27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Mifteya azadiyê ziman e’

Mamosteyê MED-DER'ê Rêzan Aktûlûm, diyar kir ku ew li MED-DER’ê bi kurmancî û bi zaravayê kirmanckî dersan didin zarokan û got: “Di bin sîwana MED-DER’ê de 3 polên me hene. Polek bi kirmanckî û du pol jî bi kurmancî ne."

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), di sala 2017’an de hat avakirin û gelek şagirt li wir mezûn kir. Bi salan e şagirt perwerdeya bi zaravayê kurmancî û kirmanckî dibînin. Niha jî 47 zarokên temenê wan 6-12 salî li MED-DER’ê dersên ziman û muzîkê dibînin. Ji bo dema pêş dê li MED-DER’ê ji asta destpêkê heta asta mamostetiyê qurs bên vekirin. Mamosteyê MED-DER’ê Rêzan Aktûlûm, li ser xebatên MED-DER’ê agahî dan û got: “MED-DER’ê ji bo zarokan dest bi dersan kirin. Li polên ku li MED-DER’ê hatine vekirin dê du mehan ders bên dayîn.”

Rêzan Aktûlûm, diyar kir ku MED-DER 3 sal in dersê dide zarokan û wiha axivî: “MED-DER, ji destpêkê hata niha û piştî girtina KURDÎ-DER’ê xebatên ziman û perwerdehiyê dike. Hem dersên rêziman hem jî dersên asta destpêkê û ji astên din heta asta mamosteyê dersan dide. Ji bo ku zarok ji perwerdehiya ziman dûrnekevin dersên onlaînê didin. Li ser onlaînê hê jî ders tên dayîn. MED-DER nêzîkî 3 sal in dersan dide zarokan jî. Dersên kurmancî û kirmanckî dide. Li vir armanca MED-DER’ê fêrbûna ziman e. Dixwaze zarokan bi zimanê kurdî mezin bike. Fêrbûna zimanê dayikê ji zarokatiyê dest pê dike, heta dawiya emr didome. Armanca me dersdayina zarokan û ziman e. Em dersên rêziman didin. Gelek zarok di nav jiyanê de jî hem zimanê kurdî hem jî muzîk û axaftina kurdî fêr dibin. Ji xeynî van tiştan nivîsandina kurdî û hestên bi kurdî pêş dixin.”

Girîngiya temasa zarokan

Aktûlûm, anî ziman ku dersdayîna zarokan bi temasê xurttir dibe û wiha bilêv kir: “Ji zarokên 6 salî heta 12 salî li gorî temenê wan ders tên dayîn. Li vir 47 zarok perwerde dibin. Li vir polên me teng in. Di vê serdemê de em baş fêrbûn ku li Kurdistanê û bi taybetî jî li Amedê malbat gelek caran daxwaza dersên kurdî dikin. Ji bo daxwazan em ê di demên pêş de polên xwe mezin bikin. Ji bo zarokan em ê dersên xwe rû bi rû didin. Dersdayîna rû bi rû temasa mamoste û zarokan gelek girîng e. Ya onlaînê jî hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê tên dayîn. Nêzîkî 1000 şagirtên me hene. Ji ber betlana havînê em bi zahmetî xwe digînin şagirtan. Di zivistanê de rewş baş dibe. Hejmara şagirtan digihîje 2000-3000’î. Em wan perwerde dikin.”

Zimanê jiyanê

Aktûlûm di berdewama axaftina xwe de bal kişad ser qertên ku li esnafan belav dikin û wiha lê zêde kir: “Ji xeynê dersdayînê atolyeyên me yên wergera kurmancî û kirmanckî vedibin. Dema ku bixwazin, piştî asta mamostetiyê ji xwe re tezên akademik amade dikin. Wekî şêwirmendên wê tezê hene. Li gorî wê em xebata akademî dikin. Di pêşerojê de armanca me ew e ku ji bo demên pêş akademiyeke bi kurdî vebikin. Em armanc dikin hemû materyalên jiyanê bikin kurdî. Li ser kurdî xebateke bi zanistî û akademik pêş bixin. Ne tenê MED-DER, li ku derê kurdî bê axaftin ew der ji bo zarokên kurdan dibe dibistanek. Di heman demê de hem li ser gotûbêjan hem jî li ser mijarên kurdî seminer ango konferansan li dar dixin. Dibê ku ziman bi tenê ne zimanê rojane be. Bila bibe zimanê jiyanê. Di heman demê em gelek caran diçin bazaran qertên bi kurdî belav dikin. Esnaf bi vê yekê gelek keyfxweş dibin. Ji ber ku ew jî dixwazin bi kurdî bazarê bikin.”

Deriyê azadiyê

Aktûlûm bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Pergala heyî bi salan e fêmkirinek şaş li ser me daye avakirin. Dibêjin tirkî fêrî zarokên xwe bikin. Bila li dibistanan tirkî pêş bixin. Bi tenê ev fikara wan bidestxistina pereyan e. Heke ziman biçe ne feydeya nasnameyê dimîne, ne jî êdî tu dikarî xwe ava bikî. Tişta ku ji zarokên kurdan re pêwist e zimanê kurdî ye. Kurdî zimanêkî têrkere. Hem ji bo akademî, zanist û hem jî ji bo fêmkirina cîhanê ye. Ger ku kurd bixwazin xwe di aliyê ziman û zanistê de têr bikin; bila li ser zimanê xwe biponijin. Ger ku em çiqas bi zimanê xwe biaxivin û bijîn em ê ew qas li pêş bikevin. Deriyê azadiyê bi mifteya ziman tê vekirin.” AMED