6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dozger gef li malbata winda xwar

Gelek caran xizmên windayan dema aqûbeta xizmên xwe pirsîn gef li wan hat xwarin. Ji van malbatan yek jî malbata Ozturk e. Ji malbata Ozturk Kure Wasif Ozturk, Erol Ozturk serpêhatiya bavê xwe ji rojnameya me re vegot

Di salên 1990’î de zêdeyî 17 hezar mirov ji aliyê JÎTEM û Hîzbulkontra ve hatin revandin û windakirin. Yek jê Wasif Ozturk bû. Ozturk mehekê di bin çavan de îşkence lê hat kirin. Piştre agahî jê nehat girtin. Malbata Wazif Ozturk 29 sal in serî li hemû rayedarên dewletê dan, lê heta niha tu agahî ji aqûbeta wî negirtine.

Gelek kes di kontrolkirina rê, nasname yan jî di operasyonên leşkerî de ji mal, kar û kolanan hatine binçavkirin û windakirin. Li gorî daneyên ÎHD’ê ji salên 1990’î  heta 2003’yan nêzî 17 hezar welatî dibin çavan de hatin windakirin. Welatiyên hatin revandin û windakirin bi awayekî hovane hatin qetilkirin û hîn jî cenazeyê bi hezaran jê nehati ye dîtin.

Malbatên windahiyan ji bo aqûbeta û dîtina cenazeyên xizmên xwe bibînin bi salan e çalakiya li dar dixin. Ji bo kujer bên dîtin û darizandin bi dehan salan bi rê û rêbazên hiqûqî serî li dadgehan didin. Tevî ku gelek endamên JÎTEM’ê li xwe mikûr hatin jî serlêdanên gelek malbatan bêencam man. Gelek caran xizmên windayan dema aqûbeta xizmên xwe pirsîn gef li wan hat xwarin. Ji van malbatan yek jî malbata Ozturk e. Ji malbata Ozturk Kure Wasif Ozturk, Erol Ozturk der berê serpêhatiya bavê xwe de ji rojnameya me re axivî.

Ozturk diyar kir ku bavê wî û du gundî bazirganiya tûtinê dikirin û wiha axivî: “Bavê min 49 salî bû. Mirovekî ji aliyê gundî û derdorê ve dihat hezkirin. Di meha mijdara 1994’an de li navçeya Pasûra Amedê li gundê Firqê bi kurê xaltiya xwe Cembelî Tuncer û Efendî Şen re çûn bazirganiya tûtinê. Roja ku ji tûtinê vegeriyan leşkeran wê demê li Firqê û derdorê wê operasyoneke mezin dan destpêkirin. Leşkeran gundî kom kirin. Nasname ji hemû gundiya xwestin. Bavê min, Cembelî û Efendî Şên ji tûtinê tên, li nava gund dikevin nava leşkeran. Leşkerekî ji wan pirsî. Hûn kî ne û ji ku tên. Leşker li wir nasnameyan ji wan dixwaze. Li ser vê pirsê nasname dan leşkeran. Leşker bi hinceta navê Wasif Ozturk ên din di lîsteyê de heye wan binçav dikin.”

Dest û çavên wan girêdan

Ozturk der barê binçavkirina bavê xwe û hevalên wî de jî agahî da û wiha berdewam kir: “Dest û çavên wan girê dan. Heta êvarê ew dan sekinandin. Êvarê seat li dora 5’an bavê min li helîkopterê siwar kirin û birin Pasûrê. Cembelî û Efendî jî berdan. Bavê min li qereqolê 3 rojan di bin çavda de ma. Gava apê min diçe qereqolê û pirsa bavê min dike; bersiva; ‘wê sê roj şûnde wî berdin’ dan. Lê bavê min bernedan. Hefteyek şûda ew birin navçeya Licê. Dema bavê min li qereqola Licê bû, ji bo wî berdin min serî li dozgeriyê da. Lê dozger bi gotina; ‘Dev ji bavê xwe ber de. Tu dev jê bernede dê aqûbeta te jî wekî ya wî be’ û gef li min xwar.”

Mehekê îşkence kirin

Ozturk diyar kir ku bavê wî li Licê jî leşkeran nêzî mehekê di bin çavan de îşkence lê kirin û wiha lê zêde kir: “Piştre êdî me tu agahî jê negirt. Lê wê demê kesên bi bavê min re li Licê girtî bûn hatin berdan. Nîmet û Adil ku hatin berdan ji me re gotin ku em bi hev re bûn. Adil got ku tarî bû. Kes kesî nedidît. Me bi deng hev nas dikir. Got ku ji ber pişta wî şikestî bû ew di nava betaniyê de dîanîn cihê îşkenceyê. Nîmet jî got ku bi îşkenceya avê bîna Wasif çikiya û jiyana xwe ji dest da.  Piştre me tu agahî ji bavê min negirt.”

Hemû cîhan niyetê dizane

Ozturk da zanîn ku helwesta dewletê jî roja ewîl heta niha pişgiriya gele kurd bişkêne û wîha dawî li axaftina xwe anî: “29 sal in em bi rêyên hiqûqî li bavê min digerin û lêkolîn dikin. Me serî li dadgeha Pasûrê da. Lê me tu agahî negirt. Doz niha jî li dadgeha Amedê û Dîlokê ye. Dosya ku me li dijî Wezareta Karên Hundir vekir li Dadgeha Bilind didome. Me serî li Dadgeha Mafê Mîrovan a Ewropayê (DMME) da. DMME’ê dewlata tirk makûmê tazmînatê kir. Em pereyan naxwazin. Em dixwazin kujer bên darizandin. Em jî weke bi hezaran malbatên ku xizmên wan dibin binçav de hatine windakirin, dev ji vê dozê bernadin. Em dixwazin ku sax bê jî mirî be jî bavê min bê dîtin. Niyeta dewletê ji serî de ne xerab e. Hemû cîhan niyeta wan a xerab dizane. Ev çeteyên di nav dewletê de çend kes jê aşkera bûn. Wek Yeşîl wek Çatlî wek Çakici. Ji ewil de dewletek bi mafyayî tê rêvebirin. Ev niha jî wisa didome. Dixwaze bi bûyarên wisa armanca bişeref qrêjî bike. Piştgiriya gel bişkîne.”