3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rizgoyê şivan û Bekir axa

Rizgo şivanbûye li ber pezê  axê bûye,  mirovek bi huner û pêkhatî bûye ji bilî şivaniyê  dengbêj û bilûrvanek  navdar bûye. Der û dorê jê hez kirine, ji ber wê li bal axê sekiniye. Lê  Axa heq û mafê Rizgo  giran didayê. Nexwestiye ji bal xwe derbixe û wek nanoziko pê kar û xebata xwe daye kirin. Car caran isyan kiriye û gotiye; ‘Ku tu mafê min nedî ez naçim ber pez û keriyê te’. Axa car bi car bi sond û selewatan wî daye sekinandin. Ji bilî li ba Axa kesî nikaribûye di herêmê de kar bibîne. Ew gundî û hemû kesên di herêmê de bûne wek malbatekê dijiyan. Di şîn û şahiyan de kilaman dibêje. Car caran jî kilam û strana avêtiye ser Axayê xwe. Belê Axa jî destê wî ji Rizgo nebûye ku dest jê berde. Dibe bihar mal derdikevin zozanan, kon û warên xwe datînin bi cih dibin. Hemû gundî tevî sewal û şêniyên xwe bi cih dibin . Rizgo li ber keriyê Axa ye, kulav li nav milê wî, pez diçêrîne. Axa siwarê hespê xwe yê rehwan tê nava kerî. Rizgo tê bal Axa dibêje; ‘Mîrê min ev çend sal in ez li bal te me lê tu mafê min nadî’.  Ez dixwazim bizewicim malekê ji xwe re ava bikim.

Axa dibêje; ‘Rizgo ez bi serê Ehmedê Xanî sond dixwim, îsal kaviran difroşim mafê te yê li bal min hemû li ser hev didim te. Li diyarê zinaran e kerî diçêre zozan û çiyan e.  Axa ji hespê xwe peya bûye  ew Rizgo cixarê vedixwin. Bi carekê ve dibe reqa reqa ewr û asîman birûsk vedide.  Ji çiyan de tavî tê wek ku berê rojê were girtin. Zîpik û baran dest pê dike. Axa dest bi selewatan dike û dibêje; ‘Ya Reb me bisitirîne, gelo qiyamet radibe, Rizgo dia bike. Ya Rebî tu mal û canê me û zarokên me biparêzî. Yareb Rizgo şahidê min û te be ku vê tofanê bi ser me de  derbas bikî ez ê ji nava pez û malê xwe yê şêrîn di nav re hilbijêrim sedeqe bidim. Axa bang li Rizgo dike û dibêje; ‘Ka tu jî dia bike bila ev tofan li ser me rabe. Ez ê mafê te yê bi salan li bal min e bidim te.’

Reqe reqa ewr û asîmane xubar û xwelî bi tevê zîpik û baranê dibare. Axa dibîne ku kerî û pez wê li ber tofanê herin û wê zarok û mallbat telef bibin. Rizgo ji bona Xweda diayên te qebûl e. Yareb ez ê nîvê malê xwe sedeqe bidim. Rizgo radibe ser zinarekî bilind û wiha dibêje;  ‘Ya reb Axa derewan dike, bi navê nod û neh navê te sond dixwim ku bi salane maf û heqê min nedaye. Tu guh nede derewê Axa ku ev tofan bisekine çawan mafê min nedaye wisa jî tu tiştek nade te. Xira bike, zarokên wî bi parêze lê Axa û keriyê pez bi erdê ve bibe xwarê. Ne ji min re û ne jî ji Axa re’.