3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkoşîna wan a aştî û heqîqetê ye

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran, destnîşan kir ku têkoşîna dayikan têkoşîna aştî û heqîqetê ye û dê têkoşîna wan bi ser bikeve

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran, diyar kir ku dayikên aştiyê her hefte ji aliyên polîsan ve rastî tundî û binçavkirinê tên û wiha got: “Têkoşîna dayikan têkoşîna aştî û heqîqetê ye.”

Têkoşîna Dayikên Aştiyê ji salên 1990’î heta niha zêdeyî 30 sal in bi awayekî çalak didome. Dayik ji bo xizmên wan ên winda bên dîtin, kujer bên darizandin û şerê li Kurdistanê bi dawî bibe 30 sal in her hefte li qadan têdikoşin. Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê her hefte li qadan doza xizm û zarokên xwe yên winda dikin. Lê bi piranî polîs çalakiya dayikan asteng dike. Dayikên Aştiyê heta niha bi dehan caran hatine binçavkirin û girtin. Dayik herî dawî li Şemzînan, Colemêrg, Îzmîr, Amed û li Stenbolê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Li Colemêrgê 27 dayik li Geverê, 12 dayik û li bajarên din jî gelek dayik hatin binçavkirin. Dayikên ji girtiyan re pere şandin hatin binçavkirin. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Havva Kiran, der barê êrîşên polîsan ên li dijî dayikan tên kirin ji rojnameya me re axivî. Kiran, bal kişand ser binçavkirina dayikên ku ji xizmên xwe re pere dişînin û wiha got: “Dema dayikek pere ji xizmên xwe re bişîne çawa dibe sûc? Mecbûre hinek li wan girtiyan xwedî derbikevin. Hinek girtî hene malbatên wan nikarin biçin serdana wan.”

Kiran anî ziman ku xizmên girtîyên di girtîhan de dimînin û ji ber alîkarî dane xizmên xwe têne darizandin û wiha got: “Eger dayikek 70-80 salî ku aştiyê bixwaze ji şer bêzar e. Yan zarokên wan hatine kuştin an jî di zindanan de ne. Dayikên 70-80 salî gelek caran dema aştiyê dixwazin tên binçavkirin û îşkence li wan tê kirin. Em doza qanûn û edaletê dikin. Lê mixabin qanûna xwe binpê dikin. Hefteyên borî 27 dayik li Geverê, 12 dayik li Şemzînan û li Colemêrgê, Îzmîr, Amed û Stenbolê jî gelek dayik hatin binçavkirin.”

Hestirên çavên dayikan

Kiran anî ziman ku rengê hêsir û êşa dilê dayikan tune ye û wiha axivî: “Eger ku dayikek gavek aştiyê biavêje divê pergal bi hurmetdarî nêzîk bibe. Binçavkirina dayikan bêhurmetiyeke herî mezin e. Dayikên Amedê xwest daxuyaniyê bidin, lê bi hezaran polîsan ew dorpêç kirin. Ji ber ku laçik wan a spî li serê wan bû, wekî sûc dîtin. Îro em lê dinêrin tirk, ereb, ecem û kurd em her tim van gotinan tînin ser ziman. Em dibêjin; rengê hêsirên çavên dayikan tune ye. Em naxwazin dayikek din vê êşê bikişîne. Eger ku me wekî dayikan êşa hev û din fêm nekiribe, wê demê me tiştek ji mirovatiyê fêm nekiriye. Em ji bo her kesî têdikoşin, lê mixabin dengê me hatiye fetisandin.”

Êşa dilê dayikan

Kiran di berdewama axaftina xwe de bi bîr xist ku ji salên ji 1980’î vir ve li Kurdistanê gelek kes bi darê zorê hatine revandin, windakirin û qala bûyerên wê demê kir: “Em bang li dewletên navneteweyî dikin. Bila çav û guhên xwe negirin. Li her bajarî zarokên kurdan hatine windakirin. Ji 12’ê Îlonê heta niha li Kurdistanê gelek mirov bi darê zorê hatin revandin. Hê jî agahî ji wan nayê girtin. Xizmên wan îro li kolanan dixwazin gorek wan hebe. Hêsirên xwe bibarînin û fatîheyek bixwînin. Hiqûq ew e ku hurmeta mirov ji êşa dayikan re hebe û êşê fêm bike. Dayik li kezeba xwe digerin.”

Em ê aştiyê bînin vî welatî

Kiran bang li her kesên bibêjin em xwedî wijadanin kir û xwest li van kiryaran xwedî derbikevin û wiha pêde çû: “Em bang li hemû kesên xwedî wijdan, merhamet û îmanê dikin. Divê herkes li têkoşîna dayikan xwedî derkeve. Heta em aştiyê neynin vî welatî em ê dest ji doza xwe bernedin. Çima xwestina aştiyê sûc e? Em dayikên aştiyê bang li Barzanî dikin ku van operasyonan bidin sekinandin. Ew jî kurdeke. Bila li xwe bizîvire bibêje ev çi ye? Zarokên kurd  û tirkan li dijî hev dide  şerkirin. Xwîn bi destê wan tê rijandin. Êdî bes e. Barzanî xwezaya vî welatî tev talan kir. Me emrê xwe qedand lê em hê jî ji bo aştiyê li kolanan e.”

Zimanê aştiyê

Kiran xwest ku kujer bêne darizandin û wiha domand: “Dadgeh mecbûre li ser dosya kujeran raweste. Hikûmetek dewrî hikûmeta din dike. Divê rastiya wê demê ronî bikin. Ger dewleteke ku bibêje ez NATO me bi hêza xwe ewle be dibê van kiryaran jî derbixe holê. Ev nêzî salekê ye her tim li ser dayikan tundî heye. Ji zimanê dayikan ditirsin. Zimanê dayikan zimanê aştî û heqîqeta vî welatî ye.”

Operasyonan rawestînin

Kiran bang li hikûmeta KDP’ê û desthilata AKP-MHP’ê kir ku van operasyonan rawestîne û wiha bi dawî kir: “Armanca KDP, AKP û MHP’ê ew e ku kurdan bi destê kurdan bidin kuştin. Zarokên kurdan neviyê bavê Barzanî ne. Îro bi hevkariya tirkan wan zarokan qetil dikin. Ji bo berjewendiyên xwe vê yekê dikin. Zarokên me ne qurbanî ne. Te ji bo berjewendiyên xwe şeref, namûs, heysiyet û her tiştê xwe firotiye. Pêwîst e hinek li ser xwe bifikire bibêje ka ez çi dikim? Tiliya wan di her çar aliyan de heye. Eger ku îro em bibin qurban sibê jî tu yê bibî qurban. Wê heman tişt bên serê we jî. Ku edaletê dixwazin, edalet li cem dayikan e.”