spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîş li dijî sivîlan pêk hatiye

Heyeta ku ji KCD, HDP, TJA, MEBYA-DER, DBP û rêxistinên Partiya Çepên Kesk ên herêmê pêk dihat li gundê Helîn ê Farqînê lêkolîn kir. Heyetê diyar kir ku êriş li dijî sivîlan pêk hatiye

Parlamentera Partiya Çepên Kesk Adalet Kaya ku bi heyetê re li gundê Hêlînê yê Farqînê lêkolîn kir, diyar kir ku li cihê bûyerê şopên şer tune û êriş li dijî sivîlan pêk hatiye.

Di 26’ê tebaxê de li mezraya Bameyda ya gundê Hêlînê yê navçeya Farqîn a Amedê 3 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Leşkeran di operasyona li dijî gund de konê koçeran şewitand û welatiyên bi navên R.D. (54), S.D., H.D. (24), H.D. (28) û M.S. (45) bi îşkenceyê binçav kirin. Şandeyeke ku ji rêveberên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), MEBYA-DER, TJA, HDP, DBP û rêxistinên Partiya Çepên Kesk ên Amed, Mûş, Êlih, Çêwlig, Mêrdin û navçeyên wê, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, parlamenterên Partiya Çepên Kesk Adalet Kaya, Omer Faruk Hulaku, Sumeyye Boz, Kamuran Tarhan û gelek kesên din pêk dihat,  li cihê bûyerê lêkolîn kirin.

Şande ji ewil çû cihê konê koçeran ê hatiye şewitandin. Piştî lêkolînên li qadê, parlamenter Adalet Kaya axivî û wiha got: “Me tu şopên pevçûnê nedîtin. Gundiyan jî di vê çarçoveyê agahî dan. Ev qad, çêrgehe û koçber sewalên xwe li vir diçêrînin. Êrişeke li dijî sivîlan e. Di heman demê de di wêneyên hatine parvekirin de eşkere ye ku sûcê îşkenceyê hatiye kirin. Çi dibe bila bibe divê sûcê îşkenceyê neyê kirin. Îro li vir tiştên salên 90’î hatine kirin. Xuyaye ku li wan kiryarên xwe vegeriyane. Em êrişên li dijî qadê sivîlan qebûl nakin.”

Kaya, da zanîn ku şandeya wan dê rapora xwe ya cihê bûyerê bi raya giştî re parve bikin.  Piştre jî şande derbasî mezraya Bameydayê bû û li xizmên kesên hatine binçavkirin guhdarî kirin. Şandeyê ji malbata Saygi re jî sersaxî xwest û ji herêmê derket.