afrîqayê wekî înîsiyatifekê bê avakirin. Ev înîsiyatif kampanyayek berfihe bide meşandin.  Li ser kar û barê  Rêber Ocalan karê siyasî û bîrdozî bê kirin.  Ev înîsiyatif di aliyê zagonî û siyasî de li welatên ewropayê zextan çekibe da ku Rêber Ocalan di aliyê fizîkî de azad bibe. Da ku pergala îşkenceyê bê şikandin û Rêzdar Ocalan bê berdan. Da ku têkeve nava gelê xwe û rola xwe ya aştiyê bilîze.”

Pêdivî bi konferansek mezintir heye

Buşra Alî bibîr xist ku encama konferansê bi raya giştî re hat parvekirin û wiha berdewam kir: “Pêwistiya me ji konferansek mezintir ku jinên hemû welatan beşdar bibin heye. Da ku em karibin peymaneke civakî ya jinan saz bikin. Da ku em bi hevre karibin têkoşîna xwe mezin û xurt bikin. Maden pirsgirêkên me pir dişibin hev, rêyên çareseriyê jî nêzî hev in. Li Rojhilata Navîn û welatên Afrîqayê pêdivî bi yekîtiya jinan heye. Pêdivî heye ku hemû tevgerên jinan bi hevre û hevpar têbikoşin. Da ku em bêtir têkoşîna xwe xurttir bikin.”

Jinên kurd çavkaniya têkoşînê ji felsefeya Ocalan digirin

Buşra Alî li ser girîngiya rûniştina “ezmûnên jinên kurd” jî rawestiya û wiha got: “Ezmûnên jinên kurd li çar parçeyên Kurdistanê hat vegotin. Hat diyar kirin ku jinên kurd di têkoşînê de çavkaniya xwe ji fikr û felsefeya Rêber Ocalan digirin. Rêzdar Ocalan wekî Rêhevalê Jinê, rêhevalê têkoşîna azadiya jinê hate pênasekirin. Di vê rûniştinê de teza ‘Rêzdar Ocalan kîye? Çima hatiye girtin? Di têkoşîna azadiya jinê de rolek çawa lîstiye.’ Girîngiya her tez û pêşniyarekê çibû. Ji destpêka zanista jinê heta jineolojiyê berfireh hat vegotin. Dîsa girêdana tezên Ocalan ên ji bo azadiya jinê pêşkêş dike, girêdana vê meseleyê bi komploya navneteweyî re hat niqaşkirin. Rêbaza îşknceya li îmraliyê tê kirin hat niqaşkirin. Girêdana tecrîda mutlaq ku tê meşandin hat niqaşkirin. Binpêkirinên mafên mirovan, binpêkirinên hiqûqî, binpêkirinên dijmirovî yên li dijî Rêzdar Ocalan tên kirin hatin niqaşkirin.  Di vê mijarê de li hola konferansê hestiyariyek gelek mezin pêş ket. Gelek jinên ereb gotin ku ne sincî, wîcdanî, demokratik û bi edalet e ku mirovek ji bo doza gelê xwe, ji bo doza azadiya jinê bê girtin û tecrîdkirin, 25 salan bê girtin û heta mafê hêviyê ji deste wî bê girtin. Destnîşan kirin ku ne wîcdanî û zagonî ye ku bi zagonên taybet bê darizandin û ji hemû mafê xwe bêpar bê hiştin. Wekî dîlê azadiyê nikare fikrê xwe bîne ziman û nikare ji fikrên din sûdê bigire. Herî dawî Înisiyatifa NÛN, ji bo Azadiya Ocalan pêşniyarek pêşkêş kir. Berdevka înîsiyatifê ku jinek ereb e, diyar kir ku jin deyndarên Ocalan in. Ji ber ku hemû jinên herêmê li çar parçeyên Kurdistanê û welatên efrîqa deyndarê fikrên Ocalan in. Çima pêwiste em tiştekî bikin. Ji bo azadiya fîzîkî û rakirina pergala Îmraliyê divê em çi bikin, hatin niqaşkirin.”

Şoreşa gel li dora jinê pêş ket

Alî anî ziman ku der barê şoreşa Rojhilat û îranê jî niqaşên fireh hat kirin û got: “Li herêmê û cîhanê cara yekem şoreya gel, li dora jinê û pêşengiya jinê pêş dikeve. Li derdora azadiya jinê xwe dihûne. Çawa dirûşmeya Jin Jiyan Azadî ji xwe re dike hefsefeya jiyanê. Di vê derbarê de vegotinên fireh hatin kirin. Vê yekê bandora xwe li ser gelek jinan kir.

Parastina jinên êzidî mînak e

Li ser pergala xweparastina jinên şengalê gotin û vegotinên fireh hatin kirin. Ji ber ku li herêmê mînakek tekane ye. Çawa jinên êzidî ku di fermana 74’an de ku bi qirkirinek pir mezin re rû bi rû man, dîsa di demek nêzîk de xwe komî ser hef kirin. Çawa bû ku wekî jin dikarin xwe biparêzin û bi rêxistin bikin. Çawa pêşengiya xweparastina civakê kirin. Hat gotin ku ev sekn û parastina jinên êzidî mînakek tekane ye.

Jinan teqez kirin ku ezmûna jinên Rojava ji bo hemû jinan bibe mînak

Buşra Alî li ser niqaşên der barê ezmûnên jinên Rojava de jî rawestiya û wiha pêde çû: “Ezmûna pergala jinê ya li Rojava hat vegotin. Hat diyar kirin ku divê ev ezmûn teqez ji bo hemû jinan mînak bê girtin.  Niqaşên ‘Mebest bi şoreşa jinê çiye?’ ‘Çawa şoreşa jinên kurd wekî şoreşeke civakî, wekî şoreşeke neteweyî û bi kok digirin dest û çawa xwebirêxistinkirina jinan tê wateya rêxistinkirina hemû qadên jiyanê û di her qadê de pêşengtiyê bike.’ Li ser van mijaran vegotinên girîng û fireh hatin kirin. Bandora vegotina van ezmûnan li ser jinên herêmê yên ji 12 welatan hatibûn, pir zêde bû.  Teqez kirin ku ev ezmûna jinên li Rojava ji bo hemû jinan bibe mînak.”

Alî da zanîn ku li ser ezmûnên jinên kurd vegotinên fireh hatin kirin. Mebest ew bû ku sazî û dezgehên jinan ên li welatê ewropa û Amarîkayê ezmûnên hev tişopînin û dibinin, lê ezmûnên jinên kurd zêde nayê dîtin. Ji ber ku bi destê ragihandinên wan reşkirinek tê kirin û rastî nayê dîtin. Bi taybet têkoşîna jinên kurd a li dijî şerê DAIŞ’ê ev yek hat kirin. Pergala Hevserokatiyê hat vegotin. Bandora wê hat vegotin.”

Pirsgirêkên hemû jinan wekî hev in

Buşra Alî destnîşan kirin ku zêdetirî 100 jin beşdarî konferansê bû û wiha bi dawî kir: “Di sedsala 21’emîn de pirsgirêkên jinan û raperînên gelan çine hat niqaşkirin.  Bandora rejîmên dewletên herêmê li ser jinan çiye? Jin li beramberî çi rû bir û hatin? Jinên ereb, kurd, efrîqî û farst li  Rojhilata navîn rastî çi hatin?  Yek bi yek berfirehî hat niqaşkirin. Hat gotin ku pirsgirêkên jinan tev yek in.  Feraset û pergala baviksalarî li dijî jinan yek e. Heman polîtîkayê dimeşînin. Di şekil de cudahî hebe jî di naverokê depolîtka yek e. Jinên pêşeng hedef tên girtin.”